Namzetê rêza 1’emîn a Herêma 1’emîn a Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk Sirri Sureyya Onder bang li hilbijêran kir.
Onder got, “Welatê me yê bedew, welatiyên me yên hêja, em gihîştin dawiya karekî giran. Em li ber rojeke welê ne ku di encama vê ked û têkoşînê de bi dengê xwe sedsala duyemîn a komarê bi demokrasiyê tacîdar bikin. Bang li her kesî dikim ku di 14’ê mehê de destpêkê deng bidin, piştre yên deng nedane wan bibin cihê dengdanê û piştre jî dengên xwe biparêzin.”
Onder got, “Êvara 14’ê Gulanê wê diyar bibe ku keda me belasebep nîne. Ji niha ve her kesî pîroz dikim û silav dikim.”