Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên artêşa tirk a dagirker daxûyaniyek da. Daxûyanî bi vî rengî ye:
“Li herêma Zapê;
11’ê gulanê saet di 07:00 de dagirkeran êrîş birin ser Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bersiv dan dagirkeran.
11’ê Gulanê saet di 15:00 de dagirkeran êrîş birin ser çepera me ya berxwedanê ya li Sîdayê û hewl dan hilweşînin. Hêzên me jî bersiv dan dagirkeran.
Êrîşên artêşa tirk a dagirker;
11’ê gulanê qada Kanîsarkê ya Garê û Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
11 û 12’ê gulanê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê 8 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”