Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

PKK: Têkoşîn tenê ne hilbijartin e

Komîteya Rêveber a PKK'ê destnîşan kir, encamên hilbijartinê yên 14'ê Gulanê nîşan dan ku divê li dijî siyaset û mejiyê faşîst-qirker têkoşîneke bêrawestan û hîn bi bandor bê kirin û şopdariya şehîdan rast bê fêm kirin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya 18’ê Gulanê Roja Şehîdan a Kurdistanê daxûyaniyek weşand. Daxûyanî bi vî rengî ye:

“Weke ku tê zanîn, me şehîdê xwe yê destpêkê yê mezin ê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di 18’ê Gulana 1977’an de li Dîlokê da. Berxwedana me ya azadiyê û partiya me ku pêşenga me ya azadiyê ye, ji bo bîranîna şehîdê me yê destpêkê yê mezin hevrê Hakî Karer ava bû. Rêber Apo ji bo hevrê Hakî Karer got ‘Mîna ruhê min ê veşartî bû’. Xwedîderketina rast a li bîranîna hevrê Hakî Karer bi xwe re berxwedan û şehadetên nû anî. Di 19’ê Gulana 1978’an de me li Hîlwanê hevrê Halîl Çavgûn şehîd da. Di êvara 17’ê Gulana 1982’an de çalakiya berxwedana dîrokî ya Çaran pêk hat ku zindana Amedê ronî kir. Di 16’ê Gulana 1997’an de nêzî 70 hevrêyên me li Hewlêrê ji aliyê xiyaneta PDK’ê ve hatin qetilkirin. Welê bû ku di her roja meha gulanê de bi dehan şehîdên me hatin dayin. Lewma meha gulanê bû ‘Meha Şehîdên Kurdistanê’, 18’ê Gulanê jî bû ‘Roja Şehîdên Kurdistanê’.

‘Em hevrê Hakî bi hurmet û rêzdarî bibîrtînin’

Em Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê kurd ketine meheke nû ya Şehîdan û dikevin rojeke nû ya şehîdan a 18’ê Gulanê. Di salvegera 46’an a şehadeta wî de pêşengê şoreşger ê mezin hevrê Hakî Karer bi rêzdarî, hurmet û minetdariyeke xurt bi bîr tînin. Di şexsê hevrê Hakî Karer de em şehîdên leheng ên meşa azadiyê ya mezin a pêncî salî bi rêzdarî û bi hurmet bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku armancên wan bi ser bixînin û xwedî li bîranîna wan derkevin. Em Rêber Apo ku xwe weke ‘Berdevkê Şehîdan’ pênase dike û berxwedana dîrokî ya Îmraliyê silav dikin. Em destnîşan dikin ku di sala 47’an a têkoşînê de li ser xeta Rêbertî û Şehîdan li ber xwe bidin û teqez bi ser bikevin.

Doza wan ji me re hiştine em ê bi serkeftinê tacîdar bikin

Weke ku tê zanîn di meha gulanê de şehîdên mezin ên Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê hene. Di 6’ê Gulana 1972’an de Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan li Enqereyê hatin darvekirin. Di 18’ê Gulana 1973’an de Îbrahîm Kaypakkaya li emniyeta Amedê bi îşkenceyê hate qetilkirin. Dawiya meha gulanê Sînan Cemgîl û hevalên wî li Nûrheqê di şer de şehîd bûn. Di salvegera 50’emîn a şehadeta wan de pêşengên şoreşger ên mezin Îbrahîm Kaypakkaya û Sînan Cemgîl, di şexsê wan de jî şehîdên lehegn ên têkoşîna demokrasî û sosyalîzmê ya Tirkiyeyê hemûyan bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Rêber Apo ji bo xwedîderketina li vê bîranînê dest bi têkoşîna azadiyê kir, berxwedana şoreşgerî gihand vê astê û ji niha û pê ve jî li ser heman xetê wê bê meşandin.

‘Xeta şehîdan dibe serkeftinê’

Aşkere ye ku bilindahî û mezinbûna vê dozê bi şehîdên wê diyar dibe ku di oxira wê de hatine dayin. Şehîdên di wê oxirê de hatine dayin, bûn şahid û nîşaneya mezinbûn û serkeftina wê dozê. Pêşketinên erênî hemû bi têkoşîna li ser xeta şehîdan, bi pêşengiya şehîdan têne bidestxistin. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê jî tevgereke bi vî rengî ya dîrokî ye. Doza Azadiyê ya Kurdistanê dozeke bi vî rengî ya bilind e. Çavkaniya mezinbûna wê jî bi deh hezaran şehîd e ku ji hevrê Hakî Karer destpê kir û heta niha li Zap, Avaşîn û Metînayê dewam kir. Xeta serkeftinê ji aliyê şehîdên me yên leheng ve hate diyarkirin, ku bêdudilî li dijî dijminê faşîst-qirker li ser xeta fedaî şer kirin.

‘Şehîd paşeroj û pêşeroja me ne’

Şehîdên me hêza herî bingehîn e ku me weke gel û tevgerê perwerde dikin, bi rêxistin dikin, dikin yek û dimeşînin. Dema me ya bihurî, îro û paşeroja me ye. Her tim û li her derê çavkaniya me ya herî bingehîn a hêzê ne. Her tim pêşeng û fermandarên me yên têkoşîna azadiyê ne. Aşkere ye ku di nava pêncî salên dawî de her tiştên bi navê azadiyê bi dest ketin li ser bingeha fedakarî û wêrekiya şehîdên me yên leheng hatin bidestxistin. Dema ku em li ser xeta şehîdan bi rengekî rast dimeşin, em her tim bi ser dikevin. Lewma me timî xwe li ser xeta şehîdan perwerde kir, lêpirsîn kir û li ser vê bingehê timî xwe sererast kir, nû kir. Bi pratîbûn û milîtanbûna rast, em ketin ser xeta serkeftinê.

‘Tişta esas ew e ku em têkoşînê baş fêm bikin’

Bêgûman ev rastî wê ji niha û pê ve jî bi vî rengî be. Weke tevger û gel em ê xwe timî li ser xeta Rêbertî û Şehîdan perwerde bikin û li dijî dijmin li ser vê bingehê şer bikin, serkeftinên nû û hîn mezintir biafirînin. Ji xwe dijminê faşîst, mêtinger û qirker rêyeke cûda ji me re nahêle. Vaye encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê jî ji me dixwaze ku li dijî siyaset û mejiyê faşîst-qirker bêrawestan û bi rengekî hîn xurt têbikoşin. Destnîşan dike ku têkoşîna li dijî siyaset û mejiyê faşîst-qirker tenê bi hilbijartinê bi ser nakeve, li dijî wê divê bi her rê û rêbazê û bi rengekî timî têkoşîn bê meşandin. Bêgûman em ê li gorî vê yekê tevbigerin û ji bo hilweşandina faşîzmê, ji bo şikandina tecrîdê û li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo azadkirina Kurdistanê û demokratîkkirina Tirkiyeyê li her qadê em ê berxwedana antî faşîst hîn bi xurtî bi pêş ve bibin.

‘Têkoşîna piralî û bandor bi fêmkirina şehîdan pêkane’

Vaye weke tevger û gel û dostên kurdan em li ser vê bingehê dest bi meh û roja şehîdan dikin. Şert û merc ji me dixwazin ku li dijî mejî û siyaseta faşîst-qirker têkoşîneke hîn bi bandor û piralî bimeşînin. Ji bo em karibin di têkoşîneke bi vî rengî de bi ser bikevin divê em rastiya Rêbertî û şehîdan ji her demê bêhtir rast fêhm bikin û bi serkeftî bi cih bînin. Divê em xwe li ser xeta şehîdan û rêbertî hîn bêhtir perwerde bikin, bi rêxistin bikin.

Li ser vê bingehê em bang li hemû hevrêyên partiyê, gelê xwe yê welatparêz, dostên xwe yên demokratîk dikin ku di xeta şehîdan û rêbertî de hîn bêhtir rexnedayina xwe bidin, xwe lêpirsîn bikin, nû bikin û rastiya şehîdên leheng rast fêhm bikin ku bi hevrê Hakî Karer destpê kir û heta hevrê Gulçiya, Hêjar û Dilxwaz dewam kir, çalakiyên fêhmkirinê lidar bixin, serdana şehîdgehan bikin, hîn bi rengekî rast xwedî li rastiya şehîdan derkevin, her tim li ser xeta şehîdan bimeşin, dijminê qirker-faşîst têk bibin, jiyaneke azad a xwe dispêre azadiya jinan li Kurdistanê bi xurtî ava bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar