Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

HPG: Êrîşên AKP-MHP’ê bi rêk û pêk dewam dikin

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin: "Tevî ku hêzên me di pozîsyona bêçalakîtiyê de ne, operasyonên rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst bi rêk û pêk dewam dikin. Lewma jî şer diqewime û ji herdu aliyan windahî çêdibin."

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate gotin: “Tevî ku hêzên me di pozîsyona bêçalakîtiyê de ne, operasyonên rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst bi rêk û pêk dewam dikin. Di encamê de di navbera leşkerên derdikevin operasyonê û hêzên me de şer diqewime û ji herdu aliyan windahî çêdibin. Herî dawî li qada Besta ya Şirnexê, ji ber operasyonên li ser herêmên hêzên me hatin kirin, li gorî agahiyên destpêkê çend caran şer qewimî, di encamê de 4 leşker û cerdevanek hatin kuştin. Her wiha 2 hevrêyên me şehîd bûn. Agahiyên li ser vî şerî piştre wê bi berfirehî bi raya giştî re bêne parvekirin.”

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

“Li herêma Zapê;

15’ê Gulanê saet di 10:30’î de dagirkeran êrîşî Qada Berxwdanê ya Girê FM’ê kirin. Hêzên me jî ji bo xweparastinê bersiv dan.

15’ê Gulanê saet di 11:00 û 11:30’î de dagirkrean êrîşî Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kirin. Hêzên me ji bo xweparastinê bersiv dan êrîşê.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

15 û 16’ê Gulanê Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê, derdora gundê Yekmalê yê Garê, quntara Kanî Sarkê, Girê Zengil û Xêrê 6 caran bi balafiran hatin bombekirin.

14, 15 û 16’ê Gulanê Qadên Berxwedanê yê Girê Cûdî û Girê FM’ê, qada Girê Ortê ya Metînayê û çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê 15 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Di encama van êrîş û bombardûmanan de windahî ji hêzên me çênebûne.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar