Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Şêniyên Mexmûrê serdana şîna Viyan Ozgur kirin

Şêniyên Mexmûrê berê xwe dan şîna ji bo Serkeftin Demîr (Viyan Ozgur) hatî danîn ku 21’ê Nîsana 2023’an li Zapê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şehîd Serkeftin Demîr (Viyan Ozgur) ku di 21’ê Nîsana 2023’an de, li Zapê di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, konê sersaxiyê hat vedan.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo Şehîd Viyan Ozgur ku di 21’ê Nîsana 2023’an de li Zapê di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû konê sersaxiyê hat vedan. Konê sersaxiyê ji aliyê sazî, dezgehên û xelkê wargehê ve hat ziyaretkirin. Beriya ku axaftin were kirin, di kesayeta şehîd Viyan Ozgur de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê xelkê wargehê Mamoste Leyla Arzû Îlhan axivî.

Mamoste Leyla Arzû Îlhan di destpêka axaftina xwe de, di kesayeta Şehîd Viyan Ozgur de tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê bi bîr anî û wiha got: “Em di mehek girîng de ne ku Rêber Apo jî vê mehê weke meha şehîdan bi nav dike. Em niha li pêşberî du lehengan, du qehremanên vî gelî ne ku bi hêrsa şikandina dagirkeriyê, her wiha bi hêrsa bilindkirina tekoşînê jiyan kirine û gihiştîn şehadetê. Em wan şehîdan bi bîr tînin û bejna xwe li hember têkoşîna wan û hêza wan ya berxwedanê di tewînin. Wek tevger jî em dizanin ev 50 sal in tekoşînek tê meşandin lê bi taybet di van salên dawî de bi konsepta çokşikandina li tevgera azadiyê û qirkirina gelê Kurd dayî destpêkirin, pêvajoyek herî dijwar tê jiyan kirin. Ji ber wê cangoriyên me li Zapê gotin ne tenê heta xwîn di laşê me de hebe, heta ku parçeyek ji laşê me mabe emê tekoşîn bidin meşandin. Em ê rûmeta gelê xwe, xaka gelê xwe ya pîroz ku bi hezar salane li ser jiyan dike biparêzin. Heval Viyan jî yek ji wan kesayetên ku di singa Zapê de li himberî dagirkeriyê tekoşîn dayî meşandin û ji rêhevalên xwe re pêşengtî kirî û serkeftina Zapê bi me dayî jiyan kirine. Bi vê boneyê em dubare dibêjin destpêkê serê Rêber Apo saxbe, serê malbata hêja, rêhevalên wê û tevahî gelê Kurd yê azadîxwaz û gelê wargeha Mexmûr saxbe.”

Piştî axaftina Leyla Arzû Îlhan, li ser navê malbata şehîd Viyan, Mela Elî Spêrtî axivî û destpêkê xêrhatina xelkê amade kir û wiha peyîvî: “Em ji bo pesnê şehîdan tenê dikarin tiştekê bêjin ew jî ev e, em hemû peyrewên Rêber Apo ne, em li pey doza Rêber Apo ne û em hemû Serok Apo wekî rêberê xwe, hebûna xwe û her tiştê xwe dibînin. Rêber Apo bi xwe dibêje; şehîd rêberên min in, madem Rêber Apo wisa dibêje gotinek ku em ji bo şehîdan bêjin êdî namînin. Di dinyaya me de jî rewş bi vî awayî ye û di ola Îslamê de jî şehîd di pileya duyemîn de ye ango piştî pêxemberan tê, ji bo wê jî rûmeta herî mezin a piştî pêxemberana ya şehîdan e. Em di wê hêviyê de ne ku Xwedê me ji şefaeta wan bê mirad neke. Her pêvajoyekê şehîdên wê hene, ev pêvajoya dawiyê ya Zap, Xakurk, Metîna û Avaşîn ango şerê tunelan şehîdên ku di vê pêvajoyê de çêdibin şehîdên encam girin. Şehîdên me hemû ji me re girînigin û pîroz in, lê ev şehîdên vê dawiyê bi hêviya ku em dibêjin wê ev şehîd encamgir bin, wê encama tekoşîna wan, rêxistinkirin, fedekarî û xwînrijandina wan dê biçe serkeftinê. Em bi wê hêviyê û bi wê kêfxweşiyê şahadeta heval Viyan û hevalên wê li tevhî gelê Kurdistanê, li Rêber Apo, rêhevalên wê, malbatên şehîdan û bi taybet li wargeha Şehîd Rustem Cûdî pîroz dikin û dibêjin Şehîd Namirin, Bijî Serok Apo.”

Piştî axaftinan dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar