Li Îranê zext û ferzkirinên hîcabê ya li ser jinan her ku diçe zêdetir dibe. Jinên dikandar û karmend ên li hemberî zext û gefên ji bo ferzkirina hîcabê ya ji aliyê dewleta Îranê ve tê kirin bertek nîşan dan.
‘Gefa hîcabê her roj tê xwarin’
Ş.R yek ji dikandarên bajarê Sineyê ye anî ziman ku mexmûrên çavder rojane venêrînê li ser wan dikin û wiha domand: “Mexmûrên çavdêr serê xwe dikin dikanan û her dem çavdêriya kincên me dikin, gelek caran min û mişteriyên min, ji ber kincên min hişyar kirine. Ji ber ku piraniya mişteriyên min jin in û piraniya wan jî bê çarşef (şal) tên dikanê û hişyarî dan wekî bêrêziyek ji wan re ye. Ez nikarim ji hevzayenda xwe re bibêjim şalekî li xwe bike, ji ber ku ez bi xwe nakim.”
Ş.R bal kişand ku gelek caran gef lê hatiye xwarin wiha got: “Tevî ku her carê gef li min hatiye xwarin ku dikanê bigrim jî min tu carî ev tişt qebûl nekiriye û heya ew bi vê nivîsa ‘Ji kerema xwe re hicabê biparêzin’ hatin û li ser dîwarê dikana min xistin. Her roj ez têm dikanê û wê dibînim. Ev yek wekî çakûçek li ser serê min e. Ew her roj tên çavdêrî dikin ji bo ku bibînin, min kaxiz jê kiriye yan na.”
‘Hîcaba mecbûrî li me tê ferz kirin’
Jineke din a bi navê B.Q ku karmenda yek ji dezgehan e bal kişand ku ji bo her tiştekî ew li xwe dikin an jî hildibijêrin hişyarî ji wan re tê û ev yek zextek mezin e li ser wan, wiha got: “Em ji yên ku karên serbixwe yên wan hene zêdetir di bin zextê de ne. Manto û mexle têrê nake divê heya neynûkên me jî werin girtin û her çend car ji bo çavdêriyê tên ser û lingên me jî kontrol dikin da ku bizanibin em kî ne. Wekî ku em robot bin û divê bi tevahî di bin kontrola wan de bin. Em nikarin rengan bi kar bînin û rengên reş û tarî jî rengên wan ên meqbûl in. Çendekî berê ji ber cilaya zer û nerm li ser neynokên min, hatim cezakirin. Karkirin di dezgehan de wisa xuya dikir rehet nîn e û yek ji pirsgirêkên me yên mezin hîcaba mecbûrî ye.”
‘Ji jinên bê hîcab re xizmet nayê dayîn’
B.Q destnîşan kir ku ne tenê ew gelek caran muşteriyên wan jî tên hişyarkirin û rastî gefên mexmurên çavderê tên wiha bi dawî kir: “Mişterî gelek caran bi hicaba serbixwe tên dezgehê û ji aliyê daîreya giştî ve destûr hatiye ku xizmet ji bo jinên bê hicab neyê kirin lê bi paşguhkirina destûrek wiha, em ji berê zêdetir û bi kêfxweşî dest bi karê wan dikin. Heya rûpelên me yên medyaya civakî jî tên kontrolkirin û em nikarin wekî jinên din li ser van rûpelan bixebitin. Heke wêneyek me bê çarşef were dîtin, em ji kar tên avêtin.”