PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Îran xwe dixe dewsa xweda û mirovên bê guneh dar ve dike

Dewleta Îranê mîsyona xweda li xwe bar kiriye û her kesê li hember wê behsa mafê xwe dike bi darvekirinê tê ceza kirin. Doh jî dewleta bêexlaq 4 girtiyên din ji bo îdam bike sewqî Girtîgeha Qezalhasarê kirin.

Malbatên 4 girtiyên ku ji bo îdamkirina Îranê sewqî Girtîgeha Qezalhasarê hatibûn kirin, li ber girtîgehê dest bi çalakiya rûniştinê kirin, li gelek bajaran jî gel daketin qadan û nerazîbûn nîşan dan.

Welatiyên ku li gelek bajaran bi taybet li Îsfehan, Tehran, Kerec, Zahîdan û Meşhedê daketin qadan bi dirûşmên “Bimre dîktator”, “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin”, “Em ê feqîrî û buhabûnê bin bixin”, “Bimre îdamê”, “Bimre Xamineyî” bi vêxistina agir li kolanan çalakî li dar xist.

Herî kêm 4 girtiyên bi navê Seîd Gravand, Şahab ​​Gravand, Semad Gravand û Huseyîn Gravand ji bo bên îdamkirin sewqî Girtîgeha Qezalhasar a bajarê Karazê hatin kirin. Tê payîn ku girtiyên di hucreyên yek kesî de dê bên îdamkirin.

Piştî malbatan hîn bûn ku girtî ji bo înfazê hatine şandin, hatin pêşiya girtîgehê û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Divê her kesê ji xwe re mirov dibêje bêdeng nemîne!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar