Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Salı - 9 Temmuz 2024

Meclîsa Gel a Mexmûrê: Rojava, Şengal bi ser ket wê Mexmûr jî bi ser bikeve

Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê piştî hevdîtina bi rayedarên Iraqî re daxûyaniyek da û got: “Me îradeya xwe teslîmî dewleta tirk nekiriye, teslîmî Iraqê jî nakin. Berxwedan jiyan e, yên ser bikevin em in.”

Piştî ku artêşa Iraqê hewl da bi wesayîtên zirxî û leşkerî bikevin Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), têl û kuleyan danin, gel herikîn pêşiya wan û artêşa Iraqê dan sekinandin.

Li ser vê yekê şandeyeke xelkê Mexmûrê bi rayedarên Iraqî re hevdîtin kir. Piştî hevdîtina bi saetan li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fîlîz Bûdak derket pêşberî gel û axivî.

‘Bila ewilî wargehê ji êrîşên dagirkerên tirk biparêzin’

Bûdak bal kişand ser van xisûsan: “Artêşa Iraqê bi leşker û polîsan xwe ve xwest derdorê dorpêç bike, vîn û îradeya me ji nedîtî ve bê. Em gelê Mexmûrê nêzî 30 sal in me îradeya xwe radestî kesê/î nekiriye, em nakin. Hikûmeta Iraqê tu pirsgirêkên me çareser nake, ewlehiya me naparêze û niha dixwazin li dora wargehê kuleyan deynin. Her weke ku tu êrîşên esmanî ser wargehê nebe, dîsa bê pirsgirêk be, pêwîstiyên jiyanî nîne, tenê pirsgirêka ew e ku kuleyan deynin dora wargehê.

‘Em weke civak gav bi şûn ve navêjin’

Ev saetek em bi hev re dişêwirin, diyar dikin ku bi israr wê kuleyan daynin. Ew îdîa dikin ku gel vê dixwazin. Me jî ji bo wan got; gel xwedî îrade ye û li vir e. Ev gel qebûl nake, 30 sal in têkoşîn dike. Tevî hemû nîqaş û gotûbêjê israr dikin ku kuleyan danin. Em jî weke civak gav bi şûn ve navêjin. Em îradeya xwe teslîmî wan pêşmergeyên ku werin li van kuleyan bisekinin, nakin. Gel li vir e, biryar a gel e. Tişta ji bo me bimîne berxwedan e em bikin. Pêwîst bike em ê bi şev û roj li vir rûnin. Em îradeya xwe teslîm nakin. Me îradeya xwe teslîmî dewleta tirk nekiriye, teslîmî Iraqê jî nakin. Berxwedan jiyan e, yên ser bikevin em in. Rojava, Şengal bi ser ket wê Mexmûr jî bi ser bikeve.

Piştî daxûyaniyê dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ hatin berzkirin.

Bendewariya gel a li bin konan dewam dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar