Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin û dixwazin kujer bên darizandin di hefteya 947’an de li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Mûsa Pîroglu, Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şaxa Stenbolê Ûmît Efe jî tevlî çalakiya Dayikên Şemiyê bûn.
Dema kom hatin Qada Galatasarayê, ji aliyê polîsên dewleta qirkerê kurdan ve hatin dorpêçkirin û bi mertalan dora wan hate girtin. Rojnamevanên ku nûçe dişopandin jî bi darê zorê ji qadê hatin derxistin.
Eren Keskin û Ûmît Efe jî di nav de herî kêm 10 kes hatin destgîrkirin.