Hewldana Artêşa Iraqê ya ji bo têlkirina derdora wargeha şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dewam dike. Artêşa Iraqê doh danê siharê bi hêzek mezin, tevî çek û wesayîtên zirxî ve xwest têkeve wargehê û dora wan bi têlan dorpêç bike. Berxwedana xelkê Mexmûrê bê navber dewam dike.
Di van kêliyan de carek din Artêşa Iraqê bi hêzek mezin, tevî çek û wesayîtên zirxî dixwaze bikeve wargehê û dora wargehê bigre. Xelkê Mexmûrê li seytereyê dijî vê hewldanê di nava berxwedanê deye.