Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

KCK: Xwedî li Mexmîrê derkevin

KCK’ê, anî ziman ku dewleta tirk a faşîst û hevkara wê PDK, li pişt êrîşên hemberî Mexmûrê ne û got: “Banga me li hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê ew e ku bi partî û hêzên bi xelkê Mexmûrê re bin, rê li ber rewşên neyînî bigirin û planên Komara Tirkiyeyê û PDK’ê pûç bikin.’’

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê ku li ser êrîşên hêzên artêşa Iraqê yên hemberî wargeha Mexmûrê daxûyanî da, got ku hikûmeta Iraqê li dijî xelkê Mexmûrê ku li dijî dewleta tirk a faşîst li ber xwe dide, dixwaze bi rêya zordestiyê hin biryaran pêk bîne.

Komîteyê, di daxûyaniyê de anî ziman ku li pişt vê ferzkirina artêşa Iraqê, dewleta tirk a faşîst û hevkara wê PDK hene û wiha got:  ‘’Dewleta Komara Tirkiyeyê ku başûrê Kurdistanê buhust bi buhust dagir dike, planên berfirehkirina sînorên xwe heta Mûsil û Kerkûkê heye. Ji wê boneyê, tiştên ji mil tê dike, dikeve hewila bikaranîna her fersendê. Bi vê armancê, li dijî gelê me ku li Şengal, Mexmûr û derên din dijî, bi awayekê sîstematîk sûcên şer dike, bêrêziyê li mafê serweriyê yê başûrê Kurdistanê û Iraqê dike.

‘Hewl didin ku gelê me yê teslîmê dewleta tirk nabe, teslîm bigirin’  

Gelê me yê li Mexmûrê dijî, ji ber ku serî li ber dewleta tirk a faşîst xwar nake û tawîz ji kurdîtiya xwe ya azad nade, ji ser axa xwe hatiye koçberkirin. Bi ferzkirin û ambargoyê hewil didin ku gelê me yê teslîmê dewleta tirk nabe, teslîm bigirin.

‘Divê hikûmeta Iraqê nê lîstokên dewleta tirk a dagirker û şirîkê wê’

Wargeha Mexmûrê di bin ewlehiya NY’yê û dewleta Iraqê de ye. Dewleta tirk, gelê me yê li vê wargehê dijî, tim ji xwe re dike armanc. Bi bertekên kêm ên NY’yê û Iraqê, dewleta tirk yekcar wêrek dibe. NY û dewleta Iraqê, ji pêkanîna ewlehiyê û çareserkirina pirsgirêkên gelê me ku li wargehê dijî, berpirs in. Bi tiştên îro li Mexmûrê qewimîn, xuya bû ku ev hêz berpirsyariya xwe bi cih naynin, hewl didin ser neçareseriya heyî bi sûcekê girantir bigirin. Li dijî gelê me yê sivîl ku ji ber zextên dewleta tirk a nijadperest û faşîst, bûye penaber, çek hatine bikaranîn da ku bêyî îradeya wan dor lê bê girtin. Bêyî gûman cihê vê êrîşa hatiye kirin û pêkanîna tê ferzkirin, ne di nav mafên mirovan de jî di rûmeta mirovahiyê de nîn in. Bi rêbazeke wiha hem tu encam nehatiye girtin, bi ser de jî daxwaza taloqkirina wê hatiye kirin. Diyar e ku wê bi çek û zordestiyê pirsgirêkên mirovî zêde bibin. Lewma, banga me li hikûmeta Iraqê ew e ku dev ji bikaranîn û tundiya li dijî gelê me yê li Mexmûrê ku ji bo rûmeta xwe dijî, berde, diyalogê ji xwe re bike esas û ji bo çareseriya pirsgirêkan bikeve hewla çêkirina şirîkan.

‘Vê bêdengiya NY jî dibe şirîka vê tundiyê’

Ev wargeh, di bin ewlehiya NY’yê de ye. Ne mimkûn e ku NY’yê tundiya li dijî xelkê Mexmûrê, nedîtibe. Bi vê bêdengiyê NY jî dibe şirîka vê tundiyê. Ger ne wisa be, divê NY teqez tevbigere û ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi berpirsyariya xwe rabibe.

Çûyîna bi ser xelkê Mexmûrê de bi tundî, xizmet e ji dewleta tirk re ku wê dil heye Kurdistan û Iraqê dagir bike. Li gor ku me bihîstiye, dewleta Iraqê ku divê dev ji vê siyaseta neçareserkirinê berde, dixwaze bi hêzeke leşkerî ya mezintir biçe bi ser xelkê Mexmûrê de. Me hêvî ew e ku ev agahî ne rast be. Ya rast ew e ku li ser çareseriya pirsgirêkan şandeyeke rayedar bê diyarkirin û hevdîtin bi xelkê Mexmûrê re bê kirin. Em li hêviyê ne ku Iraq dev ji vê helwesta xwe berde ku rê li ber rabûna hêrsa civakî vekiriye û bikeve hewla çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê.

Bi vê boneyê, banga me li hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê ew e ku bi partî û hêzên bi xelkê Mexmûrê re bin, rê li ber rewşên neyînî bigirin û planên Komara Tirkiyeyê û PDK’ê pûç bikin.’’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar