Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

​​​​​​​’Erdogan gefa li ser herêmê ye û wê tirk zerarê ji vê bibîne’ 

Betakoşî anî ziman ku bi serketina Erdogan ya hilbijartinan de wê hem ji bo ewlehiya herêmê hem jî ji bo gelê tirk zerarê pir mezin bîne. 

Serokkomarê tirk Erdogan ku wekî serokê herî dîktator û nîjadperest tê wesifkirin, 20 sal e li ser desthilata Tirkiyeyê ye. Lê derfetên dûrxistina wî ji desthilatê hene.

14’ê Gulanê li Tirkiyeyê hilbijartinên parlamenterî û serokkomariyê li dar ketin. Hilbijartinên serokkomariyê ji bo tûra duyemîn man. Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Tirkiyeyê (YSK) encamên dawîn ên hilbijartina serokkomariyê ya 14’ê Gulanê weşandin. Li gorî wê, Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 49,24, Kemal Kiliçdaroglû ji sedî 45,07, Sînan Ogan jî ji sedî 5,28 deng girtin.

‘Rewşa Erdogan ne başe lê mûxalefet divê pir baş  bixebite’

Têkildarî şansên namzetan ên serketina di tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariya Tirkiyeyê de, lêkolînerê kar û barên Tirkiyeyê Mehmûd El Betakoşî axivî. El Betakoşî got: “Serokkomarê tirk Erdogan li pêşberî rewşeke zehmet e ku di 20 salên borî de mîna wê nedîtiye. Erdogan ji sedî 50 baweriya tirkan bi xwe qezenc nekir, ji hejmara giştî ya dengan ji sedî 49 deng bi dest xist. Ji ber vê yekê hilbijartin ji bo tûra duyemîn ma ku dê 28’ê Gulanê pêk werin.”

El Betakoşî bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê û wiha nirxandinên xwe domandin: “Rewşa aborî, bilindbûna rêjeya enflasyonê û zêdebûna bêkariyê bandoreke mezin li piştgiriya gel a ji bo serokkomarê Tirkiyeyê dike, ji ber vê yekê cara yekemîn di dîroka xwe ya siyasî de di serketina di hilbijartinên serokatiyê de bi ser neket.”

Mehmûd El Betakoşî paşdeketina Erdogan spart van sedeman: “Di dema dawîn de rewşa debarê ya beşeke mezin a welatiyên tirk xirab bû. Pispor û şîrovekar destwerdana Erdogan di siyaseta aborî de wekî sedema vê yekê nîşan didin. Di encamê de pereyê tirk têk çûn û rêjeya xizaniyê zêde bû.”

El Betakoşî diyar kir ku siyaseta aborî û civakî ya ku serokkomarê tirk dimeşand ji bo wê wekî rêya xilasiyê ye û wiha dom kir: “Di anketên beriya hilbijartinên serokkomariyê de Erdogan li paş bû, lê wê yekê alîgirên wî zêdetir kirin. Ya herî sereke jî bilindkirina mûçeyan bû.”

Têkildarî tifaqa 6 partiyên mûxalif di hilbijartinan de li dijî Erdogan Mehmûd El Betakoşî got: “Tu carî partî mîna vê carê nebûne yek. Mûxalîfan, şaştiyê ku serokê tirk ji dema hewldana darbeya binkeftî ya Tîrmeha 2016’an û guhertina pergala rêveberiyê li şûna parlamentoyê bi pergala serokatiyê dîtin. Ruxmî vê yekê Erdogan dikare bi zîrekiya xwe ya siyasî ya ku di 20 salên borî de girtiye, vê ezmûna zehmet derbas bike û bi vê yekê wê karibe di dawiyê de di hilbijartinan de bi serketinê qezenc bike.”

‘Bi serketina Erdogan re wê tirk wenda bike’ 

El Betakoşî bi domdarî got: “Eger serokê AKP’ê bi serkeve, dê Enqere destwerdanên xwe li kar û barên welatên derdorê, bi taybetî Sûriye, Iraq û Lîbyayê bidomîne. Erdogan van welatan wekî mîrasa pêşniyên xwe dibîne. Di encama vê yekê de dê aloziya aborî ya Tirkiyeyê kûrtir bibe, ji ber ku siyasetên derve yên Erdogan bûdceyeke mezin dixwaze, her wiha dê têkiliyên wî bi civata navneteweyî re xirabtir bibin.”

El Betakoşî bi domdarî got: “Eger Erdogan careke din bi serkeve, dê rewşa ne aştiyane û ne şer a di navbera Tirkiye, Yekitiya Ewropa û DYA’yê de dewam bike û sedema vê yekê spart 3 xalan: ”Yekemîn: Ji ber ku siyasetên wî dijber in û di gelek cihan de nêzî Rûsyayê ye. Erdogan pergala asîmanî ya S-400 a Rûsyayê kir. Lê nehiştin ku balafirên F-35 yên pêşketî yên Amerîkayê werbigire.

Duyemîn: Washington dê li gorî qanûna têkoşîna dijî hevrikên DYA’yê cezayan li ser desteya herî mezin a pêşxistina çêkirina pergalên parastinê yên Tirkiyeyê dewam bike. Ji wê zêdetir nakokiyên têkildarî xêzkirina sînorê Rojhilata Navîn zêde dibin. Ev nakokî jî gefan li xeyalê Erdogan ê tevlêbûna li Yekitiya Ewropayê dixwe.

Sêyemîn: Erdogan dê rola xwe ya hevseng di şerê Rûsya-Ukranyayê de bidomîne bêyî ku xwe aliyekî li ser hesabê aliyên digire. Her wiha wê hewl bide têkiliyên xwe yên bazirganiyê bi Moskova re baş bike, ji ber ku Tirkiye bingehek ji nû ve hinardekirinê pêk tîne,  dibe ku rê bide Rûsiya ku cezayên aborî binpê bike û xwe bigihîne bazarên derve. Dibe ku Washington cezayê duyemîn li Eqnereyê bibire, lê di encamê de dê ziyan bighêje gelê tirk.”

‘Hilbijartinên pêk hatî de binpêkirin gelek zêde bûn’

Hatibû diyarkirin ku di tûra yekemîn a hilbijartinan de binpêkirin ji aliyê desthilata tirk de hatin kirin, li ser vê yekê lêkolînerê kar û barên Tirkiyeyê Mehmûd El Betakoşî got: “Bê gûman propogandaya hilbijartinan alîgirê Erdogan û AKP’ê bû. Ev yek dê bandoreke neyinî li pakbûna proseya hilbijartinan bike. Divê wekhevî di navbera hemû namzetan de hebe. Lê rejîma tirk di dema propagandaya hilbijartinan de hewl dida mûxalîfan tengav bike. Ev hemû xwedî bandor in, dibe bandora ya herî biçûk li diyarkirina vebijêrka welatiyên tirk be, dibe ku welatî neçar bimîne ku dengê xwe bide Erdogan û partiya wî û bi vê yekê dibe ku serkeftinê di hilbijartinên 28’ê Gulanê de bidest bixe “

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar