Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

HPG’ê nasnameya 2 pakrewanan aşkere kir

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd aşkere kir û got, "Em soz didin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd heta serketinê bênavber bidomînin û bîranînên wan li welatê xwe yê azad zindî bihêlin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd ev daxûyanî da:

“Gerîlayê Azadiya Kurdistanê bi îradeya Apoyî li dijî êrîşên dewleta tirk a faşîst a qirker li ber xwe dide û doza azadiya gelê me didomîne. Zarokên gelê me yên herî hêja, xwedî rûmet, leheng û fedekar, bi her cure fedekariyê û fedakirina jiyana xwe pêşengiya doza me ya azadiyê dikin. Hevrêyên me Rêzan û Azad ku di berxwedana 2022’yan de cih girtin, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a qirker, piştî ku bi cesareteke mezin bê teredut şer kirin, rola xwe ya dîrokî lîstin di êrîşên dijmin de şehîd bûn. Hevrêyên me Rêzan û Azad ku ji Erzirom û Tûzxurmatuyê tevlî nava refên PKK’ê bûn, bûn sembola hişmendiya xurt a welatparêzî, têkoşîna rizgariya neteweyî û lehengên rastîn ên gelê me. Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe û ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd heta serketinê bênavber bidomînin û bîranînên wan li welatê xwe yê azad zindî bihêlin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye

  Nasnav: Rêzan Dêrsim

  Nav û paşnav: Serdar Sumbul

  Cihê jidayikbûnê: Erzirom

  Navê dê û bav: Gulsen – Nazir

  Dîrok û cihê şehadetê: 10’ê Kanûna 2022’yan / Metîna

Nasnav: Azad Xazî

  Nav û paşnav: Zîrek Lokman

  Cihê jidayikbûnê: Tûzxûrmatû

  Navê dê û bav: Bexal – Lokman

  Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê Kanûna 2022’yan / Zap

Rêzan Dersîm

Hevrêyê me Rêzan li navçeya Qereyazî ya Erziromê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Malbata hevrêyê me Rêzan ku li herêmeke ku li Kurdistanê zextên dijmin herî zêde lê dijîn, serî li ber zext û êşkenceyan netewandin; karîbûn rûmet û nasnameya xwe ya welatparêzî biparêzin. Malbata giranbuha ya hevrêyê me Rêzan ku ji ber her kêliyê di bin zext û zordariya dijmin de ne û ev zilm û êşkence roj bi roj zêde dibin, neçar man warên xwe biterikînin û biçin metropolên Tirkiyeyê.  Lê li vir jî hişmendiya kurdayetiyê parastiye û çand û erdnîgariya xwe ji bîr nekirine. Hevrêyê me Rêzan ku di malbateke wisa hêja de ji dayik bû û mezin bû, bêguman ji taybetmendiyên welatparêziya malbat û derdora xwe bandor bû. Hevrêyê me yê ku ji zarokatiya xwe de girîngiya gerîlatiyê ji bo gelê me dizanibû, xeyal dikir ku bibe gerîla. Wî ev xewna xwe bi xwe re mezin kir û dema wext hat, ji pêkanîna vê xewnê dudilî nebû, lê bi taybetî jî piştî koçî Stenbolê bûye, nakokiyên wî zêde bûye û li aliyê din jî firsend dît ku rastiya dijmin ji nêz ve bibîne. Hevrêyê me yê ku di demên ku lêgerînên wî zêde bûn de di nava xebatên ciwanan de cih girt û demekê di vî warî de xebat meşandin. Ji ber ku xizmên hevrêyê me yên nêzîk tevlî nava refên gerîla bûne, hevrêyê me Rêzan gelekî bandor kiriye, lewma fikiriye ku di zûtirîn dem de tevlî nava refên gerîla bibe û xeyala xwe ya zarokatiyê pêk bîne û berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelê me bi cih bîne. Li ser vê bingehê di sala 2018’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, pêşî di nava xebatên Komalên Ciwan de cih girt. Bi perwerdeya ku li vir dît re jiyana çiya û gerîla nas kir û bi coş û kelecaneke mezin tevlî jiyanê bû. Her kêliya xwe bi xwe perwerdekirinê re derbas kiriye, ji bo bibe xwedî taybetmendiyên milîtaniya Apoyî ked û hewldaneke mezin daye. Her wiha beşdarî xebatên binesaziya şerê tunelan bû ku îro yek ji stûnên girîng ên şerê me ye. Bi baweriya serkeftina şerê tunelan bê rawestan xebitî û bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedekar ji hemû hevrêyên xwe re bûye mînak. Hevrêyê me vê pêvajoya lêhûrbûnê ji bo xwe weke pêvajoya herî watedar ên jiyanê pênase kiriye û diyar kiriye ku divê her ciwanê Kurd vê jiyana watedar bijî. Hevrê Rêzan ku ji ber meraq û daxwaza xwe ya qada leşkerî timî pêşniyaz dikir, gihişt vê armancê û derbasî qada leşkerî bû. Hevrêyê me Rêzan ku tu carî tevlîbûneke asayî ji bo xwe qebûl nedikir, ji bo bibe gerîlayekî jêhatî her tim hewl da û xwe perwerde kir. Bi taybetî di gerîlatiya serdema nû de ji bo bigihêje asteke profesyonel xwedî kedeke bêhempa bû. Ji bo vê jî tevlî perwerdeyên pisporiya leşkerî bûye û bi perwerdeya ku dîtine, hîn bûye ku gerîlatî ne tenê ji fêrbûna zanyariyên teknîkî pêk tê, lê divê di warê bîrdozî û kesayetî de xwediyê avahiyeke gihîştî be. Ji bo vê jî lêhûrbûnên xwe kûrtir kir û karî bibe milîtanekî pêşeng ê serdema nû û ji bo fermandariyê bibe namzetekî bi hêvî. Ji ber ku di demeke ku şer dijwar bû de tevlî nava refên gerîla bû, xwest biçe herêmên ku şer lê germ bû. Bi taybetî jî xwest biçe Bakurê Kurdistanê û derbeyên giran li dijmin bide û tola gelê me hilîne. Ji bo vê yekê li ser hûrgiliyên herî biçûk rawestiyaye û biryar daye ku li Bakurê Kurdistanê destkeftiyên girîng pêk bîne.

Lê dema ku êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kir, di berxwedana dîrokî de cih girt. Di her firsendê de derbe li dagirkeran dixist û bi ruhê xwe yê bilind ê êrîşkar pêşengiya hevrêyên xwe dikir. Dîsa di 10’ê Kanûna 2022’yan de dema ku êrîşên dijmin dijwar bûn, bi komek hevrêyên xwe re li dijî dijmin çalakiyek pêk anîn û di vê çalakiyê de, di cezakirina gelek dagirkeran de roleke girîng lîst. Hevrêyê me Rêzan ku bi kesayeta xwe ya zelal, dilnizm û kedkar kariye nûnertiya taybetmendiyên milîtanên Apoyî bike, di vê çalakiyê de heta nefesa xwe ya dawî bi awayeke fedaî şer kiriye û têkneçûyîna partiya me PKK’ê careke din di şexsê xwe de îspat kiriye.

Azad Xazî

Hevrêyê me Azad li bajarê Tûzxûrmatûyê yê başûrê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Hevrêyê me Azad ji ber ku di nava malbateke ku girêdayî kevneşopî û çanda xwe ya Kurdî bû, hatiye dinê bi vê çanda dewlemend mezin bûye û ji polîtîkayên qirkirina çandî yên hêzên mêtinger bandor nebûye. Lê bi taybetî ji ber ku qada lê dijî her tim bi şer bû, hêzên cuda li ser van qadan hesab dikirin û timî şer diqewimîn, bûye sedem ku ji bo hevrêyê me Azad guman çêbibin. Dema ku gumanên xwe bi wate kirin bi rastiya kurd re rû bi rû hat û ferq kir ku di rastiyê de pirsgirêka Kurd ne eleqeyî nediyartiya ku tenê li qadên lê dijî ye. Lewma li ser gumanên heyî yên nû zêde bûn û pirsên ku divê bersiva wan bên dayîn, zêdetir bûne. Hevrêyê me ku lêgerînvanekî jiyana watedar e, ji bo bersiva van pirsan bibîne lêhêrbûn kiriye û lêkolîn kirine. Di van lêkolînên xwe de bi rastiya partiya me PKK’ê û Rêbertî re rû bi rû hatiye. Bi taybetî bi pêşengiya Partiya me ji Başûrê Kurdistanê hetanî Rojavayê Kurdistanê li gelek qadan li dijî çeteyên DAIŞ’ê û li giştî Kurdistanê li dijî dagirkeran berxwedanên destanî hatin raberkirin û vê yekê hevrêyê me Azad bandor kiriye. Dîsa di vê pêvajoyê de hin hêzên ku îdîa dikin ku destkeftiyên gelê me diparêzin, li hemberî êrîşên li dijî gelê me berxwedan raber nekirin û vê yekê hevrêyê me Azad hîn nêzîktirî partiya me PKK’ê kiriye. Dema ku hevrêyê me Azad di pêvajoya lêgerîn û lêpirsînê de hevrê Şukru Serhat nas kiriye ku kedkarê Partiya me PKK’ê ye û kadroyê bi dehan salan e. Ji hevrêyê Şukru gelek bandor bûye ku bi kesayeta xwe ve bi PKK’ê şêwe girtiye, tevgerên wî, nêzîkatiyên wî yên mirovî bandor bûye. Di şexsê hevrê Şukru de PKK bi şênber dîtiye, nas kiriye û ji xwe re mînak girtiye. Weke ciwanekî bi rûmet û welatparêz fikiriye ku divê ew jî xwedî li destkeftiyên gelê me derbikeve û divê xeyalên azadiyê yên bi sedan salan a gelê me pêk bîne. Hevrêyê me Azad biryar daye ku ev yek encex bi tevlîbûna nava refên PKK’ê pêkan e û berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bûye.

Hevrêyê me Azad bi tevlîbûna nava refên gerîla çavên xwe ji jiyanek nû re vedike û bi saya kesayeta xwe ya cewherî di fêrbûna jiyana gerîla û çiya de zorî nekişandiye. Ji bo pêkanîna armancên xwe yên mezin hevrêyê me bawer kiriye divê her kêliyê xwe perwerde bike û bi vê zanebûnê nêzî perwerdeyan bûye, her tişta ku jê re hatî fêrkirin ji nişka ve fêm kiriye û derbasî pratîkê kiriye. Ji têkiliyên hevrêtiyê yên Partiya me û taybetmendiyên azadîxwaz û wekhevîxwaz bandor bûye. Ji bo vê yekê xwedî li Partiya derketiye. Ji bo bibe mîlîtanek pêşeng ê Apoyî bûye xwedî têkoşînek bê hempa. Hîna ji demên destpêkê yên jiyana xwe ya gerîlatiyê û vir ve bi tevlîbûna xwe ya dirûst, bi kesayeta xwe ya fedakar û kedkar rêz û hezkirina hevrêyên xwe qezenc kiriye. Piştî perwerdeya şervanê nû, hevrêyê me Azad derbazî qada Qendîlê bû û li vir di nava gelek xebatên cuda de cih girtiye. Bi taybetî bi hewldanekî mezin tevlî xebatên amadekariyên tunelan bûye. Hevrêyê me Azad bi dil ji serkeftina taktîkên gerîla ya demê nû bawer kiriye û xwe di van taktîkan de kûr kiriye û fêm kiriye ku divê pispor be. Li ser vî bingehî giranî daye perwerdeyên leşkerî. Di taktîkên gerîla ya demê nû de bûye pispor. Êrîşên zêde yên dewleta tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîn û şehadetên ku di van êrîşan de çêbûne, hevrêyê me Azad bandor kiriye. Hevrêyê me ji bo tolhildana hevrêyên xwe dixwest biçe qadên ku şer lê zêde ye, gihişt vê xwesteka xwe û derbasî çeperê şer ê herî germ bûye.

Hevrêyê me Azad çû qadên ku êrîşên dagirkeriyê yên dijmin lê herî zêde ne û dixwest tola hevrêyên xwe yên şehîd bistîne. Fikiriye ku encex bi vî rengî dikare bibe layiqê hevrêyên xwe yên şehîd. Ketiye ferqê de ku dikare bi pêkanîna xeyalên wan bide dijîn û bi vê zanebûnê tevlî xebatan hemûyan bûye. Hevrêyê me Azad di qadên berxwedanê de ku bi cesaret û biryardariyek mezin lê bi cih digirt, bi tevlîbûna xwe ya bi moral, xwestek û kelecan ji hevrêyên xwe re bûye çavkaniya hêz û moralê. Îdîaya pêşengiyê her roja ku derbas dibe hîn mezintir kir û bûye mîlîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Azad 16’ê Kanûna 2022’an di êrîşa dijmin de şehîd bû. Bi kesayeta xwe ya xwezayî, sade û gihayî, bi tevlîbûna xwe ya bi wêrek û kedkar wê her tim di bîra hevrêyên xwe de be. Em di şexsê hevrêyê xwe Azad de, soza xwe car din dubare dikin ku heta pêkanîna xeyalên azadiyê yên şehîdên xwe, wê têkoşîna xwe hîn mezintir bikin û bidomînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar