Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind di şert û mercên tecrîda girankirî de tê ragirtin. Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ya Îmraliyê ya ji 3 kesên ji 3 welatên cuda pêk tê, li dijî tecrîda ku veguherî rewşa agahî negirtinê çalakî li dar xistin, hatin Tirkiyeyê. Heyetê li dijî tecrîda li Îmraliyê bi saziyên sivîl û bi taybet Buroya Hiqûqê ya Sedsalê re li ser rojeva tecrîdê hevdîtin pêk anîn. Wezîrê Dadê û Karên Navxweyî yê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson ku di heyetê de cih girt, Girava Îmraliyê wek laboratûvarekê nirxand û got ku ji vir ve pergala tecrîdê li hemû girtîgehan belav bûye. Jonasson bal kişand ser rola hêzên navneteweyî ya di komplo û tecrîdê de û got divê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê kurd lêborîn bê xwestin.
‘Îmralî dikare bibe laboratuvara aştî û demokrasiyê’
Jonasson diyar kir ku heyetê bal kişand ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di vê çarçoveyê de xebatên xwe didomînin. Jonasson anî ziman ku Girtîgeha Girava Îmraliyê weke laboratuvarekê dixebite û got: “Girava Îmraliyê li Tirkiyeyê laboratuareke zext û tundiyê ye. Îmralî dikare bibe laboratuvara aştî û demokrasiyê. Ji bo ku di vê mijarê de girîngiya Ocalan were fêmkirin, em dikarin derbasî pêvajoya ‘aştiyê’ bibin. Di pêvajoya çareseriyê ya berê de dema ku derî ji bo demekê hatin vekirin, di çareserî û demokratîkbûna pirsgirêka kurd de Ocalan xwedî gotin bû. Wî ew baş bikar anî. Vê yekê hem hêvî da kurdan hem jî hêvî da gelên Tirkiyeyê. Ev bi rastî girîng e. Heke em careke din behsa pêvajoya aştiyê bikin, divê deriyên Îmraliyê ji nû ve bên vekirin. Ya ku em daxwaz dikin ev e.”
Jonasson bal kişand ser pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û got: “Pergalên nû yên li Îmraliyê derketine holê, li girtîgehên Tirkiyeyê yên mayî jî belav dibin. Em vê yekê çavdêr dikin, em ê bi Konseya Ewropayê re parve bikin.”
‘Paradîgmaya Ocalan dikare li tevahî cihanê bê sepandin’
Jonasson bal kişand ser paradîgmaya Abdullah Ocalan a “demokratîk, ekolojin û azadîxwaziya jinan” û wiha got: “Di vê mijarê de mirov xwedî agahiyên têr nînin. Divê ev yek biguhere. Nêzîkatiyên Abdullah Ocalan ên ji bo konfederalîzma demokratîk, wekheviya zayendî û hawirdorê hem li Rojhilata Navîn hem jî li cihanê dikarin bên sepandin. Ji ber vê yekê divê mirov vê yekê zanibin û hîn bibin.”
‘Divê Yekitiya Ewropayê ji hemû gelên cihanê lêborînê bixwaze’
Jonasson bal kişand ser rola Ewropayê ya di komploya navneteweyî de û wiha got: “Ewropa wek saziyeke navneteweyî, Ocalan û gelê kurd bê hêvî kirin. Ewropa vê yekê berdewam dike. Divê Yekitiya Ewropayê (YE) ji hemû gelên cihanê lêborînê bixwaze. Divê ew wan bêhêvî neke, di nîvê rê de nehêle. Divê YE zextê li Tirkiyeyê bike û hemû binpêkirinên mafên mirovan bên rakirin. Divê Abdullah Ocalan jî bigihîje mafên xwe. Nemaze jî di vî warî de zextek mezin pêwîst e.”