Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ketin û derketina Wargehê ji aliyê artêşa Iraqê vê hat girtin

Artêşa Iraqê ya li ser fermana Erdogan hereket dike bi wesayîtên zirxî dor li Wargeha Penaberan a Mexmûrê girt û bi temamî rê li hatin û û çûna Mexmûrê girtiye. Her wiha rê nade rojnamevan rewşê bişopînin.

Artêşa Iraqê 20’ê gulanê bi hêzeke zêde ya wesayîtên zirxî û leşkerî xwest bikeve Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê û dest bi danîna têl û kûleyan kir.

Li ser vê yekê xelkê Mexmûrê herikî pêşiya wan û ew da sekinandin. Danê êvarê artêşa Iraqê êrîş kir û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Ev sê roj in xelkê Mexmûrê kon daniye û dest bi nobedê kiriye.

Li gorî agahiyên hatin girtin, çar aliyên Wargeha Mexmûrê bi wesayîtên zirxî hatine girtin û her çend metreyan wesayîtek zirxî hatine bicihkirin.

Ji ber vê jî xelkê Mexmûrê li çend nuqteyan kon daniye û bi biryar e ku rê nede artêşa Iraqê bikeve wargehê, têl û kûleyan danin.

Ev 3 roj in bi şev û roj gel di konan de dest bi nobedê kiriye. Li aliyê din civîn bi rayedaran re tê kirin ku dawî li vê hewldanê bê anîn.

Li gorî agahiyên hatin girtin ji bo bûyer neyê şopandin rê li nûçegihanan hatiye girtiye ku nekevin nava wargehê û bûyerê bişopînin.

Li aliyê din artêşa Iraqê rêya ketina Mexmûrê bi temamî li çûn û hatinê girt. Bi vê yekê re metirsiyek zêde li ser xelkê Mexmûrê çêbû ku bi hezaran jin û zarok lê hene. Her wiha nexweşên kronîk li wargehê hene. Ev jî xeteriyên rûhî derdixe holê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar