Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Têkoşîn û berxwedana xelkê Mexmûrê dewam dike

Şandeyek ji xelkê Wargeha Mexmûrê bi hêzên Iraqê re rûniştin lê encam nehat bi destxistin. Tê payîn îro jî hevdîtinek pêk bê lê wargehî têkoşîn û berxwedana xwe didomînin.

Artêşa Iraqê ku ji bo têlkirina derdora wargeha şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ketibû nava hewldanan, doh bi şev bi berxwedana şêniyên Mexmûrê hêzên Iraqê anîbû ser maseya muzakereyê. Artêşa Iraqê di 20’ê Gulanê de bi dehan wesayîtên zirxî, çek, polîs, hêzên taybet, bend û têlên ji bo dorpêçê, hewl dan derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin.

Hêzên Iraqê di roja yekem de bi çekan êrîşî xelkê Wargeha Mexmûrê kirin û di encamê ciwanek bi guleyê birîndar bû. Xelkê Wargeha Mexmûrê dijî hewldana artêşa Iraqê berxwedanek bê hempa nîşan dide.

Berxwedana xelkê wargehê 3 roj in bê navber dewam dike. Doh piştî şandek ji wargehê bi rayedarên Iraqê re civiya, xelkê wargehê carek din heya siharê di konên berxwedanê de, di nobedê de bûn.

Welatiyan di konên berxwedanê de heya siharê govend gerandin û ragihandin ku ew ê dev ji têkoşîn û berxwedana xwe bernedin.

Berxwedana xelkê wargehê dewam dike, tê payîn îro jî şandek wargehê bi rayedarên Iraqê re bicivin û daxwazên xwe pêşkeşî wan bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar