Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Encûmena Asayîşa Herêmê a PDK’ê bûye saziyek MÎT a tirk

PDK’ê bi yasayên parlamentoyê saziya Encûmena Asayîşa Herêmê da avakirin û vê saziyê wek saziya MÎT a tirk li başûrê Kurdistanê wezîfedar kiriye ku rol di kuştina  pêşeng û kurdên welatparêz ên xwe wek wan nefirotiye de bilîzin. 

Encûmena Asayîşa Herêma başûrê Kurdistanê di 2’yê gulana 2011’an de bi biryara jimare 4 a parlementoya herêma başûrê Kurdistanê hat damezrandin. Armanca damezrandina wê ew bû ku parastina ewlehî, aramiya sinor û xurakê ya welatiyên herêma başûrê Kurdistanê bike.

Encûmena Asayîşa Herêma başûrê Kurdistanê niha ji aliyê yek hizb û binemalê ve tê kontrolkirin, ew jî PDK û binemala Barzaniye. Beriya niha Mesrur Barzanî serokê wê bû, lê niha kurek din ê Mesûd Barzanî serokê Encûmena Asayîşa Herêma başûrê Kurdistanê ye. Ji bilî PDK’ê û binemala Barzanî tu aliyek din di nava Encûmena Asayîşa Herêma başûrê Kurdistanê de cih nagirin û ji hemû çavdêrî û lêpirsînan dûre. Budce, xercî, kar û erkên wê ji hêla tu aliyek din ve nayê zanîn.

Êrîşên dewleta tirk û ragihandinên bi lez ên Encûmena Asayîşa Herêmê

Gelek caran Encûmena Asayîşa Herêma başûrê Kurdistanê bi wê yekê tê tawanbarkirin ku kar û siyaseta wê ketiye di xizmeta dewleta tirk a dagirker de. Her wiha bi wê yekê jî tê tawanbarkirin ku peywendiyek xurt di navbera wê û saziya MÎT’a tirk de heye. Gelek caran hîn balefirên şer ên dewleta tirk li ser asîmanê Tirkiyeyê ne, li Hewlêrê daxûyaniya Encûmena Asayîşa Herêma başûrê Kurdistanê li ser êrîşê tê amadekirin.

Li gel her êrîşek ya dewleta tirk a li nava xaka herêma başûrê Kurdistanê, çi êrîşa hewayî be, çi jî sûîkast be, yekser Encûmena Asayîşa Herêma başûrê Kurdistan û Dije Teror daxûyanî li ser didin. Ji bilî wê jî gelek caran hîna çend deqe di ser êrîşê re derbas nebûne, Encûmena Asayîşa Herêma başûrê Kurdistan û Dije Teror a girêdayî PDK’ê ne, daxûyanî li ser êrîşê belav dikin.

Vê rewşê jî gûman û pirsyarên zêde li cem welatî û çavdêrên siyasî çêkiriye ku çawan demildest ev zanyariyane gihiştine destê Encûmena Asayîşa Herêma başûrê Kurdistanê, çawan lêkolîn li cihê bûyerê kirine û zanyariyan bidestxistine.?

Hemû êrîş û kiryarên terorî yên ku dewleta tirk pêktîne, bi sedan kîlometre ji Encûmena Asayîşa Herêma başûrê Kurdistan û saziyên girêdayî wêne durîn. Heta hinek ji wan êrîşên ku li dervey îdareya herêma başûrê Kurdistanê ne, ji bo mînak, Şengal, Musil, Kerkûk yan jî cihek din rû dide ku destê endam û tîmên girêdayî encûmenê nagihe wan deran, li ser daxûyaniyan dide.

Tişta ku bi xwere pirs û gûmanê çêdike ewe ku ger di navbera Encûmena Asayîşa Herêma başûrê Kurdistanê û saziya MÎT’a tirk de hemahengî û danûstandinên pêşwext li ser êrîşê nebe, çawan Encûmena Asayîşa Herêma başûrê Kurdistanê di demek ewqas kurt de hurgiliyên êrîşê dizane û belav dike ye.

Ji bilî wê jî Encûmena Asayîş û hinek saziyên girêdayî wê, li ser torên medya dijîtal ku ser bi PDK’ê, Parastin û Encûmena Asayîşê ne, di demek gelek kurt de zanyariyan li ser êrîş û kiryarên dewleta tirk bi wêne û dîmenên bûyerê belav dikin. Hinek car jî li ser wan hesabên medya dijîtal ji beriya bûyer yan êrîş rû bide, hinek îşaret nîşan didin ku wê filan rojê yan jî çend deqeyek din tiştek rû bide.

Her çiqas bi dehan û sedan mînakên van tiştên me li jorê behskirin hene, lê tenê du mînakan em li bîra xwêneran bînin. Ya yekem, êrîşek ya bi balefira bê mirov a dewleta tirk a li ser Şengal û gelê êzidiye. Encûmena Asayîşê beriya aliyên fermî yên Şengalê daxûyanî li ser dem û cihê êrîşê bidin, di demek pir kurt piştî êrîşê Encûma Asayîşê li ser zanyarî belav kir. Mînaka duyem jî, ketina du helîkopterên girêdayî HSD’ê bûn ku li sinorê Behdînanê ketibûn. Encûmena Asayîşê yekser cih, dem û encama êrîşê aşkere kir û îdia jî kir ku ew helîkopter wê biçûyan Qendîlê.

Ya herî zêde balkêş û cihê pirsyarê ewe ku piraniya daxûyaniyên bi lez ên Encûmena Asayîşê ku hîna bûyer nû rû daye û lêkolîn li ser nehatiye kirin, ên di dema êrîşên balafirên bê mirov ên dewleta tirk a dagirker de ne. Wek tê zanîn êrîşên bi balefirên bê mirov li ser zanyariyên ji erdê tên dayîn pêktên. Pirsyar jî ewe kî van zanyariyan ji erdê dide van balafiran?

Zanyarî û daxûyaniyên Encûmena Asayîşê ya piştî êrîşên balefirên bê mirov ên dewleta tirk, wê yekê nîşan dide ku zanyariyên pêşwext li ser êrîşê li ber destê Encûmena Asayîşê hene. Yan jî dibe raste rast destê encûmenê jî di nav êrîşê de hebe û bi pêkanîna her êrîşê re yekser dîmenên êrîşê digihin berdestê wan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar