Li Tirkiye hilbijartina herî qirêj tê çêkirin. Sedema vê qirêjiyê aloziya navxweyî ya dewleta tirk e. Bingeha vê aloziyê jî di serî de pirsgirêka kurd e.
Dewlet piştî gûhertina destûra bingehîn ya 1921’an xwe li ser esasên tenêbûnê avakir. Kurd li hember vê siyasetê berxwe da. Di encama berdêla pir giran de, kurd pêşî li siyaseta tûnekirinê girtin, lê ti destkeftiyên kurda di fermiyetê de jî cîh negirtin. Niha dewlet hatiye raddeyekî. An wê mafên xwezayî ya kurda di fermiyetê de qebûl bike, ya jî ew ê aloziya dewletê zêdetir bibe.
Tiştê tê dîtin aşkere ye. Berê Kemalîzm di her malikên dewletê de xwedî bi bandorbû. Yên serkêşiya Kemalîzmê dikirin, herî zêde bi rêya leşkeran dewletê bi rêve dibirin. Bêgûman, di burokrasiya sîvîl û di siyaseta serdest de jî Kemalîst di ber her deriyê de bûn. Lê hemû li çavên leşkera dinêrtin. Her carê ku dewlet ji xetê xwe derdiket, ango muxalefeta çepgir û kurd bi bandor dibûn, darbeyek leşkerî pêkdianiyan û dewletê bi dara zorê careke din bi gor dilê xwe saz dikirin.
Di 1961’an de darbeyek çêbû. Belê ev darbe li dijî Adnan Menderes bû. Lê ev darbe her weha li dijî pêşketinên başûrê Kurdistanê bû jî. Di 1958’an de Abdulkerîm Qasim desthilatdariya Iraqê bi dest xistibû û kurd jî bibûn şîrîkê dewletê. Ev pêşketin Kemalîstên Tirkiyê tirsand û piştî darbeyê hem Adnan Menderes bêbandor kirin, hem jî siyaseta kurd dizayn kirin. Em mînakek bidin ew ê baştir bê famkirin. Îsmaîl Beşîkçî jî di lêkolînên xwe de behs dike. Di sala 1961’an de piştî darbeyê, Tirkiye li Iraqê pêşî li fermîbûna kurmancî digre. Fermîbûna kurmancî wekî sedema şer nîşan dide. Abdulkerîm Qasim jî, Mele Mistefa Barzanî jî daxwaza dewleta tirk bi cîh tînin û kurmancî nakeve fermiyetê. Di serî de perwerdeya bi kurdî li Iraq û başûrê Kurdistanê tenê zaravayê soranî di fermiyetê de tê bikaranîn. Piştî têkçûna tevgera kurda ya li başûrê Kurdistanê şoreşa îlonê ya 1961’an destpê kir. Wê demê jî kurdên bakûr ji bilî piştgirî nedikaribûn gaveke bavêjin. Mixabin, her wê demê li bakûrê Kurdistanê pêşî li tevgera kurd hat girtin.
Ev yek heta salên 70’yî bi vî awayî domkir. Di salên 70’yî de kurdên bakûrê Kurdistanê ji dû beşan xwe bi rêxistin kirin. Aliyek wekê çepgirên kurd di nav tevgerên çep ya Tirkiyê de cîh girtin. Aliyek jî xwe nêzî PDK-Iraqê kirin û bi wan re tevgeriyan. Bi vî awayî careke din pêşî li hêzên nêzî PDK-Iraqê hat girtin. Qetilkirina her dû Saîdan, ango ya Saîd Elçî, Saîd Kirmizitoprak û hevalên wan bandora vê yekê ye. Dema ev yek qewimîn, li Tirkiye dîsa darbeyek leşkerî çêbû û dewlet careke din bi gor dilê Kemalîstan hate sazkirin.
Kurd ji sala 1974’an pê ve ev car bi navê xwe daketin qadan. Gelek partî û hêzên çep ya kurda hatin damezrandin. Her weha li Tirkiyê jî hêzên çepgir û sosyalîst her diçûn xwurt dibûn. Ev rê jî bi darbeya faşîst ya 12’ê Îlonê 1980’an hat birîn.
Lê divê em vê jî bêjin, darbeya 1980’an ji bo tevgera kurd her weha mîladek nû ye. Di sala 1984’an de şerê çekdarî destpêkir. Ev şer her çû bi bandor bû. Dewlet çi qas zextê xwe mezin jî kir nedikaribû pêşî li girsebûna tevgera kurd bigre. Li dijî kurda her cûre xerabî hat kirin. Lê tevgera kurd ya ku bi pêşengiya PKK’ê şerê çekdarî didomand, gêhişt milyonan. Destpêkirina nakokiya navxweyî ya dewleta tirk van salan destpêkir. Dewlet ji bo kurdan têk bibe pêşî li hêzên tarî vekir. Ev hêzên tarî ji kontrolê derketin. Bi hev ketin. Her hêzek her weha derdora xwe qewî kir. Bi operasyonên mafyayî zêdetir berjewendiyên xwe derxistin pêş. Ev hemû hêz li dijî kurda yek deng bûn. Ne dixwestin mesele çareser bibe. Çimkî çareseriya mesele, hemû deriyan li wan digirt.
Di salên 2000’î de, pişti hatina Erdogan rewşa dewlet gûherî. Kemalîst şikestinek xwaribûn. Erdogan jî ji bo bandora Kemalîstan bişkîne, di gelek pirsgirêkan de gavên li dijî nêrînên Kemalîstan avêt. Du caran bi PKK’ê re aşkere li ser maseyekî rûnişt. Di vê navberê de xwe jî, hêzên girêdayî xwe jî xurt kir. Ev yek nakokiya di nav parezvanên dewletê zêdekir. Lê dizî û gendelî li alîkî, têkoşîna kurda li alîkî Erdogan lawaz kir. 7’ê Hezîranê 2015’an de cara ewil desthilatdarî windakir. Hêzên tarî ya dewletê, ango yên Ergenekoniyên Avrasyayî ya ku zextên mezin ji Erdogan xwaribûn -divê em qebûl bikin bi hostayî tevgeriyan- û Erdogan qefaltin, derdora wî girtin û wî kirin dîlê xwe.
Ev heyam bû destpêka şerê herî giran ya kurda. Şer ev 7 sal in didomin. Erdogan û şîrîkên wî yên faşîst usa difikiriyan ku ew ê bi ‘plana çokdanînê’ dawî li kurda bînin. Ev pêk nehat. Kurd li sê beşên Kurdistanê bi berxwedaneke bêhempa pêşî li kiryarên qirêj ya desthilatdariya faşîst girtin. Ev Erdoganê lawaz kir. Ji ber vê lawaziyê Erdogan di hilbijartinên 2019’an de gelek şaredariyên bajarên mezin windakir. Windakirin, rast e faşîzmê har kir, lê nakokî jî zêde bûn.
Em careke din werin îro.
Belê, me got niha li Tirkiye hilbijartina herî qirêj tê çêkirin. Sedema van qirêjiyan têkçûna desthilatdara ye. Kurd biaqilane tevgeriyan û xwestin ji nakokiyan derfetan pêkbînin û derî li çareseriyê vekin. Namzetbûna serokkomariyê ya Kemal Kiliçdaroglu encameke vê siyasetê ye. Lê faşîst jî ranewestiyan. Bi yekdengî hem dora kurda, hem jî dora Kiliçdaroglu qefaltin. Derdekî wan jî rola kilîdbûnê ji destê kurda derxistin e. Çend rojek ma. Em ê encam hemû bi hev re bibînin. Lê divê em bizanibin, encam çi dibe bila bibe dewleta tirk careke şikest xwar. Êdî çi car nikare pişta xwe sererast bike. Heke gavên ber bi demokratîzekirina siyasetê, çareserkirina pirsa aborî û ya herî girîng jî ji bo çareserkirineke mayînde ya pirsa kurdî neavêjin, ew ê rewşa Tirkiye ji îro xerabtir be.
Banga kurda, hemû ji bo vê yekê ye. Heke ev bang neye dîtin, divê em bizanibin ku xeter ne tenê li dijî kurda ye. Herkesek li Tirkiye dijî ew ê ji xetera pêşerojê para xwe bigre.