Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di serdegirtina malan de bi dehan ciwan hatin destgîrkirin. Polîsên tîmên taybet di dema serdegirtinê de cam û deriyên malan şikandin û bi qundaxê çekê, pihîn û kulman îşkence li mirovan kir. Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Geverê.
Ji kesên hatin destgîrkirin ên navên wan hatin hînbûn bi vî rengî ne: Demhat Kûrt, Diyar Şedal, Rahmî Terzîoglû, Îsa Terzîoglû, Aras Yaşar, Diyar Şedal, Ûgûr Şedal, Mûstafa Bor.