Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Mehdî: Pêwîste Iraq sexwebûna Wargeha penaberan nas bike

Dr. Elî Mehdî bal kişand ser dorpêça Iraqê ya ser Wargeha Mexmûrê û got: “Mafê xelkê Wargeha Mexmûrê û hemû kesekî yê serbixwe heye. Welatiyên Wargeha Mexmûrê siyasî ne, ji bo wê jî pirsgirêka wan jî siyasî ye. Di destûra Iraqê de tekezî li dabînkirina jiyanek aram û şayeste ya penaberan hatiye kirin.”

di nava jiyanek aram de bijîn û dibêje; “Penaberên Wargeha Mexmûrê di encama siyaseta şerxwaz ya dewleta tirk ve di salên 90’î de hawara xwe gihandine Iraqê. Divê mafê serbixwe yê penaberên Mexmûrê hebe.”

Di derbarê hewildanên artêşa Iraqê yên dorpêçkirina Wargeha Penaberan ya Mexmûrê Endamê Ofîsa Rêveber ya Tevgera Demokrat ya Iraqê Dr. Elî Mehdî ji Rojnews’ê re axivî.

Endamê Ofîsa Rêveber ya Tevgera Demokrat ya Iraqê Dr. Elî Mehdî ji Rojnews’ê re ragihand ku niha rewşek ne awarte li Wargeha Mexmûrê heye, pêwîste welatiyên wargehê di nava aramiyê de bijîn.  Dr. Elî Mewdî di dewama axaftina xwe de wiha got; “Ji ber ku xelkê Wargeha Mexmûrê li dijî siyaseta şerxwaz û leşkerî ya dewleta tirk koçberê Iraqê bûne, li pey jiyanek selamet û atmosferek aram digerin. Mafê xelkê Wargeha Mexmûrê û hemû kesekî yê serbixwe heye. Herwiha welatiyên Wargeha Mexmûrê siyasî ne, ji bo wê jî pirsgirêka wan jî siyasî ye. Di destûra Iraqê de tekezî li dabînkirina jiyanek aram û şayeste ya penaberan hatiye kirin.”

Mehdî balkêşand ser salên ku ji ber şer welatiyên Iraqê bi neçarî koçberî derveyî welat bûn û wiha dewam kir; “Ji bîra me naçe dema ku hemwelatiyên Iraqê ji ber sedema şeran û şert û mercên zehmet piraniya wan koçberê derveyî welat bûn. Lewra divê hikûmeta Iraqê rewşa penaberên Wargeha Mexmûrê di ber çavan re derbas bike û çareseriyek mayînde jêre bibîne.”

Endamê Ofîsa Rêveber ya Tevgera Demokrat ya Iraqê Elî Mehdî bal kişand ser êrîşên rasterast yên balafirên biçek û bê mirov (SÎHA) yên dewleta tirk ku li ser xelkê sivîl yê Wargeha Mexmûrê û got; “Dewleta tirk nava Wargeha Mexmûrê ya ku têde bi hezaran xelkê sivîl dijî bi balafirên xwe bombebaran dike. Ev jî binpêkirina serweriya Iraqê ye. Hêviya parastin û silametiyê xelkê Wargeha Mexmûrê dixwazim.”

Hêjayî gotinê ye ku 20’ê Cotmehê bi armanca têlkirin û dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê hêzek ya artêşa Iraqê ji bo wargehê hatin veguhestin. Bi vî awayî ev 12 rojin wargeh ji aliyê hêzên artêşa Iraqê ve hatiye dorpêçkirin. Li beramberî van hewildan û êrîşên qirêj yên artêşa Iraqê, xelkê berxwedêr û têkoşer yê Wargeha Mexmûrê 12 rojin bi şev û roj, bêyî westan li rexmê hemû bê derfetiyan bî vîna xwe ya azad ku tu carî radestbûn ne pejirandiye li ber xwe dide. Herwiha li pêşiya xistina meriyetê ya plana hikûmeta Iraqê bûye asteng.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar