Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pêşmergeyên Dêrîn: Destên xiyanetkar û sîxûran di pişt êrîşên dewleta tirk hene

Pêşmergeyên dêrîn ên başûrê Kurdistanê dan zanîn ku destên xiyanetkar û sîxûran di pişt êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê de hene û gotin: "Ger PDK hevakarî bi dewleta tirk re neke, ma wê çawan bikare bi sedan kîlometre were ser xaka Kurdistanê û kurdan bikuje?”

Li ser komkujiya êzidiyên Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an re 9 sal derbaz dibin. Îro xelkê êzidî xwedî sîstemek ya xweseriyê, hêzên parastinê û rêkxistinbûyînê ne. Lê dewleta tirk ya dagirker bi rêya êrîş, bombebaran kirin, sîxûr xistina nav êzidiyên Şengalê yên xwedî rêkxistinek bihêzin, dixwaze komkujiya 3’yê Tebaxê ya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li xelkê êzidî hatibû kirin, berdewam bike. Herwiha bi dewamkirina komkujiyê re dixwaze xelkê êzidî bi temamî tune bike.

Têkildarî êrîş û bombebaranên dewleta tirk ya dagirker yên li dijî gelê êzidî, pêşmergeyên dêrîn ên başûrê Kurdistanê ji Rojnews re axivîn.

‘Tukes bi qasî Erdogan ne dîkdatore’

Pêşmergeyê Dêrîn Derya Omer ku bi Hawrê Derya tê naskirin, derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê de got; “Erdogan di peyama xwe ya herî dawî de jî got, yek dewlet û yek al. Yanî dixwaze hemû neteweyên din tune bike. Divê em kurd li hemberî êrîşan hîn zêdetir xwe xurt bikin. Ji berku dirindahiya Erdogan piştî hilbijartinê hîn zêdetir bûye. Di Rojhilata Navîn de tukes bi qasî Erdogan ne dîkdatore.”

‘Divê kurd yekîtiya xwe ya neteweyî bihêz bikin’

Di dewamê de Hawrê Derya da zanîn ku dewleta tirk niha wek serdema Osmaniyan  hertişî ji bo dijbertiya kurdan dike û wiha dom kir: “Divê kurd yekîtiya xwe ya neteweyî bihêz bikin û bikarîn pêşî li êrîşên dewleta tirk a dagirker bigrin. Ger îro Hikûmeta Herêmê rê nade êzidî vegerin ser cih û warên xwe, karek gelek xirab dike. Divê rê bi Rêveberiya Xweser a Şengalê were dayîn ku xwe biparêzin.”

‘Destên xiyanetkar û sîxûran di pişt êrîşên dewleta tirk hene’

Li ser heman mijarê Pêşmergeyê Dêrîn Ebdullah Dêrîn jî axivî û got: “Destên xiyanetkar û sîxûran di pişt êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê de hene. Em kurd li kuderê bin, divê em parastinê li maf, çand û zimanê xwe bikîn. Her gelek dema parastinê li xwe neke, ew gel wê tune bibe. Çima kurd nikarin li ser xak û warê xwe bijî. Ger hevakarî bi dewleta tirk re neyê kirin, ma wê çawan bikare bi sedan kîlometre were ser xaka Kurdistanê û kurdan bikuje?”

‘Divê em kurd li dijî dijminan xwedî helwestek yekgirtîbin’

Di dewamê de Ebdullah Dêrîn destnîşankir ku tişta dewleta tirk dike tu pîvanek xwe yê exlaqî, mirovî û olî nine. Ebdullah wiha dom kir: “Tu dîkdatoran bi qasî Erdogan dijminahiya gelê Kurd nekiriye. Dewleta tirk hebûna gelê kurd înkar dike. Li vê derê ne tenê Şengal tê hedefgirtin, hemû gelê kurd di hedefa êrîşan de ye. Ger kurd berxwedaniyê nekin, wê dijmin hîn zêdetir destwerdanê di nava welatê me de bike. Divê em kurd xwedî helwestek yekgirtî bin.”

Di dawiyê de jî Ebdullah Dêrîn di derbarê siyaset û zextên PDK’ê yên li ser gelê êzidî got: “PDK ji ber berjewendiyên xwe yên li gel dewleta tirk, rê nade koçberên Şengalê vegerin ser cih û warên xwe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar