Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kara: Sekna gelê Wargehê Iraq neçarî maseyê kir

Hevserokê Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê Yûsûf Kara da zanîn ku diyalogên di navbera wan û hikûmeta Iraqê de berdewam dikin û got: "Gelê Mexmûrê bi berxwedana xwe kir ku dewleta Iraqê paş de gav biavêje û ev bû sedem ku rêyên çareseriyê vebin. Lê mesele bi temamî çareser nebûye.”

Wargeha Mexmûrê ku bi salane li dijî her cureyê êrîşan li ber xwe dide, ji 20’ê gulanê heta niha li dijî dorpêçkirina wargehê ya ji aliyê Artêşa Iraqê ve têdikoşe. Gelê Mexmûrê ku bi rojane li ber xwe dide, nahêle Artêşa Iraqê Wargehê dorpêç bike.

Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Yûsûf Kara têkîldarî rewşa wargehê ya herî dawî de axivî.

‘Gelê Mexmûrê tu carî serî netewand natewîne’

Kara diyar kir ku di dîrokê de heta niha gelê Mexmûrê tu caran li dijî zilmê serê xwe netewandiye û wiha axivî: “Ev 14 roj in li Mexmûrê li dijî hêzên Iraqê berxwedanek heye. Hêzên Iraqê xwestin ku Wargeha Mexmûrê dorpêç bikin û îzole bikin. Ev îzolekirin jî bi hevkariya dewleta tirk pêk tê. Zextên dewleta tirk li ser dewleta Iraqê hene. Ji ber van zextên heyî jî hevpeymanên wan çêdibin. Dixwazin ku gelê Mexmûrê weke amûrekî bi kar bînin. Lê belê gelê Mexmûrê vê helwesta wan nepejirand û li hemberî vê derket. Ji ber ku kevneşopiyeke vî gelî heye û tu carî li hemberî van êrîşan serê xwe netewandiye û zilmê qebûl nekiriye, li dijî zilmê rabûye û serî hildaye. Ji ber wê xwestin ku vê vînê desteser bikin,lê negihîştin armanca xwe û rastî tekoşineke bêhempa hatin.”

‘Sekna gelê Wargehê Iraq neçarî maseyê kir’

Kara di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtinên bi hikûmeta Iraqê re tê kirin û got ku berxwedana ku tê dayin dê encamê bigire û wiha domand:”Li ser vê me xwest ku dergehê Iraqê vekirî bihêlin û bi muzakereyê çareser bikin. Bi Iraqê re guftugofekî çêbikin û riyên çareseriyê peyda bikin. Bi gelek rayedarên wan re hevdîtin çêbûn. Li ser vê me helwesta wan rexne kir. Bi rastî jî ev nêzikî 25 salin em li ser axa Iraqê ne lê Iraqê li hemberî me helwesteke pêwîst çênekiriye. Ji ber wê hin bertekên me cûda bûn. Bi rastî jî me wisa hêvî nedikir ku hikûmeta Iraqê bi zextên PDK’ê û dewleta tirk wê bikaribe bi vî şêwazî bê ser wargeha Mexmûrê. Ji ber wê jî hem di aliyê siyasî de hem jî ji aliyê civakî de bertek tund bûn. Ez dikarim bibêjim diyalogek çêbûye. Mirov bibêje ku mesele bi temamî çareser bûye, na çareser nebûye. Lê ez dikarim bibêjim ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê ronahî dixuye. Em hêvîdar in ku rayedar û hikûmeta Iraqê jî bi vê berpirsyariyê nêzikî me bibe. Em bi xwe jî dê bi vê berpirsyariyê nêzikî pirsgirêkê bibin. Em dixwazin ku pirsgirêk bi vî şêwazî bê çareser bibe da ku aramiyek jî çêbibe û ev civake ji vê dorpêçê derbikeve.Da ku ev civake weke berê bi awayeke azad wargehê de bijî. Hêvîdar im ku dewleta Iraqê nêzikatiyeke bi vî rengî tevbigere.”

‘Serkeftin wê a Wargeha Mexmûrê be’

Hevserokê Meclîsa Gel Yûsûf Kara da zanîn ku ew ê ji berxwedana ku tê dayîn encamên erênî bi dest bixin û got:”Bi vê munesebetê careke din hem berxwedana hûndir û hem jî ya ku derve cihê şaneziyê ne. Heke ku berxwedan hebe û li hemberî neheqiyê bertekên rast hebin, teqez dê gel her tim bi ser bikeve û serkeftin a gelan be. Ez dikarim bibêjim serkeftin a Wargeha Mexmûrê ye. Gelê Mexmûrê bi berxwedana xwe kir ku dewleta Iraqê paş de gav biavêje û ev bû sedem ku rêyên çareseriyê vebin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar