PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

‘Abdullah Ocalan teorîsyenekî mezin e lewra ji bo sosyalîzmê rêyeke nû ye’

Paolo Zammori anî ziman ku fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê konfederalîzma demokratîk ji bo sosyalîzmê rêyeke nû ye û got: “PKK'ê û Abdullah Ocalan hînî me kir ku divê em xwe biparêzin, nabe ku em ji hinekî din bixwazin ku me biparêzin."

Şaredarê berê yê Bajarê Fîlattîera yê Îtalyayê Paolo Zammori ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ‘welatîbûna rûmetê’ dabû, sala 1999’an piştî hevdîtina 2 saetan a li Romayê ya bi Abdullah Ocalan re, salên dûr û dirêj li ser pirsgirêka kurd û fikrê Konfederalîzma Demokratîk kar kir û vî karê xwe hîn jî dewam dike.

Zammori di serdana xwe de ya li Şengalê ji ANF’ê re axivî.

Zammori diyar kir ku cara yekê li Romayê di hevdîtina bi Abdullah Ocalan re wî fikra konfederalîzmê bihîst û ji bo fêhm bike pê da dubarekirin û got, piştre Rêberê Gelê Kurd li girtîgehê ev fikrê xwe kûrtir kir.

Zammori destnîşan kir ku vî fikrê Abdullah Ocalan bandor li çep a cihana Rojava kir û anî ziman ku konfederalîzm ji bo sosyalîzm û edaleta civakî rêyeke nû ye.

Zammori ragihand, ku Abdullah Ocalan teorîsyenekî mezin e û diyar kir ku ew bi xwe jî hewl dide li Îtalyayê fikrê konfederalîzmê belav bike.

Zammori her wiha anî ziman ku rewşa li Şengalê cihê fikaran e, ji roja ku hatiye bi balafirên bêmirov êrîş tê kirin, bendên kontrolê yên li dora Şengalê zêde bûne û got, li hemberî vê yekê, Şengalî di mijara îdeolojiya konfederalîzmê de hîn bêhtir qanih bûne.

Zammori nerazîbûn nîşanî PDK û hikûmeta tirk da û got, “PKK’ê û Abdullah Ocalan hînî me kir ku divê em xwe biparêzin, nabe ku em ji hinekî din bixwazin ku me biparêzin.”

Zammori destnîşan kir ku tiştên li vê derê dîtiye, dema vegeriya Îtalyayê wê ji gel û rayedaran re vebêje.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar