Dewleta tirk a qirker û çeteyên xwe sûc û binpêkirinên li dijî niştecihên Efrînê, xweza û cihên wê yên dîrokî didomînin.
Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên xwecihî bi dest xistine, dewleta dagirker a tecswîzkar di çarçoveya guhertina demografîk de li gundê Kefer Rûmê yê girêdayî navçeya Şerayê mêtingehek nû çêkiriye.
Mêtingeha nû ji 50 avahiyên 4 qatî pêk tê. Dê malbatên çeteyên ku şandine welatên din, li wê mêtingehê werin bicihkirin.
Dewleta tirk a xwînmij li nêzî gund jî mêtingehek nû çêdike. Ew mêtingeh jî ji 200 avahiyan pêk tê. Dewleta tirk a çete bi alîkariya dewletên Ewropî û hin welatên ereb dagirkerî û qirkeriya ya li rojavayê Kurdistanê kûr dike.