Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bi deh hezaran mirovên ji aliyê JÎTEM’ê ve hat kuştin bi destê AKP ve tê parastin

Dewleta tirk ya qontra di salên 1990’an de bi destê dewleta kûr ergenkonê û hêza wê paramîlîter JÎTEM’ê deh hezaran kurd hatin qetil kirin û bi hezaran gund hatin şewitandin. Îro jî AKP ji bo hovîtiya JÎTEM û saziyên wekî wê ji nav bîra civakî ji holê rake, mekanîzmaya darazê wekî amûrekê bi kar tîne û pêvajoyên hiqûqî ji holê radike.

AKP di bin navê ‘Gavavêtinên demokratîk’ de li ser êşên ku li Kurdistanê hatine jiyîn, îddia dike ku ew tevî koalîsyona şer a salên 90’î tekoşîna desthilatdariyê dimeşîne û bi vî awayî gel dixapîne, hemû sûcên ku JÎTEM û avadaniyên wekî wê kirine, di bin navê hiqûqê de pak kir. AKP ya ku avadaniya xwe ya kûr ava kir û bi JÎTEM û avadaniyên wekî wê li hev kir, cînayetên kujerên wan ne diyar dema hatin darizandin, li ser navê demborînê, asteng kir ku bila di warê hiqûqî de ev doz bi encam nebin.

Di vê dosyayê de em ê hinek mînakên kuştinên bêyî darizandinê û qetlîamên komî yên ku bi destê JÎTEM’ê hatine kirin, mînakan bidin û hewl bidin bîra civakî nû bikin û rastiya JÎTEM’ê bi bîr bixînin.

AKP di warê hiqûqî de sûcên JÎTEM’ê ji holê radike

Pevçûnên ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de bi çalakiyên çekdarên PKK’ê yên li Erûh û Şemzînanê dest pê kir, li tevahiya Kurdistanê belav bû. Dewleta tirk a ku însiyatîfa li hemberî hêzên gerîla winda kir, di sala 1987’an de bi Rewşa Awarte re li Kurdistanê qanûna şer a taybet îlan kir. Bi salên 1990’î re li Kurdistanê meşên girseyî û daxwazên mafên civakî geş bûn. Dewlet êrîşî maf û daxwazên qanûnî yên civakê kir û hiqûqa Rewşa Awarte ya ku mirovan dikuje, winda dike û tune dike, xist dewrê. Bi qanûna Rewşa Awarte re, JÎTEM û avadaniyên wekî wê, li navendên bajaran mirovên sivîl kirin hedef û dest bi serdemeke nû ya tarî kir. Her sivîlên ku li ber xwe dan, hevkarî red kirin û bi guman wekî wekî dijmin hatin dîtin û bi êşkence, girtin û kuştinê hatin cezakirin. Bajar û gund hatin şewitandin, malbat bi girseyî hatin qetilkirin û kesên hatine kuştin di medyaya serdest de ew ê wekî terorîst bihatina diyarkirin. Bi hezaran sivîlên hatin qetilkirin wê wekî cînayetên kujerên wan ne diyar bihatina aşkerekirin. Lê tiştekî bi navê cînayetên kujerên wan ne diyar tunebû. Dewletê biryar dida, hêzên dewletê mirov dikuştin, warên mirovan hildiweşandin û mirov sirgun dikirin. Di raya giştî de cînayetên li Kurdistanê nedihatin dîtin û ev jî dihat wateya ku JÎTEM dikare qetlîamên mezintir bike.  Hovîtiya li Kurdistanê wê di çapemeniya serdest de bihata berovajîkirin. Hemû nûçe wê wekî parçeyekî were nirxandin, di quncikên tarî yên dewletê de ji nû ve bihatina teşegirtin û wisa pêşkeşî gel bihata kirin. Kuştin, hilweşandin û windahiyên li Kurdistanê wê di bin mîsogeriya hiqûqa Rewşa Awarte û dewletê de, di jiyana rojane de bikirina tiştekî normal.

Çîrokên malbat û sivîlên ku ji aliyê JÎTEM û avadaniyên wekî wê hatine qetilkirin;

Çîroka malbata Tatû ya ku 6 kes jê hatine kuştin

Di 17’ê Cotmeha 1994’an de Sadî Tatu yê 61 salî ku li gundê Zirkêt ê navçeya Mûşê Has Koyê dijî, bi hevjîna xwe Gulnaz Tatu ya 59 salî û bi xizma xwe Kadriye Tatu ya 57 salî ji bo dotina pez diçin zozanan. Dema Sadî Tatu û 3 kes venagerin, malbat dikevin nav fikaran. Bi rêya muxtarê gund serî li Fermandariya Jendirmeyan a Gundê Hasê didin. Serbazê bi navê Nurullah dibêje ku ew herêm herêma operasyonê ye û ew ê neçin wir. Malbata Tatu ku di roja duyemîn a bûyerê de careke din diçin qereqolê lê destvala vedigerin. Ji ber vê malbat dest bi lêgerîna xizmên xwe dikin. Kurê Sadî Tatu, Ferzende yê 26 salî, hevjînê Kadriye Tatu Halîl Tatu (59) û kurê Sadî Tatu yê 30 salî Enver Tatu ji bo li malbata xwe bigerin diçin zozanan. Ev kesên ku diçin zozanan , careke din tu agahî ji wan nayê stendin. Malbat dîsa ji neçarî serî li qereqolê dide. Lê qereqol diyar dike ji ber sedemên ewlehiyê ew ê neçin wir. Malbat serî li her derê didin û li benda bersivekê dimînin. Di roja 10’emîn a bûyerê de fermandarê qereqolê Nurullah tê gund û diyar dike malbata Tatû ji aliyê PKK’ê ve li Çiyayê Çiringêzê hatine kuştin. Lê destûr nayê dayîn ku tu kesên ji gund biçin cenazeyê kesên hatine kuştin, werbigirin.

Fermandarê qereqolê Nurullah li xwe mikur tê ku wan 6 kes kuştinin

Ahmet Muslum (Tatu) Sadiogluyê ku di roja 20’emîn a bûyerê de ji leşkeriya mecbûrî hat betlaneyê, dema ku li aqûbeta malbata xwe dipirse, tê destgîrkirin û îşkence lê tê kirin. Fermandarê qereqolê Nurullah jê re dibêje ‘Ji hemû gundiyan re bibêje, yan ew ê bibin cerdevan yan jî wê aqûbeta hemûyan wisa be’ û bi devkî li xwe mikur tê ku wan 6 kes kuştine. Malbat serî li hemû saziyên fermî navçeyên Mûş û Bedlîsê didin lê tu encamekê bi dest naxin. Malbata Tatu neçar dimîne koçî Bursayê bikin.

Sadîoglû bi salan ji bo aqûbeta malbata xwe hîn bibe têdikoşe û 10 sal şûnde ev bûyer bi awayekî fermî dikeve qeydan. Hemû saziyên fermî yên li Mûş û Bedlîsê dibêjin ‘Bûyereke wisa nehatiye jiyîn’. Di sala 2004’an de muxtarên 13 gundan daxûyaniyeke fermî didin û li Serdozgeriya Komarê ya Mûşê de lêpirsîn tê vekirin.

Ji bo ser komkujiyên xwe bigre dike endamên PKK’ê

Fermandariya Giştî ya Jendirmeyan û Walîtiya Mûşê, di agahiyê de ya ku dane Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê de, îdia kir ku malbatê alîkarî dida PKK’ê lê piştre jî îddia dike ku PKK’ê malbat revandiye. Lê belê ev rûreşî bi dawî nabe. Walîtiya Mûşê di nivîseke din a sala 2005’an de îdia dike ku malbat tevlî PKK’ê bûye. Walî û Midûriyeta Giştî ya Jendirmeyan ji bo ku komkujiyên xwe veşêrin, îddiayên li dijî rîtma jiyanê dikin. Walîtî îddia dike ku Sadî Tatu şivanê pezê PKK’ê ye û Kadriye Tatu jî ji PKK’ê re aşpêjiyê dike. Walîtî îddia dike ku Enver Tatû jî di nav PKK’ê de bi awayekî çalak li ser peywira xwe ye. Walîtiya Mûşê di peyamên fermî de diyar kir ku Ferzende Kaya yê ku hatiye qetilkirin jî li Tirkiyeyê ye, lê bi aqûbeta wî nizanin.

Di encama lêpirsînan de rêyên hiqûqî yên navxweyî qediya û doz birin ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Doza ku li daîreya duyemîn a DMME’yê ye, hê nehatiye çareserkirin.

Kujerê zaroka 8 rojî û malbatê, dewleta tirk!

Di 12’ê Çileya 1993’yan de li mezrikê Kolgezer ê gundê Guçlu yê navçeya Cizîrê ya Şirnexê hevjîn û 5 zarokên Elgun bi çekan hatin qetilkirin. Zarokê wî yê nû yê 8 rojî Murat ji dûmana çekan bandor bû û piştî 2 rojan jiyana xwe ji dest da. Şevê di derdora seat 20.00’an de bi wesayîtên leşkerî avêtin ser gund. Endamên JÎTEM’ê yên bi ser gund de girtin, dora mala Davut Elgun girtin. 4 kes bi çekên lûle dirêj di destên wan de dikevin hewşa malê û hemû malbatê gulebaran dikin. Nezîr ê 8 salî, Lokman ê 21 salî, Hacer a 4 salî, Hidir ê 20 salî û dayika wan Nesîbe ya 42 salî bi çekên lûledirêj hatin qetilkirin. Pitika 8 rojî piştî du rojan, ji ber ji dûmana çekan bandor bû jiyana xwe ji dest da. Li aliyê din bûkên Elgûn, Hediye û Azîze di dema serdegirtinê de xwe li embarê vedişêrin û rizgar dibin. Ji ber tehdîdên serbazê bi navê Aydin ku li Cizîrê dixebitî, malbatê doz venekir. Di encama însiyatîfa ÎHD’ê de 5 roj beriya demboriyê di sala 2010’an de doz tê vekirin.

‘Me bi xeletî zarokên te gulebaran kirine’

Serdar Aydin ku wê demê li Cizîrê kar dikir ev komkujî organîze kir. Davut Elgûnê ku malbata wî hat qetilkirin, diyar kir ku piştî bûyerê çend roj şûnde Serdar Aydin û fermandarek hatine gund û got, “Ez çûm cem wan. Min got te çima zarokên min kuştin? Ji min re got kurê te roket avêt panzêra me. Lê kurê min wê demê di Girtîgeha Amedê de bû. Paşê fermandar berê xwe da min û got, yên me bi xeletî zarokên te gulebaran kirine.”

Çîroka Aydin Ay a wendabûnê ya bi aşkereyî

Di 14’ê Tîrmeha 1993’yan de Aydin Ay êvarê dema diçû dikana taxê ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin. Ji aliyê polîsên bi cilên sivîl ve bi zorê dixin wesayîtê. Malbata wî serî li Midûriyeta Polîsan a Êlihê dide. Birayê wî Nîzamettîn Ay, anî ziman ku birayê wî destgîrkirîbû û wiha got: “Ji bo birayê xwe 14 rojan, me her roj xwarin dibirin midûriyeta polîsan. Bi awayekî fermî ji me re hatibû ragihandin ku ew destgîr kiriye. Ji me re gotin ku ew ê berdin. Di roja 15’yan de dema me xwarin dibir gotin ku ew ê xwarinê negirin. Me got birayê min li vir girtî ye. Lê wan got ku ew qet nehatiye emniyetê. Me careke din agahî negirt. Cihê ku em negeriyan, me serlêdan nekir nema, saziyek fermî nemaye. Me careke din agahî negirt.”

Ji ber demboriyê tu encamek hiqûqî nayê girtin.

Şewitandina Hasan ya bi saxî û şewta gund

Di 7’ê Tîrmeha 1995’an de tîmên taybet avêtin ser gundê Kaladîbek Horsel (Başak) a navçeya Hanî ya Amedê. Gundî bi saetan tên îşkencekirin. Leşkerên ku Hasan Yanan ê 35 salî bi xwe re birin, li ketina gund bi darekê ve girê dan û li ber çavên gundiyan şewitandin. Nahêlin gundî mudaxele bikin. Jinên ku mudaxele dikin gule li wan tê reşandin. Husniye Horan û Fahriye Kiliç birîndar dibin. Endamên JÎTEM’ê yên ku Hasan Yanan bi saxî şewitandin, ji gundiyan re dibêjin ku bibêjin PKK’ê ew şewitandiye. Û bi mirinê tên tehdit kirin. Piştî ku gundiyan cenaze li gorî wecîbeyên olî defin kirin, endamên JÎTEM’ê vegeriyan gund û bi topên tankan gund şewitandin. Hemû malên gund bi topên tankan dişewitînin.

Çîroka Îzzet tûgal ê ku ji mala xwe hat girtin û hate qetilkirin

Îzzet Tûgal ê li Amedê dijî, di 17’ê Mijdara 1995’an de tevî zarokên xwe yên 10 û 12 salî çû serdana malbata xwe ya li gundê Licê. Danê êvarê komek ji 5 kesan bi cil û bergên gerîlayan tên malê. Di destê wan de çeka kalaşnîkov û cihazê ragihandinê heye. Yên tên bi dayik, bav û du zarokên Tûgal re rûdinin, çayê vedixwin û bi malbatê re sohbetê dikin.

Ji Tûgala pirsa biraziyê wî Bahattîn Turfan ê ku di sala 1991’an de beşdarî merasîma cenazeyê Vedat Aydin bû û ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin tê pirsîn. Tûgal li wir digirin û dibin. Ji diya wî re dibêjin em ê îfadeya wî bigirin û bînin. Bavê Îzzet Tûgal li pişt wan diçe û dibîne ku 2 maşînên zirxî û 2 pîkapên leşkerî di navbera gundê Çavundur û gundê Benê de sekinîne. Li kêleka van wesayîtan nêzî 10 leşkeran dibîne. Leşkerên ku kurê wî li wesayitê siwar kirin bi dûr ketin. Malbata ku careke din agahî ji zarokê xwe negirt, di 20’ê kanûnê de agahiya cenazeyê zarokê wan li derveyî gund hatiye dîtin girt. Malbata ku cenaze teşhîs kir diyar dike ku kurê wan bi îşkenceyê hatiye kuştin. Tûgal bi îşkenceyê tê qetilkirin. Leşker nahêlin cenaze bibin Amed û Licê. Sazî û dezgehên fermî bi tu awayî qebûl nakin ku Tûgal hatiye destgîrkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar