PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

HPG’ê nasnameya şehîdan aşkere kir

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Botanê şehîd ketine bi bîr anî û got, "Hevrêyên me Abbas û Xemgîn ku heta nefesa xwe ya dawî tawîz ji milîtaniya fedaî nedan, bi hev re şehîd bûn."

Daxûyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Hevrêyên me Xemgîn û Abbas li herêma Perwarî ya Sêrtê dema ku bi erka xwe radibûn di 12’ê cotmeha 2022’yan de bi dijmin re ketin nava şer. Herdu hevrêyên me bi wêrekiyeke mezin li dijî dijmin şer kirin. Dijminê ku nekarî bi hevrêyên me yên leheng, teknîka şer û balafirên şer bi kar anî û bi rengekî namerdane êrîşî hevrêyên me kir. Hevrêyên me Xemgîn û Abbas ku heta nefesa xwe ya dawî tawîz ji milîtaniya fedaî ya Apoyî nedan, bi hev re şehîd bûn.

Hevrêyên me Xemgîn û Abbas ku cewher, kesayet, gund, dema tevlîbûna li nava têkoşînê û temenê wan dişibiyan hev, salên xwe yên têkoşînê li qadên cuda, lê bi heman rengî derbas kirin. Ew bûn ewladên bijarte û yên herî hêja yên gelê me ku veguherîn milîtan û fermandarên pêşeng ên partiya me. Cewhera leheng a xelkê Botanê di kesayetiya xwe de bi milîtaniya fedaî ya Apoyî kirin yek, li deşt û çiyayên Kurdistanê meşeke bi lehengî ya destanî meşiyan. Gundên Hêşet û Ewrex ku xwedî lehengên bi vî rengî bûn, xelkê Botanê û tevahiya gelê kurd wê bi lehengiya wan timî serbilind bin, wê weke sembolên têkoşîna me û milîtanên mînak bi bîr bînin.

Bi vê baweriyê û van hestan em sersaxiyê ji malbatên wan ên hêja yên welatparêz û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê ji şopdariya li ser xeta şehîdan ti carî tawîzê nedin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Xemgîn Hêşetî
Nav paşnav: Îrfan Çagla
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Makbûle-Ramazan
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Cotmeha 2022 / Botan
Nasnav: Abbas Herekol
Nav paşnav: Serhat Îpekten
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Emîne-Halîl
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Cotmeha 2022 / Botan

Xemgîn Hêşetî

Hevrêyê me Xemgîn, sala 1984’an ku pêngava me ya 15’ê Tebaxê destpê kir û ji bo gelê kurd bû mîladek, li gundê Hêşetê yê navçeya Perwarî ya Sêrtê ji dayik bû. Li gundê Hêşetê yê welatparêz ku li quntara çiyayê Herekolê ye, bi bandora Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û dengê şerê azadiyê mezin bû. Gundê Hêşet û derdora wê ji Mîr Bedirxan heta bi berxwedana eşîran û têkoşîna destanî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi sedan salan di nava berxwedanê de ma. Gundê Hêşetê ku pişta xwe spartiye çiyayên bi heybet ên Kurdistanê, bi nirxên civakî, hestên welatparêziyê û dilsoziya xakê bi pêş ket. Vê yekê bandoreke xurt li kesayetiya hevrêyê me Xemgîn jî kir. Weke zarokê malbateke cotkar û kedkar li nava karên gund xebitî, hewa paqij a çiyê kişand nava xwe, ji neçarî ji bo çend salan çû be dibistanên dewleta tirk jî piştî demekê dest jê berda.

Hevrê Xemgîn ji aliyê kesayetiyê ve mirovekî bedew ê Botanê bû ku cewhera xwe xera nebû bû, saf, sade û dilpak bû. Dil û mejiyê wî yê pak kir ku ber bi azadî, heqîqetê û bedewiyê bikeve nava lêgerînê. Li gel şert û mercên giran ên gerîla jî hevrêtiya PKK’ê, jiyana bi moral, rewşa komun a demokratîk, fedakariya gerîla ya ji bo hevrêyên xwe, hevrê Xemgîn ber bi xwe ve kişand. Hevrê Xemgîn ji bo bedewa bedewiyê bibîne, bijî, azadiyê hîs bike, gel û welatê xwe azad bike, bi hesreteke mezin nêzî gerîla bû. Di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de ya sala 2008’an li ser Zapê kir, di encamê de jî artêşa Tirk a faşîst bi rengekî mezin têk çû, prestîja artêşa Tirk xera bû, generalên xwe bêqîmet bû, vê pêvajoyê di nava gelê kurd de moraleke mezin afirand. Ev moral ji ber taybetmendiya gerîla bû ku têk naçe û hêviya çavkaniyê ye. Vê yekê herî zêde bandor li ciwanan kir. Hevrêyê me Xemgîn jî di nava vê pêvajo û atmosferê de biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Li ser vê bingehê di havîna 2009’an de tevî hevrêyekî xwe ji gund tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Xemgîn ji qada Kato ya Botanê tevlî nava gerîla bû, 15 rojan tevlî perwerdeya şervanên nû bû û dest bi pratîkê kir. Li bakûrê Kurdistanê di nava şert û mercên herî kêm û zehmet de perwerdeya tenê ji bo 15 rojan têra hevrêyê me Xemgîn kir û ev perwede ji bo wî bû bingeha meşa gerîla. Ji xwe hevrê Xemgîn piştre 8 salan bênavber li Botanê li ser vê bingehê pratîka gerîla kir. Vê heqîqet û pratîka hevrê Xemgîn nîşan da ku fêhmkirina PKK’ê bi perwerdeyeke kêm an jî zêde nabe; bi axaftina bi rojan nabe; bi dilê pak, exlaqê durust, nêzîkatiye kedkar, hişmendî û kesayetiya têgihiştî dibe. Rastiya ku Rêber Apo bi gotina ‘PKK’yî li çavên hev dinihêrin û bi vî rengî ji hev fêhm dikin, pêwîstî bi axaftineke zêde nabînin’ vedibêje, di rêbaza tevlîbûnê ya durust û cewherî ya hevrê Xemgîn de şênber bû. Hevrêyê me Xemgîn bi rastî jî bi kesayetiya xwe ya mirovê sade û bedew, kesayetiya xwe da gerîlatiyê, da jiyana bi pîvan a PKK’ê û Rêbertî û şehîd ji xwe re kir destûr.

Hevrêyê me Xemgîn li nava refên gerîla navê Xemgîn Serhat li xwe kir, lê belê ji ber ku ji gundê Hêşetê bû di nava hevrêyên xwe de weke Xemgîn Hêşetî dihate naskirin. Ji ber ku gundê Hêşet li gel welatparêziya xwe, her wiha piştî tevlîbûna hevrê Xemgîn ji gundê Hêşetê gelek ciwan tevlî nava refên gerîla bû, hema bibêje ji hemû navçeyên Kurdistanê bêhtir gerîla ji nava vî gundî rabûn. Tevlîbûna durust û wêrekiya bi mînak a gerîlayên ji Hêşetê ya li nava têkoşîna azadiyê, her wiha meşa ber bi şehadetê ya gelek hevrêyên leheng ên mîna Bawer Hêşetî, Dara Hêşetî, Herekol Hêşetî, Hêvî Hêşetî, Brûsk Hêşetî kir ku gundê Hêşetê di têkoşîna me ya azadiyê de xwedî cihekî diyar û girîng be. Hevrê Xemgîn jî yek ji van ciwanên leheng ên Hêşetî bû, ji sala 2009’an heta 2017’an li Botanê û bi giranî ji Katoyan pratîk kir. Li Katoyan kevirek nema ku pê lê nekir, darek nema ku li bin siya wê rûnenişt, çemek nema ku av jê venxwar. Hevrê Xemgîn mîna ‘Pezkoviyan’ li ser her detayên qadê, şert û mercên demsalê, cografya, hewa û ava herêmê serwer bû. Di hişê xwe de neqişandibû ku li Katoyan kengî berf dibare, kengî bahoz radibe, li kîjan qadê çawa divê mirov bi cih bibe, zivistanê berfa zêde kengî dihele, li zozanan kengî kulîlk vedibe. Ji ber vê yekê hevrê Xemgîn dihate wateya gerîlatiya bi Kato re bûye yek. Li Katoyê ji şervaniyê heta bi fermandariya tîm û yekîneyê, ji kûryetiyê heta bi karên lojîstîkê, tevlîbûna li çalakiyan, karê bicihbûnê, çi kar hebû, tevlî dibû. Demekê tevlî nava karên YPS’ê bû, ev kar bi serketineke mezin meşand.

Hevrê Xemgîn têgihiştî bû ku Şerê Gel ê Şoreşgerî tenê bi gerîla nayê meşandin, ji heft heta heftê salî gelê Kurd jî divê praastina xwe bike, lewma giranî da ser karên xweparastinê. Ji bo xweprastina xelkê Botanê pêk bîne, di asta pêşengiyê de tevlî vî karî bû. Karekterê gelparêz ê gelekî xurt ê hevrê Xemgîn kir ku ew di karê têkiliyên bi gel re serketî be. Hevrêyê me Xemgîn li her qada ku lê kar kir li nava gelê me bû cihê hurmetê, li nava zarokên Kurd bû cihê hezkirin û baldariyê.

Bi qasî aliyê pratîkî û kedkariyê yê hevrêyê me Xemgîn, her wiha ji xwe re timî dikir esas ku di îdeolojiya Apoyî de xwe perwerde û kûrtir bike. Di her kampa zivistanê de ya li Botanê xwe perwerde kir, pirsgirêkên têkoşînê nîqaş kir, têkoşîna xwe ya zayendî û çînî nirxand. Bi biryardariyeke mezin û motîvasyoneke xurt a têkoşînê dest bi her biharê kir, her sal bênavber têkoşiya. Hevrê Xemgîn di pratîka 8 salan a bênavber a li Botanê de ji şervaniyê heta fermandariyê di her astê de berpirsyarî kir, piştre sala 2017’an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyên wî ku hunera mirovî ya bilind, tevlîbûna sade û nêzîkatiya durust a hevrê Xemgîn dîtin, ji bo hîn bêhtir bi pêş bikeve û xurt bibe, ji bo hîn bêhtir berpirsyariyên girîng bi cih bînin, li Dibistana Navendî ya Partiyê ya Mazlûm Dogan tevlî pêvajoya perwerdeyê kirin. Hevrêyê me Xemgîn li Dibistana Navenda Partiyê li ser îdeolojiya Apoyî, paradîgmaya Rêbertî, têkoşîna xeta rêxistinî ya li nava partiya me, taktîka demê ya gerîla bi berfirehî kûr bû û dersên girîng wergirt. Tecrûbeya xwe ya xurt û dersên pratîkî tevlî atmosfera akademiyê kir, ji bo hevrêyên xwe bû rêberekî jiyanê. Hevrê Xemgîn bi kesayetiya xwe ya dilnizm û derwêşane, xwe ti carî di ser hevrêyên xwe re nedît, bi her hevalî re têkiliyeke xurt a hevrêtiyê danî. Rêveberiya partiya me ku tevlîbûna cewherî ya hevrêyê me Xemgîn dît, xwest ku dewreyeke din li perwerdeyê bimîne, bi berpirsyarî rabe û hîn bêhtir kûr bibe. Hevrêyê me Xemgîn ku du dewreyan li perwerdeyê ma, bi hişmendiya xurt a ji perwerdeya partiyê wergirtî, ji bo kûrbûna xwe, rêbazên têkoşînê, uslûp û tempoya xwe bixe pratîkê di sala 2019’an de careke din derbasî Botanê bû.

Hevrê Xemgîn diyar kir ku meşa ber bi Botanê ve ji rêzê nîne, meşa ji bo hilanîna tola şehîdan, bicihanîna berpirsyariyên pêvajoyê û layiqbûna li Rêbertî û gel e. Hevrê Xemgîn meşa xwe ya serketinê ya ber bi Botanê ve bi kelecaneke mezin, daxwazeke mezin pêk anî. Dema ku gihîşt Botanê yekser di asta fermandariya herêmê de wezîfe hilgirt, bi lez tevlî pêvajoya pratîkê bû. Jinûve derbasbûna hevrê Xemgîn li Botanê ji bo hevrêyan hemûyan bû cihê bawerî û moralê. Li çiyayên Botanê ku lê ji dayik bû, mezin bû, lê dest bi gerîlatiyê kir û bû xwedî tecrûbe, vê carê weke fermandarekî bi berpirsyarî rabû, mînakeke mezin a fedakariyê nîşan da. Hevrê Xemgîn ku di temenê Pêngava 15’ê Tebaxê de bû, bû şopdarê şehîdên nemir û bi deh hezaran lehengên li van çiyayan têkoşiyan û bûn leheng. Her gava ku firsend dît derb li dijminê qirker mêtinger xist, bi wêrekiya xwe ya bilind û bêtirs bû xwedî rêbazeke encamgir.

Hevrê Xemgîn bû navê meşeke cuda li nava têkoşîna me, şênberiya pîvanên mirovên azad ên PKK’ê di kesayetekî de, kesayetiya dilnizm, hevrêtiya ji dil, fedaîtiya Apoyî û şoreşgeriya derwêşane. Hevrêyên me Xemgîn û Abbas dema li ser erka xwe bûn bi dijmin re şer kirin, li dijî bi sedan dagirkeran, teknîka wan a şer bi çekên ferdî heta dawiyê şer kirin. Hevrê Xemgîn, milîtaniya Apoyî ya ku teslîmiyetê nas nake, heta nefesa dawî temsîl kir û bi lehengî şer kir, şehîd bû. Meşa şoreşgerî ya Xemgîn Hêşetî ku ji hevrêyên xwe re bû mînak, di serî de Hêşetiyî ji bo xelkê Botanê û hevrêyên wî çavkaniyeke mezin a rûmetê ye. Hevrê Xemgîn bi hunera xwe ya bilind a mirovî, sekna xurt, berxwedêrî, şoreşgeriya derwêşane û fermandariya xwe wê ji me re bibe mînak, di têkoşîna xwe de em ê xwedî li bîranîna wî derkevin.

Abbas Herekol

Hevrêyê me Abbas jî li gundê Ewrex ê navçeya Perwarî ya Sêrtê ji dayik bû. Gundê Ewrexê jî bi gundê Hêşetê re li heman cografyayê ye, nêzî hev in û têkiliyên xizmbûyînê bi gundê Hêşetê re hene. Gundê Ewrexê jî yek ji gundên qedîm ên Botanê ye ku xwe spartiye çiyayê Herekolê, hişmendî û civakîbûna Kurdîtiyê lê xurt e, ti carî ji xaka xwe qut nebûye. Herêmeke welê ye ku her tim xwedî li nasnameya çandî, civakîbûna xurt, dîroka xwe derketiye û ev taybetmendiya xwe heta niha parastiye. Piştî ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xwe gihand Botanê, xelkê herêmê yê ku hestên xwe yên welatparêziyê xurtir bû, hîn bêhtir bi têkoşîna azadiyê re têkilî danî. Ev têkilî heta vê serdemê jî bi xurtî dewam dike. Xelkê Emrexê di pêvajoya 40 salî ya têkoşînê de, fedakariyên mezin kir, ewladên xwe yên gelekî hêja û leheng tevlî têkoşîna me kir. Ji malbat û xizmên hevrêyê me Abbas; kekê wî Îsa Îpekten sala 1990’î li Geverê, pismamê wî Omer (Ahmet Îpekten) sala 1988’an, dotmama wî Jiyan Herekol (Hindistan Îpekten) sala 2015’an li Kobanê, ji xizmên wî Zinar (Talat Îlhan) sala 2015’an li Kobanê û keça xalê wî Serhildan (Dîlan Ayhan) sala 2020’î li Herekolê şehîd ketin.

Hevrêyê me Abbas li herêmeke bi vî rengî û di nava çandeke bi vî rengî ya civakî de mezin bû. Neçû dibistana dewleta Tirk, xwendin û nivîsandin bi xwe hîn bû. Li nava jiyana gund a xwezayî û komunal mezin bû, mîna malbata xwe ya ku bi karê çandiniyê mijûl dibû, debara xwe bi çandiniyê dikir. Malbata hevrêyê me Abbas ji beşa Kurmanc a gelê Kurd e, malbateke welê ye ku bêyî bikeve bin bandora sîstema modernîteya kapîtalîst û bide pey berjewendîperestiyê, li ser lingê xwe ma. Van taybetmendiyên malbatê bandor li kesayetiya hevrê Abbas jî kir, kir ku bi exlaqekî xurt û terbiya civakî mezin bibe. Hevrê Abbas ku xwedî karakter û exlaqekî xurt bû, li pêşberî têkoşîna azadiyê ya gelê xwe xemsar nebû, ji ciwantiyê û pê ve kete bin bandora heqîqa Rêber Apo. Hevrê Abbas bi bandora Rêbertî, hevrêtiya PKK’ê û jiyana fedaî ya hevrêyên şehîd, weke kesayetekî Kurd ê bi rûmet têgihişt ku divê bi berpirsyarî rabe. Li ser vê bingehê li herêma Herekolê di nava gerîla de kar kir, karê milîstiyê meşand. Wezîfeya milîstiyê ku bi tena serê xwe rîsk e, timî dibe hedefa dijmin û mîna hilmstandina gerîla ye, li gel hemû rîskan bi rengekî serketî meşand. Lê belê hevrê Abbas ev wezîfeya ku bi fedakariyeke mezin meşand ji bo xwe têr nedît û biryar da ku divê êdî ew bi temamî tevlî nava têkoşînê bibe. Li ser vê bingehê tevî 2 hevrêyên xwe sala 2010’an li herêma Herekolê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Abbas ku li Herekolê tevlî nava gerîla bû, her tim bû heyranê heybeta çiyayê Herekolê, xwest bibe şêrekî vî çiyayî, gerîlayekî têk naçe. Bi vê armancê navê Abbas Herekol li xwe kir û jiyana xwe ya şoreşgerî bi vî navî meşand. Hevrê Abbas ku aqişê jiyana cewherî û çiyayî ya gerîla bû, ji ber ku ew bi xwe jî Botaniyekî çiyayî bû, bêyî ku zor û zehmetiyan bikişîne, zû hînî jiyana gerîla bû. Derbasî herêma Botanê bû, perwedeya şervaniya nû di nava çend rojan de wergirt û derbasî pratîka gerîla bû. Hevrê Abbas ji ber ku neçûbû dibistanê xwedî agahiyeke zêde ya teorîk nebe jî bi tevlîbûna xwe ya cewherî, durust û sade cewhera heqîqî ya PKK’ê fêhm kir, bi vî rengî bi îman tevlî pratîkê bû. Tevlîbûna hevrê Abbas nîşan da ku hestên heqîqî û esîl hişmendî û îradeyeke gelekî Kurd dide mirovan. Hevrêyê me Abbas ku li ser vê bingehê meşa gerîla dewam kir, heta sala 2013’an li herêma Bestayê karê pratîkî kir. Bi rengekî çalak tevlî çalakî û pêngavên Şerê Gel ê Şoreşgerî yên salên 2010, 2011 û 2012’an bû. Wêrekiya mezin a hevrê Abbas, dilê wî yê bêtirs, hêrsa wî ya li dijî dijminê dagirker qirker ê ku cografya Kurdistanê wêran kir, kir ku di çalakiyan de bi pêşengiyê rabe. Di êrîşeke dijmin a sala 2011’an de birîndar bû, ev yek ji xwe re kir tecrûbeyeke leşkerî û têkoşîna xwe dewam kir.

Hevrê Abbas ne tenê bi karekterê xwe yê kedkar û bi wêrekiya xwe ya şer, di heman demê de bîrdoziya Apoyî û taybetmendiyên sosyalîst ên şoreşgerî di kesayeta xwe de bi cih kiriye û ji bo bibe kesayetek azad kedek pir xurt daye. Hevrê Abbas diyar kir ku kesê ku xwe perwerde neke nikare wateya rast bide jiyanê, lewma hewl daye bi perwerdekirina xwe ya timî bersivê bide pêvajoyê. Di nava kesayeta Botanê ya kurt û kedkar de bi milîtaniya Apoyî ya bi zanebûn a xurt re meşeke li ser xeta lehengiyê pêk anî. Li ser esasê pêvajoya vekişîna gerîlayên Bakur ku di sala 2013’an de pêş ket, hevrêyê me Abbas derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrê Abbas ku ji roja destpêkê ya tevlî bû û vir ve di pêvajoyeke pratîkî ya bê navber de bû xwedî derfetekê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdeya partiyê bibîne û PKK’ê û îdeolojiya Apoyî bi xurtî nas bike. Li ser vê bingehê di sala 2014’an de yekem car di akademiya pisporiya leşkerî de perwerdeya taktîkên çekên giran girt û bû gerîlayekî pisporê branşa taktîkê. Hema piştî akademiya pisporiya leşkerî, li ser esasê xurtkirina taybetmendiyên xwe yên fermandariyê, ji holê rakirina kêmasiyên di têkoşîna gerîla de, derxistina şêwazê fermandariya rast û pratîkkirina wê, li Akademiya Şehîd Îbrahîm tevlî pêvajoya perwerdehiyê bû. Her du pêvajoyên akademiyê ji bo kûrbûn û pêşketina hevrêyê me Abbas bûye firsedek mezin û di heman demê de bûye milîtan û fermandarekî Apoyî yê jêhatî ku dikare pêdiviyên serdemê bi cih bîne.

Hevkariya çeteyên DAIŞ’ê û faşîzma dewleta tirk a dagirker, ku ev rastiyeke ku her kes dizane û her roj bi awayekî zelal tê îspatkirin, di sala 2014’an de li dijî gelê kurd dest bi êrîşeke vekirî kir. Dewleta tirk û çeteyên DAIŞ’ê bi armanca tasfiyekirinê, bi awayeke hevpar li dijî gelê kurd êrîş pêk anîn. Kobanê bi taybet ji bo vê yekê hate hilbijartin. Lê Kobanê rê li pêşiya faşîzma dewleta tirk û çeteyên DAIŞ’ê girt û bi sekna xwe ya destanwarî ya ket dîrokê re lehengiyeke ku tevahiya mirovahiyê matmayî hişt derxist holê. Dema êrîşên li ser Kobanê di sala 2014 ‘an de pêş ketin hevrêyê me Abbas ku yek ji fedaiyên Apoyî bû, yekser rahişt çekê û ji bo sekinandina vê êrîşa qirkirinê ya li dijî gelê me ket nava tevgerê. Bi tevlîbûna xwe ya ji bo hêzên azadiya Rojava, bi tecrûbeyên xwe yên gerîla sûdek mezin daye lehengên gelê kurd û li dijî faşîzma DAIŞ’ê bi cesareteke mezin şer kiriye. Hevrê Abbas bi vê helwesta xwe ya teqez û bi hişyariya xwe ya leşkerî, di yekîneya ewlekariya hevrêyên me yên rêveberiya Partiya me de berpirsyarî girt ser xwe. Du salan ev erka hesas û krîtîk bi dilsozî û baldariyeke mezin bi cih anî, şêwaz û sekna hevrêyên xwe yên di rêveberiya Partiyê de ji xwe re mînak girt û ezmûneke girîng a têkoşîna rêxistinî bi dest xist.

Hevrê Abbas ku ev peywira hesas bi serkeftî bi cih aniye, ji bo ku tecrûbeyên ku bi paradîgmaya Rêbertî bi dest xistiye zêdetir kûr bike û bi gihije avakirina kadroya partiyê ya pêşeng, di sala 2018’an de li Dibistana Navendî ya Mazlûm Dogan tevlî nav xebatên perwerdehiyê bûye. Kûrbûna pîvana îdeolojîk a pêvajoya perwerdeyê li navenda partiyê, nîqaşkirina pirsgirêkên me yên rêxistinî bi vekirîbûn û cesareteke mezin, lêgerîna çareseriyê ji pirsgirêkên me yên têkoşînê re, hewldana xwegihandina şêwe û tempoya Apoyî, pêşketinên gelekî girîng di hevrêyê me Abbas de derxist holê. Hevrê Abbas ku xwe ji xeta azadiya jinê û têkoşîna azadiya jinê berpirsyar hîs dike, ji xwe re kiriye armanc ku qalibên îdeolojiya serdest a zilam bişkîne, helwesta mêrê azad di kesayeta xwe de bi cih bike û bi jina azad re bibe hevrêyê rast. Di vê wateyê de bi aliyên feodal ên kesayeta xwe re têkoşiya, hewl da ku têkoşîna zayendî bi bandor bimeşîne û di derdorên ku lê ma de karîbû hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe bi taybet hevrêyên xwe yên jin bi dest bixe.

Hevrê Abbas ji şervaniyê heta fermandarê tîmê, ji fermandarê tîmê heta fermandarê eniyê di astên cuda de erk girtiye ser xwe. Li ser pênaseya Rêber Apo ya “şerê ku li fermandarê xwe digere” rawestiya û hewl da di kesayeta xwe de bersivekê biafirîne. Hevrê Abbas fermandarî ne weke erk û rutbe, weke rêgeza jiyanê û navê pêşengtiya PKK’ê dinirxand. Ji ber vê yekê jî diyar kir ku her milîtanekî PKK’ê fermandar û pêşeng e û her tim vê yekê ji xwe re esas girt. Piştî ku di bihara 2018’an de perwerdehiya xwe qedand, bi xwestek, hezkirin û îdiaya serkeftinê careke din israr kiriye biçe Botanê û ev pêşniyara wî hate qebûlkirin.

Hevrê Abbas weke fermandarekî Apoyî yê ku xwedî ezmûneke mezin a şer bû û feydeyên mezin da gelê xwe, vegeriya herêma xwe. Derbasî Botanê bû û beşdarî fermandariya Herekolê û piştre jî di fermandariya herêma Katoyê de cih girt û bi awayekî çalak pêşengî kir. Ji ber ku Botanê baş nas dikir, di hemû xebatên xwe de pêşengtî dikir, li her derê astengî lê çêdibû çareserî didît. Hevrê Abbas bi tevlîbûna xwe ya rast, fedakar û bi dilnizmî her tim ji bo hemû hevrêyên xwe bûye çavkaniya moralê.

Hevrêyên me Abbas û Xemgîn dema li ser erka xwe bûn bi dijmin re ketin nava şer, di encamê de bi cesareteke mezin şer kirin û dijminê ku li hemberî hevrêyên me yên leheng nekarî li ber xwe bide, bi teknîka şer a pir dijwar bi awayekî hovane êrîşî hevrêyên me kir. Hevrêyên me Abbas û Xemgîn ku heta nefesa xwe ya dawî ji fedaîbûna milîtanî tawîz nedan, bi hev re gihiştin şehadetê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar