Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Ûmît di bernameya taybet a Medya Haber TV de geşedanên piştî hilbijartinê nirxand û got, “Di nav mirovan de hêviya ji derve heye, dixwazin hinek kes ji derve werin û van tiştan bikin. Lê belê, her kes dikare xwe bike parçeyekî vê pêvajoya guherînê. Ez dixwazim ji ciwan, jin û gelan re bibêjim ku hêza ku wê Tirkiyeyê biguherînin ew in.”
Ûmît da zanîn ku bi hêviyên ji desthilatdariy û ji çînên cûrbecûr wê tu guhertin çênebe û got, “Pêwîst e hîn bêhtir têkoşîn bê kirin, di têkoşînê de xwe biafirîne û xwe ava bike, bi wê re azadiya xwe pêk bîne, xwe nas bike. Guhertina demokratîk a li Tirkiyeyê ancax bi zindîkirina ruhekî bi vî rengî dikare pêk were. Di vî warî de ez bang li her kesî dikim ku di vê serdema heyî de pêvajoyeke têkoşîneke bi vî rengî ava bikin, tevbigerin û tevlî wê bibin.”
Nirxandinên Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Ûmît wisa ye:
“Di serî de ez li ser navê PKK’ê û milîtanên wê, hezkirin û silavên xwe ji Rêber Apo re yê ku li dijî sîstema qirkirina Îmraliyê berxwedana xwe ya bêhempa didomîne, dişînim. Parêzeran ragihandin ku hefteya borî li Rêber Apo cezayekî nû hatiye birîn. Bi vî cezayî re hevdîtin heta 6 mehan hatiye qedexekirin, wekî cezayê dîsîplînê tê diyarkirin.”
Em nikarin vî cezayî bi serê xwe weke rastiyekê binirxînin. Em her tim hewl didin nirxandinên xwe bi dîtina hemû tiştî dikin. Ev cezayê dawî jî weke pêkanînên din, di hemû pêkanînên li dijî Rêber Apo û hevrêyên din ên li Îmraliyê de, di çarçoveya konseptekê de tê kirin. 25 sal in wisa ye. Lê cihêtiyek heye.
Rejîma qirkirina Îmraliyê weke rejîmeke taybet tevdigere. Ji destpêkê ve rejîma qirkirinê ya Îmraliyê wekî rejîmeke taybet dixebite. Ji gelek aliyan ve wekî pergaleke tecrîdê, pergaleke îzolasyonê, navenda şerekî taybet û ji ser wê jî wekî polîtîkayên li dijî şerê azadî û hebûnê yê Kurdistanê didome. Lê beşa vê pêvajoyê ya piştî 2014’an hinekî cûda ye. Di vî warî de polîtîkayên Îmraliyê yên ku piştî plana bi navê Plana Çokdanînê ketin meriyetê, divê di çarçoveya êrîşên qirkirinê yên giştî de werin nirxandin. Êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê li Îmraliyê jî bi heman rengî didomin. Wekî êrîşeke li ser Rêber Apo didome.
‘Hêz û sekna Rêber Apo ya li ser siyaseta Tirkiyeyê diyarker e’
Ne pêkanînên li Îmraliyê û ne jî helwest û berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê divê ji geşedanên bi vî rengî û pêvajoyê serbixwe neyê nirxandin. Li Îmraliyê şerek tê meşandin, li wir têkoşînek piralî heye. Her şer xwedî stratejî û taktîkan e. Di vî warî de stratejî û taktîkên dijmin ên li hemberî Îmraliyê hene. Dema em qala vî tiştî dikin, dema ku Îmraliyê di nava 25 salan de veguherî navenda qirkirina gelê kurd, di dema dawî ya piştî 2014’an de jî bi piranî dewlet; faşîzma AKP-MHP’ê ji bo hemû dînamîkên têkoşînê yên li Kurdistanê ji holê rabike, dest bi plana êrîşê kir.
Têkiliya wê bi pêvajoya ku em niha tê de ne jî heye. Di hilbijartinên meha gulanê yên li Tirkiyeyê de herî zêde Rêber Apo hate nîqaşkirin. Helwest û pozîsyona Rêber Apo hate nîqaşkirin. Vê yekê nîşan da ku Navenda Qirkirina Îmraliyê di siyaseta Tirkiyeyê de li ku ye. Bi asta bandora ku Rêber Apo derxist holê, hemû hêzên rastgir û çepgir ên li Tirkiyeyê neçar man ku li hemberî Rêber Apo helwestekê nîşan bidin. Ev jî nîşan dide ku Rêber Apo çiqasî diyarker e, helwest û paradîgmaya ku li wir daniye holê ji bo Komara Tirkiyeyê, pêşniyazên çareseriyê yên ji bo demokratîkbûna komarê çiqasî gavên stratejîk û diyarker e.
Bala xwe bidinê, di serî de AKP-MHP, weke hêza rêveberiya rejîma qirker a Îmraliyê, her tim dixwaze Rêber Apo pûç bike. Li ser esasê reşkirina Rêber Apo û rastiya Rêber Apo berovajî bikin derew kirin. Nexwe li vir şerekî pir dijwar ê îdeolojîk heye. Ez tenê ji bo AKP-MHP’ê vê nabêjim; ji bo Tifaqa Millet jî rewşeke bi vî rengî heye. Wekî polîtîkayeke dewletê, heqîqeteke wisa heye ku hemû siyasî yên di nav pergalê de têkoşin divê ji bo vî tiştî helwesta xwe aşkere bikin. Di vî warî de bandora Rêber Apo ya li ser siyaseta Tirkiyeyê kêm nebûye. Bi wesîleya van hilbijartinan re zêdetir derketiye pêş. Bê guman hewldan hene ku wê berovajî û pûç bikin. Ji ber ku di qada bîrdozî û zîhniyetê de şer diqewime. Di vî warî de pêkanînên bi vî rengî didomin.
Bi rastî jî behsa kesekî ku di destê wan de girtî ye tê kirin. Di destê dewleta tirk de girtî ye. Rêbertiya me dîlekî şer e. Wê li ser wî evqasî axaftin û nirxandin were kirim lê ew ê mafê wî tunebe ku biaxive û bersivekê bide. Vî mafî didin kesên din. Hinek kesên din hene. Mînak, vî mafî didin Selahattin Demîrtaş, ew dikare fikra xwe ragihîne. Ji bo siyasetmedarên din jî ez dikarim mînakan bidin. Girtiyên CHP’yî û yên ji fikrên cihê yên siyasî hene. Ew dikarin fikra xwe ragihînin lê dema ku mesele tê ser Rêbertî, li ser wî spekulasyon, derew tê avakirin. Mafê bersivê jî nadin wî. Ev ji ber hêza Rêber Apo pêk tê.
‘Civakek ku hêviya xwe winda bike wê xeyalên xwe jî winda bike’
Aliyek wê yê din jî, helbet tola xwe distînin. Tirs heye. Gelek ditirsin. Binêrin ji xwe civaka Kurdistanê dizane, Rêbertiya xwe nas dike. Ji dil ji wî bawer kiriye. Di wê wateyê de di civaka Kurdistanê de têkildarî vê yekê çi teredut li hemberî rastiya Rêbertî nîn e. Bêyî nîqaş rastiya rêbertiyekî ya civaka kurd heye. Di nava sedsala dawî de xwe daniye holê, îspat kiriye, li ser bingehê berjewendiyên gelê kurd xwe ava kiriye, rastiya Rêbertî heye ku jiyana xwe hemû li ser bingehê pêwîstî û berjewendiyên gel rêxistin kiriye. Ji 7 heta 70’ê di civaka kurd de jî li gorî wê yekê bi wî re dimeşin, lê tirsek heye ku civaka Tirkiyeyê rastiyan bizane. Lewma polîtîkaya tecrîdê ya li ser Îmraliyê û polîtîkaya qedexekirinê bi vî rengî didomînin. Evane hemû îsal ji ber mafê hêviyê yê Rêbertiya me yanî mafên qanûnî, pêvajoyek e ku divê azadiya Rêbertiya me were rojevê.
Ji bo ku ji mafê xwe yê hêviyê sûd wernegire weke girtiyekî ku timî cezayên disîplînê werdigre, tê nîşandan. Aliyekî şaş ê hiqûqî ya bi vî rengî heye.
Rêber Apo di girtîgehek yek kesî de ye. Li gel wî çend heval hene, lê pêkanînên li wir nehatine guhertin. Di girtîgehek a bi tîpa hucre de, dikare çi cûre cezayek ê disîplînê werbigire? Evane hemû hincet in. Em di vê çarçoveyê de dinirxînin. Pozîsyona û cihê Rêber Apo, rewş û cihê gelê Kurdistanê diyar dike. Lewma jî divê di serî de gelê kurd ez car din banga têkoşînê li hemû hêzên demokrasiyê û bi rastî jî hemû mirovên xwedî wijdan dikim. Têkildarî vê yekê hestiyariyek girîng heye. Lê ev derket holê ku divê em vê hîn zêdetir belav bikin û bi israr bidomînin. Nayê xwestin ku rastiya Rêbertî were naskirin. Nayê xwestin ku gelê kurd mafê hêviyê nas bike. Tê xwestin ku hêviya gelê kurd were şikandin. Lewma divê ji her demê zêdetir hêvî were mezinkirin û pê re were jiyîn. Bi rastî jî mirovê ku hêviya xwe winda bike, wê her tiştê xwe winda bike. Civakek ku hêviya xwe winda bike wê xeyalên xwe jî winda bike, nikare utopyaya pêşerojê ava bike. Lewma nikare bi hev re bixebite û rêxistin bibe. Ez bang li gelê me dikim ku hîn zêdetir li hemberî polîtîkayên li Îmraliyê bi hestiyar bibin û hemû jiyan û çalakiyên xwe di vê çarçoveyê de bimeşînin.
‘Nêzîkatiyek modernîst heye li hember Rêber Apo heye’
Li gel Kurdistanê rastiyek heye ku di navenda rojeva Tirkiyeyê de jî. Rastiya Rêber Apo heye û girîngiya ku tecrîda li ser wî îfade dike heye, tê nîqaşkirin. Bi wesîleya hilbijartinan ev car din bi rengekî pir zelal hat dîtin.
Gelo encamên pêwîst tên derxistin? Bi taybetî ji aliyê beşên demokratîk û azadiyê ve ev wiha ye? Ji aliyê derdorên sosyalîst, çepên demokratîk û dostan ve ev polîtîkayên ku li Îmraliyê tê meşandin, berxwedana ku pêk hatî rast tê xwendin? Bi rastî jî encamên bi bandor tê derxistin? Ez ne di wê fikrê de me. Ez nafikirim ku têkildarî vê mijarê qasî tê xwestin encam tê derxistin. Helwesta gelê kurd a li hemberî rastiya Rêbertî pir zelal e. Ji aliyê jiyana wî, dîrok, çand û hebûna wî ve civaka kurd qedrê wê dizane. Ji ber wê jî em nikarin sekna fedayî ya di ciwanên kurd de derketî holê, ji vê yekê qut bigirin dest. Lê ji aliyê hêzên demokrasiyê yên ji derveyî vê dimînin û derdorên çep ve em vê yekê wiha nayînin ziman. Nêzîkatiyek modernîst heye. Rêber Apo bi lîderên din, serokên partiyên din re tevlihev dikin. Rastiya wî ya Rêbertî hem ji aliyê civaka Tirkiyeyê ve, aliyê pêşeroja Tirkiyeyê ve, aliyê aştiya hundirîn a Tirkiyeyê ve, çi ked ji bo vê yekê dayîne pir zêde nehatiye fêmkirin û qedrê wê nehatiye zanîn. Eger wiha çêbûbaya dibe ku me gotin û gavên hîn bi wêrektir ji van beşan dîtibaya. Ez vê ji bo Tirkiyeyê dibêjim. Li dervey welêt gelek rewşenbîr, entelektuel têkildarî vê mijarî hîngî ku diçe ronî dibin û ber bi rastiya Rêber Apo ve nêz dibin, daxûyaniyan didin, bang dikin û di nava aktîvîteyên cûr be cûr de cih digirin. Lê cihê ku divê evane lê bin, derdorên din ên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ye. Têkildarî vê yekê ji xwe reşkirinek pir cidî heye.
‘Rewşenbîrên tirk ji rewşa heyî berpirsyar in’
Tirkiye bi operasyonên şerê taybet dimeşe. Propagandaya li ser derewan pir zêde ye. Krîzeke ronakbîrî, krîzeke entelektuel heye ku civaka Tirkiyeyê, gelên li Tirkiyeyê bi rê ve bibe. Li Tirkiyeyê krîzeke entelektuel a giran heye. Balê xwe bidinê, ji bo civakê polîtîkayek biaqil nayê hilberandin. Edebiyeta hemasetê gelek zêde ye. Ajîtasyon pir zêde ye. Hestê mirovan têne birêvebirin û dîrok pir tê berovajîkirin. Lê belê ronakbîrên ku heqîqetê biparêzin tune ne. Rewşenbîrên tirk ji rewşa heyî berpirsyar in. Hin kes derdikevin û dibêjin; Asta gelê tirk ev e! Divê gel neyê sûcdarkirin. Divê mirov li wan kesên ku dibêjin ez serok im, ez mezinê te me, an jî rewşenbîrê we me, binêrin. Ew di kîjan hişmendiyê de ne? Bi rastî jî li Tirkiyeyê qeyraneke giran a ronakbîriyê heye, qeyraneke rewşenbîrî heye, krîza zihniyetê heye û di encamê de dîsa îdeolojiyên kevn tên rojevê. Di destpêka salên 1900’î de, formên îdeolojîk ên ku di serdema ku bi perçebûna Împaratoriya Osmanî re derketiye holê, di sala 100’emîn a Komarê de ji nû ve zindî bûne. Osmanî, îslamî, neteweperestî. Ev herikînên îdeolojîk bûn ku ji bo rizgarkirina wê Împaratoriya Osmanî derketine holê û piştre jî zihniyeta Komîteya Îttîhad û Terakkî ava kirine. Di 100 saliya Komarê de ev pêşketine an paşveçûn e? Eger rewşenbîr hebin, bi rastî jî divê li ser van nîqaşan bikin. Helbet pîvana li vir ne Rojava ye. Ez behsa krîterên Rojava nakim. Lê herikînên bîrdozî yên ku ji serdema Îttîhat û Terakkî heta îro mohra xwe li Komara Tirkiyeyê xistiye û di civaka Tirkiyeyê de bûye sedema pirsgirêk û nexweşiyên cûrbecûr, careke din serdest bûn. Gelo berpirsiyarê vê yekê rewşenbîrê tirk nîne? Ji vê rewşê demokratên tirk yên ku îdeala civakeke wekhev, adil, azad û piralî diparêzin in, berpirsyar in.
Rêber Apo di van mijaran de bi têra xwe vebûn pêk anî. Ew tenê li Rojhilata Navîn zîhniyeta netew-dewletê forma netewperestiyê rexne nekir; her wiha rêbaza zanistî ya modernîte, formên ramanê yên ku derdixe holê, rejîmên siyasî yên ku pê re derketin holê, pergalên ku tevî modernîteya kapîtalîst bûn, faşîzmê hildiberîne. Vê rastiyê danî holê. Di vê wateyê de rewşenbîrê Tirkiyê yê herî wêrek Rêber Apo ye. Eger li Tirkiyeyê ronakbîriyek rast an jî rêyek ronakbîrî hebe, ji bilî Rêber Apo kesekî ku bikaribe fikrek nû, projeyek nû derxe pêş heye? Gelo kesek heye ku karibe ji siyaseta ku Komarê daniye pêşiya xwe rizgar bibe yan jî ew pêvajoyên pevçûnî yên dîrokî hildiberîne û ji nuqteyeke cûda ve siyasetê derdixîne holê? Tune. Di vê wateyê de hem ji bo berxwedana Îmraliyê û hem jî ji bo ronîkirin û jiyana azad a civaka Tirkiyeyê hewldanên Rêber Apo nayên bersivandin. Ji bo Tirkiyeyê ez dibêjim. Ji ber vê yekê dibe ku ev pirgirêk hinekî ya me be jî. Divê ev bêtir bê nîqaşkirin. Pêwîst e nêzîkatiya çareseriyê ya Rêber Apo hîn zêdetir bikeve rojevê û pêwîst e zêdetir were nîqaş kirin. Em tevgerek in wisa ye ku me dewletparêziyê derbas kiriye. Faşîzma mêtinger a qirker a li Tirkiyeyê bi israr çi dibêje? Ew dibêje ku PKK’ê cûda kar in. Weke PKK’ê nêzîkatiya me ya çareseriyê ya di vê mijarê de diyar e. Em projeya jiyana bi hev re ya gelên Tirkiye û Kurdistanê diparêzin. Lê em dixwazin li ser esasê wekheviyê be û mîmarê wê Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê pêwîst e fikrên Rêber Apo zêdetir bikeve rojeva civaka Tirkiyeyê.
‘Em ji her cûre şer re amade ne’
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel beriya çend rojan bilançoya meha gulanê ragihand; hem windahiyên gerîla da û hem jî leşkerên tirk ên hatine kuştin da.
Rewşeke bi vî rengî heye: Mînak ji ber erdhejê biryara bêçalakîtiyê hate dayîn. Bi fikira ku faşîzma AKP-MHP’ê provokasyonan bike û ji bo hilbijartin di rewşeke saxlemtir û ewletir de pêk werin, ji bo ku bingehê provokasyonan nemîne me ev yek dirêj kir. Lê bi rastî me ev ji berê de dizanibû, her me biryarek wiha daba dewleta tirk a faşîst her tim hewl dida vê veguherîne firsendê. Di serdemên ku gerîla ne di nava çalakiyan de ye, êrîşên xwe zêde dike û bi vî rengî hewl dide gerîlayên hêzên azadiyê tasfiye bike. Vê carê jî wisa bû. Di vê çarçoveyê de hişyariyên pêwîst li hêzên me hatin kirin. Hin baldariyek hebû. Lê di bîlançoya meha gulanê de jî şehîd jî hebûn. Çalakiyên wan hêzên gerîla jî hebûn. Ew ne hêzên di çalakiyê de bûn. Bi taybetî hêzên me yên li Bakur ne hêzên çalak bûn, ne di pozîsyona êrîşê de bûn. Li gel vê jî artêşa tirk dest bi operasyonê kir û pevçûn derket. Li dijî hêzên me yên di çeperên berxwedanê de û di çeperên parastinê de bûn, êrîş hatin kirin. Şer dewam dike. Fermandarên me beriya niha li ser vê mijarê daxûyanî dabûn. Gotin ‘Em ji her cure şer re amade ne.’ Di vê mijarê de amadekariyên me hene. Di serdemeke wiha de me dizanîbû ku faşîzma AKP-MHP’ê wê êrîşên xwe bidomîne. Lê belê me ji bo gelê xwe, ji bo gelan, ji bo gelên Tirkiyeyê biryareke wiha girt. Ev pevçûn wê kûrtir bibin an wê vebijêrkeke din a gengaz hebe? Pozîsyona artêşa tirk wê vê diyar bike. Ew girîng e. Amadekariyên me hene. Em weke PKK’ê tevgereke ku ev 40-45 sal in bi berxwedanê teşe hatiye girtine. Li bakurê Kurdistanê jî wisa ye, li herêmên din jî wisa ye. Em ê li dijî hemû pêkhateyên li dijî têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê me êrîş dikin, têbikoşin.
Şehadeta 13 hevrêyan hate ragihandin. Şehadeta hevrêyê me Leyla Amed hate ragihandin. Ez wan bi hurmet û minetdarî bibîr tînim. Em diyar dikin ku em ê dilsoziya xwe ya bi bîranînên wan re di berxwedanên bi rûmet ên di dema pêş de nîşan bidin.
‘Pêngava 1’ê Hezîranê mohra xwe li 20 salên dawîn xist’
Em qala pêngaveke wisa dikin ku, mohra xwe li 20 salên dawîn daye. Me Pêngava 1’ê Hezîranê weke Pêngava 15’ê Tebaxê ya duyemîn nirxand. Di vî warî de, encam piralî ne. Ji ber ku ev pêngaveke wisa ye ku piştî komploya navneteweyî pêk hat. Bi taybetî ji sala 1999’an heta 2004’an, bi rastî jî ji 2000’an heta 2004’an vekişîna hêzan hebû. Di wê demê de pêvajoya agirbestê hate xwestin. Her tim weke serdemeke ku çek ne di meriyetê de bûn, dihat pênasekirin. Loma jî hinek hêzên siyasî yên Tirkiyeyê digotin, PKK qediya. Dema Erdogan hat ser desthilatê, rewşeke wisa hebû ku şer qediyabû, di wê serdemê de dîsa zindî bû. Li ser wan jî polîtîkayan dikin. A rast ne wisa bû.
Li ser wê pêvajoyê planên pir cidî hatin çêkirin. Di navbera salên 2000 û 2004’an de, li ser me êrîşên tasfiyekar hatin kirin. Li pişt wê Amerîka û AKP hebû. Di wê pêvajoyê de xwestin Tevgera Azadiyê ya Kurdan a rast PKK’ê parçe bikin û ji hev belav bikin. Digotin çek hatine binaxkirin, wê careke din çek nekevin meriyetê. Gelek hêzan digotin piştî dîlbûna Rêber Apo wê PKK nikaribe dîsa dest bi têkoşînê bike û li ber xwe bide. Di vî warî de pêşketina ku di 1’ê Hezîrana 2004’an de pêk hat dawî li van nîqaşan anî. Derket holê ku Tevgera Azadiya Kurd çiqasî di xeta Rêber Apo de kûr bûye. Aşkere kir ku eger em weke hêzeke siyasî li Kurdistanê derkevin holê, divê li ser bingeheke cidî ya leşkerî û hêza xweparastinê be.
Di vî warî de di serî de yê Amerîkayê hêzên ku xeyala wan ev bû ku li Tirkiyeyê Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bibe lê ev xeyala wan pêk nehat. Vê pêngavê mohra xwe li 20 salên dawîn xist. Gerîlatiya nûjen, nûkirina gerîla, ji nû ve teşekirina wê ya li gorî serdema heyî, bidestxistina şêwaz û taktîkên nû, kûrbûna wê di taktîkên gerîla de, bi pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an re di asteke gelekî xurtir de pêş ket. Yên ku dîroka şerê me hinekî dixwînin, bi rastî vî tiştî dizanin. Beriya salên 2000’î de, di warê taktîkên gerîla û di feraseta fermandariyê de pirsgirêkên me yên cidî hebûn. Lê bi taybetî di navbera salên 2000-2004’an de hêzên me yên gerîla, hêzên me yên partiyê bi kûrbûna gerîlatiyê re di pêvajoyeke amadekariyeke cidî re derbas bûn. Li ser vê yekê ji ber ku desthilatdariya AKP’ê nêzî çareseriyê nebû, Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an hate rojevê.
‘Pêngava 1’ê Hezîranê hêza gerîla hîn xurttir kir’
Beriya vê pêngavê serokwezîrê wê demê Erdogan ev axaftin kir. Got ‘Hek hûn nefikirin, pirsgirêka kurd tune ye.’ Piştî pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an û encamên wê derketin holê, îcar jî got ‘Pirsgirêka kurd heye, pirsgirêka min e jî. Divê em vê pirsgirêkê çareser bikin.’ Ji bo fêhmkirina encamên Pêngava 1’ê Hezîranê ev her du danberhevî jî bes in.
Niha tê nîqaşkirin; divê şerê çekdarî bidome yan na, şerê çekdarî xilas bûye yan na? Tenê yên ku li vê dîroka nêz dinêrin dikarin mebesta me fêm bikin. Rastiyek wisa heye, li Rojhilata Navîn jî heye. Lê pergala qirkirinê ya ku em pê re rû bi rû ne, di rastiyê de naxwaze civaka Kurd xurt bibe û dixwaze civakê teslîm bistîne. Bêguman divê di vê çarçoveyê de nîqaşên bi vî rengî werin kirin. Ew hêza xwe ya çekdarî zêde dike, îro li he dera dinyaê di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de her welat hêza xwe ya çekdarî zêde dike, her kes budçeya xwe ya şer zêde dike. Bi giranî li Tirkiyeyê, li Komara Tirkiyeyê di bin pêşengiya hikûmeta faşîst a AKP, MHP’ê de xurtkirina hêza çekdarî heye û çekên nû hildiberînin. Hemû propagandaya xwe ya hilbijartinê li ser vî tiştî kirin. Lê dema ku dor tê ser kurdan, ji bo ku destên wan girêbide, hemû tiştên ji bo xweparastinê ji destê Kurdan distînin.Ev gelekî xetere ye û tê xwestin polîtîkayeke bi vî rengî were meşandin. Bi taybetî jî hewl didin van encamên hilbijartinê bi vê rewşê ve girêbidin. Kenê mirovan li vî tiştî tê. Encamên hilbijartinê nîşan dan ku li Tirkiyeyê bi hilbijartinan tiştek nayê bidestxistin. Civaka Kurd ji her demê zêdetir divê di vê pêvajoyê de tevbîrên xwe pêş bixe û berfireh bike, ji bo parastina xwe li her qadê tevdîrên xwe bistîne. Divê civaka Kurd jî hêza xwe ya çekdarî xurt bike.
Ez di çarçoveya mijarê de mînakekê bidim. Min vê dawiyê li nûçeyek temaşe kir. Li Geverê 2 çeteyan li ciwanekî dane. Piştre jî çûn midûriyeta polîsan û li wir gef li wî ciwanî xwarine. Diyar e ciwanekî Kurd ê hêja ye. Jixwe helwestek girtiye, lê wiha dibêje; Ez fêm nakim, çima ez kirim hedef. Min tiştek nekir!’ Ciwanên kurd, gelê kurd, jinên kurd ne hewce ne ku tiştekî bikin. Ew kurd bin, bes e. Ev polîtîkayeke qirkirinê ye, pergaleke qirkirinê ye. Ciwanên kurd tiştekî nekin jî, wê dewleta tirk a qirker her dem zordestiyê li wan bike. Tiştek neyê kirin jî ji bo civakê, dînamîkên civakê bitirsînin, wan têxin bin kontrola xwe û teslîmstendinê wê vî tiştî bikin. Bi vê wesîleyê bang li ciwanên kurd dikim. Encaman gelek baş derxist holê ku civaka kurd ji her demê bêhtir pêwîstiya wê heye ku, xweparastinê pêş bike. Xetere kêm nebûye berovajî wê zêdetir bûye. Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an tê wateya tiştekî wisa. Di vê serdemê de êrîşên dewletê yên qirkirinê li ser civaka kurd zêde bûne, bi taybetî jî di demeke ku digotin wê PKK nikaribe şer bike, êrîşên li ser civaka kurd zêde bûne vê pêngavê nîşan daye ku ev rewş ne wisa ye û vê pêngavê hêza gerîla heta roja me xurt kiriye.
‘NY parçeyekî komkujiyên Mexmûrê ye’
Divê em vê bibînin: Şerê Cihanê yê Sêyemîn, rewşa herêmî, li herêmê pozîsyona kurdan û tê xwestin ku kurd çawa bên bikaranîn… Divê evane qet neyên jibîrkirin. Parçebûna li Kurdistanê mohra xwe li 100 sala berê xist û kurdên ku ji serweriya neteweyên desthilatdar ên cûda re hatî hiştin, bi neteweyên wê herêmê re dane xebitîn… Hat xwestin ku kurd her tim bibin çavkaniya şer. Tê xwestin ku Rojhilata Navîn bi vî rengî were kontrolkirin. Ji wê wateyê ve ez dikarin vê bêjim; Iraq li ser pêyan e. Li Iraqê alozî didome. Ji xwe di nava xwe de jî gelek guman û pirsgirêkên xwe hene. Çi qasî tê rewşa dewletê, ew jî tê nîqaşkirin. Ji ber ku eger ne wisan ba, bi rastî jî eger otorîte, îrade, hêza wî ya rêxistinbûnê hebûya wê dagirkeriya ku li welatê wê bi xwe tê kirin sekinandiba. Bakurê Iraqê di bin dagirkeriya tirk de ye. Yê ku ji wê re nabêje raweste, li Mexmûrê xelkê Botanê ku ji zilma tirk reviya ye, dorpêç dike. Hewl dide hêza xwe li wir deyne holê.
Helbet ev ne rewşek wiha ye. Em vê rewşê wisa nanirxînin ku dewleta Iraqê tenê ji bo nîzama xwe ev hewldan kiriye. Bi qasî ku min fêm kirî xelkê Mexmûrê jî wisa nanirxîne. Eger xelkê Mexmûrê bawer kiriba ku dewleta Iraqê ji bo nîzama xwe, rêkûpêkiya xwe ya hundir û ewlehiya xwe vê gavê diavêye, bi berxwedanek wiha bersiv nedida.
Peymanên ekonomîk ên bi Tirkiyeyê re hatin kirin, nîqaşên krîza avê yên bi Tirkiyeyê re tên kirin û peyman û nîqaşên ku têkildarî çavkaniya enerjiyê yên bi Tirkiyeyê re hatin kirin, hêmanek diyarker e. Li vir di şexsê xelkê Mexmûrê de tê xwestin ku kurdan bikin qurbanî. Xelkê Mexmûrê, xelkê Botanê ye. Heval Karasû jî anî ziman; civakek ku li hemberî dewleta tirk li ber xwe daye, ji bo teslîm nebe jiyana penaberiyê hilbijart. Ewqas berdêl da, ewqas fedakarî kir. Niha li wir çima hewldanek bi vî rengî li hemberî cihekê ku jiyana xwe rêxistin dike, belkû jî civaka herî aştîxwaz a herêmê îfade dike, xwe perwerde kiriye û nûneriya gelekî bi çand dike, heye? Ez difikirim ku li vir teqez bandora dewleta tirk heye. Hêzên rojavayî yên navneteweyî jî. Ji ber ku eger Neteweyên Yekbûyî (NY) xwestiba wê çareseriyek ji vê yekê re dîtiba. Ew kamp di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de bû. Ji ber ku ew bi salane lê xwedî nederketin, hema bibêje her sal wê kampê bi dehan şehîd dan. NY parçeyek ê wan komkujiyan e. Dibe ku wî bi xwe bi rê ve nebibe, lê bi bêdengiya xwe û xwedî lê nederketinê kiriye.
Ev mirovane ji ber ku ewlehiya wan a jiyanê tune bû, hatin Iraqê. Yan eger em welatê wan bi çolê re bînin beramber hev, cihekî mîna buhiştê ye. Neteweyên Yekbûyî jî divê xwedî li berpirsyariya xwe derbikeve û bibîne. Yan wê bibe hevkarê vî karî. Xelkê Mexmûrê beşek civakî îfade dike ku bi bandora tevgera azadiyê derbasî berxwedanê bûye. Rêbertî paşerojê got; ev der yekîtiyek a KCK’ê ye. Ji wê wateyê ji dervey wê sîstemê ye ku tê xwestin li Iraqê û bi taybetî li herêma Kurdistanê bê pêşxistin. Çêkera xwe ya xweser diparêze. Meclîsa wê heye, tiştek demokratîk dixebite. Dibe ku biçûk be, lê neteweya li wir jiyanek a alternîfa mejiyê dewletparêziyê ye. Jiyanek alternatîf a Mexmûrê heye, sekna wê heye. Nûneriya nirxên komunal dike, civakî ye. Vê yekê weke xeterî dibînin û êrîş dibin ser. Yan xelkê Mexmûrê gef li kê xwariye? Xelkê Mexmûrê ji bo kî/ê bi xeter e? Rewşek wiha nîn e. Bila biçin binêrin; li wir ji derveyî yekîtiyên wan bi xwe ku asayîş û ewlehiya xwe pêk tînin, yekîtiyên asayîşê tune ne, yekîtiyên ewlehiyê tune ne, mesele artêşa wê tune ye.
Civaka Kurd divê li dijî van êrîşên qirkirinê, êrîşên belavkirin, parçekirin, tirsandin û teslîm girtinê li her cihê ku lê ye berxwedanê zêde bike. Bila gumanên xwe yên dîrokî, pirsgirêkên sunnî li cihekê bihêlin û seknek bihevreyî nîşan bidin. Tişta ku em ji xelkê Mexmûrê jî hêvî dikin ev e. Berxwedana wan wê encam bigire. Ez difikirim ku hikûmeta Iraqê jî wê vê rastiyê fêm bike. Ji ber ku li Iraqê gelek beşên civakî hene. Çêkerek civahî heye ku êş dikêşe. Li Iraqê ji aliyê Şîiyan ve jî ev wiha ye, ji aliyê Ereban ve jî ev wiha ye. Ji ber ku timî di bin mudaxeleyê de ye. Li gorî van rastiyan ez difikirim ku wê nêzîkbûnek hîn demokratîktir li hemberî xelkê Mexmûrê bê raberkirin. Ez vê girîng dibînim.
‘Dewleta tirk cesareta kuştina kurdan ji PDK’ê digre’
Destpêka hêzên ku Mexmûrê weke çavkaniyek xeteriyê îşaret dike, PDK tê. PDK xwe weke hamiyê kurdan pêşkeş dike. Eger tu kurd bî divê tu PDK’yî bî, ji dervey wê hemû şêweyên kurdîtiyê hedef digirin û weke dijmin nîşan didin. Li qada navneteweyî tişta ku dike ev e. Ji xwe ew bi xwe hevkar, xayîn û xerab e. Xeta ku nûneriya wê dike, ev e. Eger wiha nebûya, îro li Kurdistanê şer nedihat vê astê. Dewleta tirk jî evqas êrîşî kurdan nedikir. Yek ji berpirsên vê yên sereke jî PDK ye. Eger îro li hemberî Mexmûrê êrîşek wiha heye, yê ku bingehê rewabûna vê vedike PDK bi xwe ye.
‘Ev hilbijartin ne rewa ne’
Pêvajoyeke girîng pêk hat. Ev hilbijartin di 100 saliya Komarê de hatin kirin. Helbet me berê jî nirxandibû û em ê nirxandina wê didomînin.
Rewşeke wisa tuneye ku em bibêjin hilbijartin pêk hat, pêvajo guherî. Hêzên ku li beramberî geşedanên civak û dîrokê em li hemberî wê têdikoşin, dixwazin wisa nîşan bidin.
Dewleta Komara Tirkiyeyê bi pêvajoyeke guhertineke cidî re rû bi rû ye. Em dikarin ji vê re jî bibêjin pêvajoya şoreşa demokratîk. Ev ji holê ranebûye. Bi rastî jî divê pir baş were fêmkirin. Dewleta tirk di rewşa xwe ya îroyîn de nikare xwe bi pêş ve bibe. Di vî warî de divê li ser têkoşînê were sekinandin û hilbijartin jî parçeyekî vî tiştî bûn. Me wisa nirxand. Li ser vî esasî me qîmet da hilbijartinan. Çima? Ji ber ku em tevger û hêzeke guhertinê ne, 50 sal in li herêmê bi pêşengiya Rêber Apo têdikoşin. Encamên vî tiştî hene. Binêrin, gelek hêzên ku em li Tirkiyeyê li dijî wan şer dikin, êdî tew qala wan jî nayê kirin. Helbet tevgera me ev yek kir. Di vî warî de ez dixwazim vê bibêjim. Heger li Tirkiyeyê qadeke siyaseta demokratîk derketibe holê, heke bîrbûnek derketiye holê, ev bi saya têkoşîna me ye. Em ji vê hêza xwe bawer in. Em baweriyê bi hêza li qada siyasetê datînin. Em vê weke parçeyekî têkoşîna xwe dibînin. Divê nêzikatiyeke wisa tunebe wekî çepgirên tund û domatîk bibêjin tekane rê şoreş e û tu xebateke ji bo geşedana şoreşî nekin. Divê têkoşîn piralî be. Nêzîkatiya me ya di vê meseleyê de ev e. Di vê dema guhertinê de, me girîngî da van hilbijartinan. Weke min got, li Tirkiyeyê pirsgirêkên guherînê bi hemû zehmetiya xwe didome. Di vê derbarê de ez dikarim bibêjim; her du xet di nav hev de ne. Ne sê xet. Li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê tiştekî bi navê Tifaqa Millet û tevgera kurd tune.
Van hilbijartinan ev yek pir baş nîşan da. Ez ê wekî encamek ji nêrîna xwe bibêjim. Belê, li Tirkiyeyê guherînek heye, xwe ferz dike. CHP’ê xwest ku bibe namzetê vî tiştî. Lê derket holê ku ew ji wan ne cûdatir in. Di hinek meseleyên teşeyî de, ji bo rêveberiya pergalê de hinek cihêtiya xwe nîşan dan lê di esasê xwe de li aliyekî hêzên dewletparêz û desthilatparêz ên ku li siberoja dewletê derdikevin û li aliyê din jî hêzên ku demokrasî, azadiya civakê û mafên mirovan diparêze. Me dît ku li ser vî esasî her du xet hatine hemberî hev. Yên din nêrîna mirov şêlûj dikin. Wekî ku gelek avadaniyên siyasî hene lê me di hilbijartinên serokkomariyê de çi dît? Sînan Ogan çû piştgirî da AKP û Erdogan. Tiştekî wisa heye, di vî warî de mirov dikare qala du xetan bike. Divê mirov wisa lê binihêre. Di hilbijartinan de dek û dolab û xapandin derket holê. Me dizanîn ku wê ev tişt pêk were. Yanî wê li hemberî wer pergaleke faşîst hebe û wan her tişt xistine bin kontrola xwe. Wê hêza dewletê di destê wê de be û wê qet dek û dolaban neke. Tiştekî wisa tune. Ev hilbijartin ne rewa ne. Dibe ku Tifaqa Millet û CHP’ê tevkariya herî mezin wisa li vê pergalê kir. Ji ber ku wan ev tişt rewa dîtin. Akşener daxûyaniya pêşîn kir? Çima. Ji ber ku li Tirkiyeyê ji guhertineke mezin ditirsin. Ditirsin ku civak îtîrazî vî tiştî bike, li hemberî van encamam rabe ser pêyan. Ev jî bi destê partiyên mûxalif têkirin. Partiyên mûxalif wisa diyar dikin ku dibêjin em jî li hemberî wan bûn lê bi rastî jî wan bi hêza xwe ev tişt bi dest xistin.
‘Yên nirxên xwe bifiroşin pereyan, bêyî exlaq in’
Min destpêkê ev fikirî; gelo em bibêjin operason, bibêjin darbe, komplo, zemînene din ya komployê? Bi rastî jî min nîqaşa vê yekê di serê xwe de kir. Her sê jî tiştên ku hevdû temam dikin in. Lê bi rastî jî di sala sedemîn a komployê de, Komara Tirkiyeyê ne li ser bingehê demokratîkbûnê, di serî de li hemberî kurdan, li hemberî hêzên demokrasiyê, çêkera sosyalîstên çep bi komployekî nû bersiv dan. Ev hilbijartin hatin dîzaynkirin. Ji bo vê ez dixwazim vê yekê pêşniyaz bikim. Bi taybetî li Kurdistanê piranî dengên kurdan derbasî MHP’ê hatin kirin. Ev tiştekî xetere ye. Ez vê yekê bûyerek hêsan nabînim. Hema bibêje di her hilbijartinê de dek û dolab hene, lê ji çêkerek weke MHP’ê re qasî sedî 7’ê deng derbaskirin, li hemberî civaka kurd heqaretek mezin e. Ji bertekek hestiyarî wêdetir, ez dixwazim vê bibêjim. Tê xwestin ku tiştekê bi vê yekê were kirin. Tê xwestin ku ev peyam bê dayîn: Binêrin, li Kurdistanê bingehê miliyetparêziya tirk heye. Miliyetparêziya tirk di polîtîkayên teslîmgirtinê û polîtîkayên bişaftin û qirkirinê de ku li ser civaka Kurdistanê pêk tîne, bi ser ketiye. Ji ber ku ev qas deng derketine, peyama me ev der kiriye qada belavbûna miliyetparêziya tirk û Tirkîtiyê, didin. Bi vê yekê dixwazin çi bikin? Di rastiyê de bingehê polîtîkayên qirkirinê ku di dema li pêşiya me de li Kurdistanê pêk bînin, amade dikin. Ji wê wateyê ve ez bi gotina komployê qala rastiyek bi vî rengî dikim. Bû hilbijartinek ku bingehên vê hatin amadekirin û ev hat dîzaynkirin.
AKP-MHP’ê gelek mîtîng li dar nexist. Rehetiyek di wan de hebû. Jixwe amadekariyên xwe berê kiribûn. Dibe ku ez vê yekê ji vir îspat nekim. Lê bila kesên eleqeder meselê lêkolîn bikin û derxînin holê. Yan herêma erdhejê? Li herêma erdhejê mirov tune bûn, çawa derket ser sedî 70 û 80’ê? Gelo dikare wiha bê gotin? Avahî çêkirin, mal û pere dan. Mirovên li wir evqas ji nirxên xwe ketine? Canên wan çû! Dibêjin pereyê xwînê. Ez bawer nakim ku civaka me bi vî rengî be. Di civaka me de exlaq hîna gelek xurt e. Yên nirxên xwe bifiroşin pereyan, bêyî exlaq in. Eger şaş be rast bikin, bêexlaqiyek wiha tune ye. Lê vê rejîma şer a taybet di serî de li herêmên erdhejê, li gelek herêmên Kurdistanê lîstokek wiha lîstin. Rêjeyên dengên li Kurdistanê yên civaka Kurd, ev nîşan da desthilatdariya heyî û faşîzm encam nagire. Kurdan hema bibêje dengê blok dan. Seknek bi wî rengî raber kirin. Divê mirov zêde li pey wan propagandayan nekeve. Erê lîstokên bi vî rengî çêbûn, lê hêzek ku bikeve têkoşînê nikare wiha bibêje. Nikare bibêje wî/ê hîle kir, vî/ê hîle kir. Ez naxwazim qala wê yekê bikim. Tişta ku ez qalê dikim, ne ev e. Helbet dema mirov hûn bikevin şerekî, hûn ê kesê beramberî xwe baş nas bikin. Hûn ê bizanin ka ew ê çi bike. Hûn ê wan lîstokan ji destpêkê ve bizanin, texmîn bikin. Hûn ê tedbîrên wê bigirin. Ev wiha ye.
‘Divê tu kes nekeve nava vê xerabiyê‘
Lê şerê Erdogan û Kiliçdaroglu li Kurdistanê hinekî cuda ye. Lê li Kurdistanê şerên veşartî û qirêj pir zêde ne. Rastiyek wisa heye. Ji ber vê yekê divê ti kes nefikire ku civaka Kurd ji HDP’ê dûr ketiye, ji qada siyaseta demokratîk dûr ketiye. Rewşeke wiha nîne. Ev bi zanebûn tê hilberandin. Ji bo vê yekê jî divê di qada siyaseta demokratîk de ti kes nekeve nava dudilî, nakokî û pevçûn çênebe. Bila nexapin. Hilbijartin di bin şert û mercên gelekî giran ên faşîzmê de hatin kirin. Bifikirin, gelo hêzên demokratîk ên HDP’ê yan jî qada siyaseta demokratîk a kurd xwedî derfetên propagandayê ne? Na. Çend weşanên ku li Ewropayê weşanê dikin, hewldanek pêk anîn, lê civaka Tirkiyeyê nikare bigihîje vê yekê! Rastiyek wisa heye. Niha ji vî alî ve, gelo ev qas êrîşkirina qada siyaseta demokratîk rast e? Bi taybetî hin kanalên tirk radibin û rûdinên; dibêje wê çi were serê HDP. Mîna ku tu karê wan yê din tune be. Lê belê partiyên fermî yên dewletê têk çûn. Li şûna ku li ser wan rawestin, hewl didin civaka kurd tevlihev bikin. Ev tişt hemû ancax di nava konseptekê, komployekê de dikare were nirxandin. Bila kes nebe amûrê vî tiştî. Bila weke gef neyê dîtin. Tiştekî xerab e. Divê tu kes nekeve nava vê xerabiyê. Gelê kurd li Rojhilata Navîn gelê herî bindest e. Xwe bi rêxistin kir, veguherand hêzekê. Divê her kes bizane ji vê re rêzê bigire.
‘Komkujiyên li dijî kurdan dewleta tirk kirine ev îtîraf kirin’
Di dawiyê de ez dixwazim di çarçoveya hilbijartinan de li ser HUDA-PAR’ê çend gotinan bibêjim. Bêesil (Suleyman Soylu) jî diyar kir û gotibû; “Ev projeya dewletê ye, em ê pêş bixin.” Ya rastî bi vî awayî hemû qetlîamên berê yên Hîzbullahê ku kevneşopiya siyasî-îdeolojîk e ku HUDA-PAR’ê li ser esasê xwe ava kiriye hembêz kiriye. Ji ber ku derket holê ku ev ji aliyê dewletê ve tên kirin, îhtîmal e kesên eleqedar der barê vê mijarê de dozê vekin. Wekî ku dewlet ne berpirsiyar e tevdigere, dewleteke wisa tarî, qirêj, çete ye. Bi vî awayî xwe dide der. Bêesil ji ber tê parastin ev yek diyar kir. Niha jî di dema pêş de dê bixwazin HUDA PAR’ê wek Hamaseke kurd binirxînin. Hûn dizanin; Hamas ji bo tasfiyekirina Rêxistina Rizgariya Filistînê bi awayekî pir aktîf hat bikaranîn. Beriya Hamasê Rêxistina Rizgariya Filistînê hebû. Li hemberî êrîşên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê berxwedanek hebû, gelekî bi bandor bû. Lê Hemas ku qaşo radîkal e, bi îdiaya ku radîkaltir e derket, lê ji ber ku hevkar bû hemû navendên berxwedana Filistînê xist bin kontrola xwe û îro em dibînin ku Îsraîl tiştek ji axa Filistînê nehiştiye. Di vî warî de ez dixwazim diyar bikim ku divê her kes li hemberî vê yekê hişyar be. Ne tenê bi polîtîkaya li hemberî jinê an tiştên din. Di rastiyê de weke hêzeke ku li dijî têkoşîna azadiya gelê kurd hatiye organîzekirin derdikeve. Jixwe wisa rêxistinkirî ye. Lê dixwazin bi vî rengî pêş bixin. Divê her kes baldar be.
Her wiha pêwîst li hember nîqaşên wisa baldarî çêbibe. Ez dixwazim balê bikişînim ser çend mijarên ku derketine holê. Ev laîkbûn, nîqaşên olperestiyê ye. Bi rastî divê em li ser wan nîqaşan bikin. Kî laîk e, kî dîndar e? Dîsa nîqaşên rast û çep, rast û çep ên meclîsê. Mînak mirov CHP’ê wek partiyeke çep bihesibîne çiqas rast dibe? Têgehên wiha bi rastî wekî tiştek pir tevlihev tevdigerin.
Ez dikarim bibêjim ku ji bo çûna ber bi heqîqetê ve gelek rê hene, ya girîng armanc e. Di vê mijara olî de, bi taybetî tê xwestin ku hesasiyetên civata Kurd werin bikaranîn. Mînak dibêjin girseya HDP’ê girseyeke laîk e, rêxistineke bi olê re têkiliyên wê qels e. Bi rastî jî dixwazin wan li ser bingeha HUDA-PAR’ê vejînin û bidin girêdan. Dixwazin wisa qut bikin. Divê nêzîkatiyên me yên di vê mijarê de hinekî din werin lêkolînkirin. Nêzîkatiya me ya ji civak, xweza, bawerî û pergala baweriyan re tu carî di çarçoveya çepa klasîk de nîne. Ne wisa ye. Em nafikirin ku xwezaya civakê wisa ye ji xwe. Mînak Îslama çandî, Îslamê berxwedanê, derketina Îslamê ya yekem, nirxên ku di derketina xwe de derxistiye holê çi ne, îro çi ne? Em tevgereke Rojhilata Navîn in. Yên ku herî zêde xwedî projeyên rojavayî ne, îro li Tirkiyeyê desthilatdar in. MHP’ê jî wisa ye, AKP’ê jî wisa ye. Biryara damezrandina AKP’ê li Emerîkayê hat dayîn. Pirtûka Merdan Yanardag heye. AKP’ê weke projeya DYA’yê bi belgeyên xwe vê derdixe holê. Mînak dibêje ku endamên MHP’ê weke kontragerîla çûne wir û piştî perwerdehiyê hatine. Bingeha wan wiha ne. Ez zêde dirêj nakim. Di vê çarçoveyê de, bi rastî jî encamên berçav hene.
Di vê wateyê de dema pêş de wê bibe pêvajoyek ku têkoşîna demokrasî û azadiyê û têkoşîna demokratîkbûyîna Tirkiyeyê li ser van encaman pir berfirehtir bidome.
‘Berxwedana Geziyê rêxistibûn û têkoşînek derxist holê’
10 sal li ser berxwedana Geziyê derbas bû. 10 sal in encamên ku wê derxistî, her kes dinirxîne. Li gorî min Berxwedana Geziyê rêxistibûn û têkoşînek derxist holê ku ji pêwîstiyên civaka Tirkiyeyê re dibe bersiv. Bi vî wateya xwe ve bû ceribandinek pir girîng. Em ji Geziyê xerîb dibin. Yên pêvajoya Geziyê jiyan kirin, dûrî Geziyê man. Ji ber ku li wir bi rastî jî civaka komî, Kurd, Tirk, Laz, Çerkes, Elewî, Misilman, Ermenî, xwendekar, karker ji her beşê mirov hatibûn ba hev û gelo ma di rastiyê de li ser bûyera birînda darekî parastina qada jiyanê ya Tirkiyeyê bû? Veguherî vê yekê. Veguherî îtîraza gelan li hemberî polîtîkayên rejîma qirker û faşîst. Me ev dît; di Geziyê de pêwîstiya civaka Tirkiyeyê bi berxwedanê heye. Dixwazin li ber xwe bidin. Di wê wateyê de gelek peyamên girîng dan. Di heman demê de pêvajoya ku berxwedana Geziyê pêk hatî, demek bû ku dema Şoreşa Rojava gav avêtî, dema berxwedana Kobanê çêbûyî. Dîsa li Tirkiyeyê pêvajoyek bû ku serdema aştiyê bû. Yanî serdema aştiyê, li Îmraliyê hevdîtin hebûn, rehetiyek ku wê ava kirî hebû. Civakek demokratîk hebû. Berxwedana Geziyê ev nîşan da: civaka Tirkiyeyê hinekî derfet bibîne, bigihije derfetên xwe dîsa xwedî li pêşengiya vê derbikeve, di rastiyê de xwedî potansiyelek pir xurt e ku Tirkiyeyê biguherîne. Guhertina ku em qalê dikin, ev e. Ji destpêkê ve em tînin ziman ku li Tirkiyeyê pêvajoyek a guhertinê heye û ev pêvajoya dewam dike. Ev pêdiviya guhertinê ji holê ranebûye. Bi vê wateyê ez dikarim vê ji her kesê ku di pêvajoya Geziyê de li ber xwe daye re bibêjim. Bila ti kes hêviya xwe winda neke. Divê em têkoşînê bidomînin. Hem weke welat hem weke gelan em xwedî wê potansiyelê ne ku Tirkiyeyê ber bi guhertinek demokratîk ve bibin. Divê em ji vê bawer bikin. Têkildarî vê yekê dibe ku ev bê gotin. Li cem mirovan gelek bendewarî ji derve hene; bendewariya ku bila hinek kes werin û vê yekê bikin. Her şexsek, her kes dikare bibe parçeyekî vê pêvajoya guherînê. Bi vê wateyê ez dixwazim ji ciwan, jin û gelan re diyar bikim ku ew bi xwe hêza guhertina Tirkiyeyê ne.
Bi vî rengî mirov li benda desthilatdar, ref û beşên cur be cur be, guherîn çênabe. Têkildarî wê yekê hîn zêdetir têkoşîn, xwe avakirin, li gel wê pêkanîna azadiya xwe pêwîst e. Guherîna demokratîk a li Tirkiyeyê encex bi zindîkirina ruhek wiha, dikare pêk bê. Bi vê wateyê ez bang li her kesê dikim ku di vî demî de pêvajoya têkoşîna ava bikin, bihûnin û tevlî bibin.