Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok ê beşdarî Bernameya Taybet a Stêrk TV bû, mijarên di rojevê de nirxand.
Ok diyar kir ku hilbijartinên li Tirkiyeyê ne rewa bûn, bi derfet û zextên dewletê hilbijartineke yekalî pêk hat û diyar kir ku di hilbijartinan de bi sed hezar Sûriyeyiyan dengê xwe dane û bi sed hezaran dengên HDP’ê jî hatine şewitandin û got “Di anketên beriya hilbijartinê de dihat dîtin ku w MHP ji sedî 7 û HDP ji sedî 11-12 dengan bi dest bixe, lê HDP daket ji sedî 8 û MHP jî bi dek û dolbaan bû ji sedî 10. AKP û Erdogan diyar kirin ew bi ser ketine lê ev ne rast e. Lê li gorî encama wan AKP dîsa bû desthilatdar.”
Ok diyar kir ku Gelê kurd û hêzên demokratîk li dijî hemû êrîşan li ber xwe didin û wiha got: “Di vir de rola gelê Kurd, rola demokrasî û sosyalîstan jî gelekî girîng e. Ligel hemû êrîş û zextên dewletê jî gelekî girîng bû ku berxwedan û helwesta Gelê kurd bi hêzên demokrasiyê re tevgeriyan. Wan stûyê xwe xwar nekirin, êşkence, mirin û kuştin danîn ber çavê xwe û îradeya xwe nîşan dan. Li her derê bi taybetî li Kurdistanê di hilbijartina serokkomariyê de bi Erdogan dan windakirin.”
Roportaja Sabrî Ok a di Stêrk Tvyê de wisa ye:
Zêdeyî 2 salan e ku tu agahî ji Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan nayên stendin. Buroya Hiqûqê ya Asrinê bang li CPT’yê kir ku ji bo dawî li vê bêhiqûqiyê bîne divê erka xwe bi cih bîne. Hûn vê bêhiqûqî û tecrîda li ser Abdullah Ocalan çawa dinirxînin?
Rewşa Rêber Apo her tim di rojeva partiya me û gelê me de ye. Dagirker û hêzên ku di komploya navneteweyî de cih digirin jî bi rewşa Rêber Apo û pergala Îmraliyê re eleqedar in. Em dizanin ku li Îmraliyê tiştek bê plan, bê armanc û jixweber nayê kirin. Armanca wan ew e ku roj bi roj pergala Îmraliyê girand bikin. Bi psîkolojiya Gelê kurd û dostên wan dilîzin. Dixwazin girêdana Rêber Apo ya bi Gelê kurd biqetînin. Bi zêdekirina zextên li ser Rêbertiyê hewl didin bigihêjin armancên xwe. Tişta li Îmraliyê qewimî, ne ji aliyê mirovahiyê ve, ne ji aliyê siyasî û ne jî bi hiqûqî ve nayê ravekirin. Ger em vî tiştî di warê mafên mirovan de binirxînin, divê Rêber Apo jiyaneke rihet bijî. Lê em dizanin ku li Îmraliyê rewşeke normal nîne. Weke gel û partî mafê me heye ku em bi şik û guman nêzî vê rewşê bibin. Em nizanin li Îmraliyê çi diqewime, lê em dizanin ku maf nedane Rêber Apo ku di nava şert û mercên mirovahiyê de bijî. Ev rewş him hêrs û him jî gumana me mezin dike.
Rêber Apo dagirkeran baş nas dike. Dijmin dizane ku bi axaftin û gotineke Rêber Apo çi dikare biguhere. Ji roja komployê heta niha bi sedan gerîlayên PKK’ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û komployê şermezar bikin bedena xwe şewitandine. Rêber Apo 50 salên xwe daye têkoşînê û tu kes nikare weke mirovekî asayî nêzî Rêber Apo bibe. Dewleta tirk ji bo tola Rêbertî hilîne çi ji destê wan tê dike. Ji aliyê hiqûqî ve tu îzahata vê bêhiqûqiyê tune. Ez jî bi salan di girtîgehê de mam, mafê girtiyan heye ku nameyekê binivîse, mafê girtiyan heye ku parêzer û malbata xwe bibîne. Ji aliyê qanûnî ve mafekî wiha heye, lê Dewleta tirk vî mafî jî binpê dike. Çend roj berê ligel ku tu kes sedema wê nizana, dîsa nehiştin ku Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ez naxwazim wê gotinê bibêjim, lê li gorî xwe ‘ceza’ dane. Destûr nayê dayîn ku Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne, name naçe, gelo wî çi kiriye ku ‘wî ceza dikin?’ Sedema vê jî diyar e, ji ber ku li Îmraliyê berxwedan heye. Rêber Apo li dijî zilma li ser xwe berxwedanê pêş dixe. Ji ber vê yekê dewlet him ji bo tola xwe hilîne hem jî ji bo zilma xwe bidomîne tecrîdê girantir dike.
Li ser vê yekê divê him gelê kurd, him jî dostên wan, him hêzên şoreşger, yên sosyalîst û him jî partiya me 24 saetan rewşa Rêber Apo bişopînin, empatiyê bikin, hay ji peywir û berpirsyariyên xwe hebin û di nava têkoşînê de bin. Çawa ku dagirker tecrîdeke giran dimeşînin, di serî de divê rojeva me ya pêşîn jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be. Divê em bi cesaret û berpirsyariyeke mezin, têkoşîna li dijî vê weke erka xwe bibînin. Dîsa ji aliyê hiqûqî ve him li Tirkiyeyê him jî li qada navneteweyî divê bênavber xebat bên kirin. Ya herî girîng jî divê gelê me her tim li ber xwe bide. Em hemû deyndarê Rêber Apo ne. Ger azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanca me ya bingehîn e, divê gelê me jî li hemberî dijmin xurt, rêxistinbûyî û bi bandor be. Divê tevgera me hîn bêhtir rêxistin bibe, ji bo parastina nirxên ku bi keda 50 salan Rêber Apo hatine afirandin, divê em hemû erkên xwe bi cih bînin û têkoşînê xurtir bikin. Di rewşeke wiha de dijmin nikare li ber xwe bide. Tenê bi vî awayî em dikarin daxwaza Rêber Apo pêk bînin. Bi axaftinê mesele çareser nabe. Divê çalakî, rêxistin û xurtbûn pêk were. Têkoşîna me wê ji niha û şûnde bi awayekî xurt bidome.
Li Tirkiye û Bakur pêvajoya hilbijartinê pêk hat. Ev encamên hilbijartinê yên piştî dek û dolabên AKP’ê divê çawa werin nirxandin? Wateya peyamên di hilbijartinê de çi ye?
Her kes dizane û nîqaş dike ku ev hilbijartin di kîjan şertan de hate kirin û van şertan nîqaş dikin. Ev nîqaş hê jî didome. Her kesî dizanibû ku ev hilbijartin ne hilbijartineke asayî bû. Ger di vê hilbijartinê de desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê têk biçûya, wê di zîhniyeta dewleta tirk a dagirker de şikestinek pêk bihata. Jixwe desthilatdariyê jî bi vê rewşê dizanî, ji ber vê hemû hêz û derfetên dewletê seferber kirin. Hilbijartineke dîrokî bû. Lê divê were qebûlkirin; Rêber Apo jî dibêje, AKP dewlet e. Bi rastî jî Erdogan xwe wek Ataturkê 2’emîn pênase dike. Ataturk di damezrandina dewleta tirk de rolek lîst û Erdogan jî di sedsala 2’emîn de roleke wiha da xwe. Di heman demê de rola Erdogan dişibe rastiya Hîtler a Şerê Cihanê yê Duyemîn. Hilbijartin bi hikûmeteke li ser vê ferasetê wiha hate kirin.
Suleyman Soylu ji bo HUDA,PARê gotina ‘aqilê dewletê’ bi kar anî. Wî rave nekir, lê tê zanîn ku wî dixwest çi bibêje. Li tu welatekî cihanê mînaka vî tiştî tuneye ku fermandarê artêşê di hilbijartinan de rola xwe hebe. Di rejîmên mêtingeriyê de jî tiştekî wisa nîne, lê fermandarê artêşê ji bo AKP-MHP’ê xebitî. Bi taybetî li Kurdistanê ev tişt kirin. Hemû mezheb û cemaet seferber bûn. Ji ber ku him di aliyê derûnî û him jî di aliyê bîrdozî de yekgirtî ne û dewlet wan fînanse dike. Dîsa hemû burokrasiya dewletê seferber bû. Walî û qeymakam hemû xebitîn. Bi rastî, ev hilbijartin di navbera dewlet û yên din de bû. Dewletê jî bi vê yekê dizanibû, weke min got ger AKP-MHP winda bike wê di sedsala 2’yemîn de zîhniyeta wan têk biçe. Ji bo pêşî li vî tiştî bigirin, her tişt kirin. Her wiha demagojiyeke pir xerab kirin, nîjadperestî kirin. Kurd, Rêber Apo û PKK kirin rojev. Propagandayeke wisa kirin wekî ku hilbijartin di navbera dewlet û gelê kurd, yan jî di navbera dewlet û PKK’ê de tê kirin.
Jixwe Tifaqa Millet bi darê zorê kom bûbûn. Hêza wan, mejiyê wan û tifaqên wan têr nekir. Lê gelê kurd û hêzên demokratîk li hemberî hemû êrîşan li ber xwe dan. Di derbarê encaman de ez dikarim van tiştan bibêjim; Beriya her tiştî ev hilbijartin ne rewa ye. Çima? Ji ber ku bi derfet û zextên dewletê hilbijartineke yekalî pêk hat. Ev hilbijartin dûrî hiqûq û demokrasiyê bû. Ji ber vê ne meşrû ye. Tişta duyemîn, beriya her tiştî AKP-Erdogan winda kir. Bi taybetî di hilbijartinên Serokkomariyê de. Wek mînak bi sed hezaran penaberên Sûriyeyê deng dane. Mixabin mafê wan ê dengdanê tune. Bi sed hezaran dengên HDP’ê hate şewitandin û ev deng nehatin qebûlkirin. Gelekî balkêş e, di anketên beriya hilbijartinê de dihat dîtin ku wê MHP ji sedî 7 û HDP ji sedî 11-12 dengan bi dest bixe. Lê MHP kirin ji sedî 10 û HDP jî kirin ji sedî 8. Li her derê bi taybetî li Kurdistanê dengê HDP’ê ji MHP’ê re hesab kirine. AKP û Erdogan bi awayî ragihandin ku ew bi ser ketine lê rastî ne wisa ye. Lê li gorî encama wan AKP dîsa bû desthilatdar. Di vir de rola gelê kurd, rola demokrasî û sosyalîstan jî gelekî girîng e. Ligel hemû êrîş û zextên dewletê jî gelekî girîng bû ku berxwedan û helwesta Gelê kurd bi hêzên demokrasiyê re tevgeriyan. Wan stûyê xwe xwar nekirin, êşkence, mirin û kuştin danîn ber çavê xwe û îradeya xwe nîşan dan. Li her derê bi taybetî li Kurdistanê di hilbijartina serokkomariyê de bi Erdogan dan windakirin.
Weke hûn dizanin HDP bi Partiya Çepên Kesk ket hilbijartinan. Piştî hilbijartinê HDP wê di pêvajoya pêşiya me de rê û rêbazek çawa bişopîne, bi raya giştî re parve kir. HDP’ê li aliyekî pêngava nûbûnê da destpêkirin û li aliyê din jî êrîşên li ser HDP’ê her ku diçin zêde dibin. Hûn nexşerêya nû ya HDP’ê û van êrîşan çawa dinirxînin?
Destpêkê ez vê diyar bikim; HDP-Partiya Çepên Kesk di vê hilbijartinê de xebat meşand û encamek wergirtin. Di serî de AKP-MHP, yên dijberê demokratîkbûna Tirkiyeyê û dijberê îradeya gelê kurd, dixwazin moral xerab bikin. Lê ne wisan e. Bi dehan şaredarên HDP’ê, bi sedan rêveber û bi hezaran endamên wê di girtîgehê de ne. Mîna min gotî li dijî gelê kurd û hêzên demokrasiyê şerekî taybet tê meşandin. Eger li şûna HDP’ê partiyek cuda hebûya, di pêvajoyek wiha de di vê hilbijartinê de dengê herî kêm jî nedigirt. Lê çandeke HDP’ê heye, bi deh sal in berdêlan dide, ked didin, kevneşopiyek wiha heye. Gelê kurd gelekî rêxistinkirî û zane ye. Lewma tevî hemû êrîşan jî, Partiya Çepên Kesk encamek baş wergirt. Helbet pêkan û pêwîst bû ku hîn baştir bibe. Destûr nedin ku hêzên dagirker ji rewşa dawî kêfê bistîne û moral bigire, hîn wêdetir bi psîkolojiya Gelê kurd û ya siyaseta demokratîk a rewa bilîze. Divê pêşiya vê yekê were girtin.
Bêguman hemû partî piştî hilbijartinê nirxandinan dikin. AKP niha serxweşiyekê dijî, lê CHP û Partiya ÎYÎ di nava xwe de nîqaşan dikin. Gelek normal e ku HDP jî nîqaşan bike. Niha jî ji bo HDP’iyan bi sedan fezleke hatine amadekirin. Zexteke wiha li ser HDP’ê heye. Ji derveyî vê têkoşînek tê dayîn. Bila ti kes van encaman were têkçûn hesab neke. Divê rojevên xwe rast diyar bikin. Yanî divê di bin bandora gel yan jî hêzên cuda de nemînin. Divê rojevekê ava bikin ku qelsî, kêmahî û rastiyên xwe nebînin. Eger van derbas bikin, wê di demê bê de hîn baştir xwe amade bikin. Peyamên ku didin jî di vî alî de ne. Em nêzîkatiyên wan erênî dibînin. Mesele rexne, rexnedayîn û nîqaş evane girîng in. Nîqaşên li ser em hîn zêdetir çawa dikarin xwe rêxistin bikin, kêmahiyên heyî çawa sererast bikin jî girîng in. Li ser vî bingehî wê di pêvajoya pêş de nexşerêya xwe çawa diyar bikin, ev jî girîng e. Niha HDP û Partiya Çepên Kesk di pêvajoyek wiha de dijîn. Divê ev jî bê zanîn; her dengê ku HDP-Partiya Çepên Kesk distîne bi nirx e, gelek bi rûmet e. Bi ked û xwînê ev nirx hatin afirandin. Gelê kurd gelek zorî, mirin, êşkence û girtîgeh girt ber çavê xwe û piştgiriyê dide Partiya Çepên Kesk yanî HDP’ê. Bê guman divê mirov layiqî vê yekê bibe. Gelek kes diaxivin. Hinek dibêjin çima bi Kurdistanê sînordar ma, hinek dibêjin çima gelek zêde berê xwe da Tirkiyeyê. Her du jî şaş in. Perspektîfa Tirkiyeyek demokratîk, ya rast e. Hewl dan bi vî rengî jî bikin, gavên girîng hatin avêtin. Normal e ku hin kêmahî û qelsî çêbibin. Divê evane pir neyên mezinkirin. Bila enerjî û hêza xwe di hundir de veneguherînin negatîftiyê. Bila kêmahiyên xwe bibînin û bi sînerjiyek nû ji pêvajoyê re bibin bersiv. Divê hemû rexne, rexnedayîn, nîqaş teqez xizmetê ji vê rastiyê re bikin. Hin kesên ku ji derveyî vê ti berpirsyarî negirin, ji bo deşarj bibin diaxivin, hinek ji bo bên axaftin.. Lê wergirtina berpirsyariyê ev e; rojevên xwe yên rast diyar bikin, nîqaşên cidî bimeşînin, hêz bidin hev, pê re jî hev newestînin, bi hevrêtî xebatên xwe bimeşînin. Tiştek ku hatî windakirin tune ye. Siyaset û hilbijartin e. Encama ku hatî xwestin weke tam nehatiye wergirtin, lê encamek ku hatî wergirtin heye. Ev pirsgirêk ji derveyî me sedemên xwe hene, sedemên bi HDP’ê re eleqedar jî hene. Evane tên nîqaşkirin ji xwe ya girîng ew e ku mirov encam ji van derxîne û nexşeyek rast diyar bike. Lê heke hev biwestînin, di bin navê rexne û rexnedayînê de li dora rojeveke rast bigerin û enerjiya xwe bidin vî tiştî, wê dagirker bi vê rewşê re bilîzin û wê bêbawerî çêbibe. Xetereya herî mezin ev e. Ti sedem tune ye ku ev yek çêbibe. Encameke baş hatiye wergirtin. Ti kesê serî netewandiye, her kesê li ber xwe da, bi vê wesîleyê em her kesî pîroz dikin, car din serkeftinê dixwazin. Lê li serî vî bingehî divê nîqaşên rast bên kirin, rojevek rast bê avakirin û hêz bidin hev. Encama herî baş wê bi vî rengî bê stendin.
Di vê hilbijartinê de 3 tifaq derketin pêş. Dewleta tirk bi van tifaqan dikeve sedsala 2’emîn. Di rastgeha dawî de Tirkiye diçe kuderê û pêşerojek çawa li benda Tirkiyeyê ye?
Diyar e ku mejiyê dewleta faşîst di sedsala 2’emîn de jî dixwaze desthilatdariya xwe li ser heman xetê û heman zihniyetê bimeşîne. Hemû hewldan û amadekariyên wê li gorî vê yekê bû. Tifaq hebûn, lê tenê navên wan wisan bû. Ji xwe Tifaqa Millet belav bû. Tifaqeke ku li ser hêman, krîter û nirxan neyê avakirin, wê mîna Tifaqa Millet belav bibe û encamê wernegire. Jixwe ev tifaq bi taybetî di hilbijartina 28’ê Gulanê de li dijî Rêber Apo, tevgera me û gelê kurd ziman û stratejiya xwe guhertin. Nabe ku mirov ewqas bêhêman, ewqas pragmatîk û bi rengekî teng tevbigere. Ev yek tiştekî bi civaka Tirkiyeyê nade qezenckirin. Ya girîng Tifaqa Cûmhûr ya AKP’ê ye. Li yên ku di tifaqê de cih digirin binêrin, her yekî mîsyon û rolekî xwe heye. Tifaqek e ku li ser wê mejiyê dagirker çawa bidomînin, wê çawa îradeya Gelê kurd red bikin, heta ger bikarin wê bişkînin û mejiyê demokrasiyê wê çawa tune bikin hatiye avakirin. Bi taybetî jî li dijî îradeya gelê kurd PKK’ê hat avakirin. Ji ber vê yekê rolek ji HUDA PAR’ê re hat dayîn. Rolê nasnameya Kurdê Îslamî, lê di cewherê xwe de AKP a dagirker hevkarê wê ye. Xwestin pêşiya HUDA PAR’ê vekin. Paşerojê rolek ji Hîzbûllah re hatibû dayîn, niha ji ev rolê siyasî ji HUDA PAR’ê re hatiye dayîn. Civaka Kurd bandor bike, Pêşiya HDP’ê girtin û weke alternatîf derxistin. Lê wê ev hewldanên wan bê encam bimînin. Gelê kurd dizane ku kî/ê ji bo hebûn û azadiya Kurdan ked dide, li ber xwe dide û têdikoşe. Hîna jî 24 saetan di nava berxwedanê de ye û her roj berdêlan dide. Diyar e ku dewlet wê bi vî rengî encamê wernegire. PDK’ê li vir rol lîst. PDK’ê jî Erdogan pîroz kir, îrade û xwestekên wê li aliyê desthilatdariya AKP’ê bû. Ev tifaq li dijî Gelê kurd hatiye avakirin. Gelê me jî di zanebûna vê yekê de ye. Divê bi vî rengî jî bikeve tevgerê û bibe bersiv. Di dîroka siyaseta Dewleta tirk de kevneşopî û çandek a muxalefeta radîkal tune ye ku li dijî dagirkerî û desthilatdariyê dabikeve qadan, mîna li welatên din bi civakê re rabe ser piyan û têkoşîna demokrasiyê bide. Ne CHP ne jî yên din ji bo civak rabe ser piyan, bi sedan sedem hene lê berovajî evane pêşiya civakê digirin. Ji bo pêşketina muxalefet radîkal, dibin asteng. Di rastiyê de evane jî xizmetê ji dewletê re dikin. Mixabin rastiya siyaseta Tirkiyeyê ev e.
‘Di karakterê dewleta tirk de tolhildan zêde heye’
Dîsa di karakterê dewleta tirk de tolhildan zêde heye. Ji ber vê yekê bi awayekî hovane êrîşî gelê Kurd, Rêber Apo û tevgera me dikin. Bi zîhniyeta ku hûn careke din wiha nefikirin, careke din serî hilnedin, hebûna xwe neparêzin, êrîşî Gelê kurd û nirxên Kurdan dikin. Bînin bîra xwe ku li Behra Reş çi anîn serê Mistefa Suphî, hevjîna wî Mariya Suphî û hevalên wî. Ev jî tolhildan bû. Dixwestin bibêjin hûn nikarin li dijî Dewleta tirk îdeolojiyê ava bikin, hûn nikarin şer bikin. Tifaqa Cûmhûr temsîla vê zîhniyetê dike. Pir eşkere ye ku wê di siberojê de çi bibe. Zextên li ser gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê wê bidomin. Wê nehêlin ku siyaseta demokratîk bêhnê bistîne. Jixwe krîterên demokrasî, hiqûq û edaletê bin pê kirine. Ne xema Erdoganê faşîst e. Ji bo berjewendiya xwe çi hewce bike wê bikin.
Ya herî girîng jî pozîsyona Tirkiyeyê ya jeopolîtîk û jeostratejîk, ji ber ku endamê NATOyê ye, ev ji bo desthilatdariyê avantajeke dîrokîye û firsendeke zêrîn e, vî tiştî jî baş bi kar tînin. Siyaseta dewleta tirk bi hevsengiyan re dilîze. Di şerê cihanê yê duyemîn de, tekane dewleta ku xisar nedît, Dewleta tirk bû. Bêalî ma û siyaseteek wisa meşand. Niha bi tecrubeya dewletê bi hevsengiya NATO, Rûsya, Rojhilata Navîn û hevsengiya hêzên ereb û Îranê dilîze. Yanî hemûyan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û ji niha û pê de jî wê bi kar bîne. Lê niha dora wan jî teng dibe. Jixwe ji aliyê leşkerî û aborî ve girêdayî NATO û DYA’yê ne. Loma jî têkiliyên wan ên bi Rûsya û Çînê re sixte ne. Ne diyar e wê kîngê êdî piştgiriyê nede kîjan hêzê. Dewleta tirk û Rûsya jî bi vê rewşê dizanin, lê bi kar tînin. Ji ber vê jî heke mesele demokrasî û azadiya gelê kurd be, çi pêwîst be bi kar tînin.
Li aliyê din DYA û Ewropa jî bêdeng in. Bi rastî di nava xwe de zihniyeta AKP’ê ya faşîst qebûl nakin, lê avantajên dewleta tirk heye û endamê NATO’yê ye. Ji ber vê yekê îdare dikin, li dijî wê dernakevin. Weke ku dewleta tirk dixwaze di serdema pêş de li Sûriyeyê û siyaseta Rojhilata Navîn restorasyonê pêş bixe. Yanî wê bi hemû welatên Rojhilata Navîn re têkiliyên nû pêş bixin. Armanc dike ku di vî warî de bêhnekê bistîne. Yekane şertê dewleta tirk li Sûriyeyê wê hilweşandina Xweseriya Demokratîk be. Eger dewleta Sûriyeyê vî şertî qebûl bike wê ji her tiştî re amade bin. Lê sedemên dewleta Sûriyeyê hene ku vê yekê qebûl neke. Mînaka Hatayê hê jî zindî ye. Dewleta tirk wê hemû siyaseta xwe li ser esasê gelo ez ê çawa pêşiya Tirkiyeya demokratîk bigirim û ez ê çawa îradeya gelê kurd bişkînim ava dike. Wê zext û zilma wan zêdetir bibe.
Tifaqa Ked û Azadiyê pir girîng û watedar e
Tifaqeke din jî Îtîfaqa Ked û Azadiyê ye. Tifaqa herî girîng û ya bi rûmet e. Wê ev tifaq bi hev re rol, mîsyon, siberoja gelê kurd û gelên Tirkiyeyê diyar bike. Navê wê li ser e, Tifaqa Ked û Azadiyê, gelekî hêja ye. Lê divê di mezinbûn û nêzîkbûna vê tifaqê de ti xeletî nebin. Divê hûn vê yekê bizanibin. Ev diyalektîka gelê kurd û gelên Tirkiyeyê ye. Rêya demokratîkbûna Tirkiyeyê di çareseriya pirsgirêka Kurd de ye. Dema em vê pênaseyê berevajî bikin jî rast e, çareserkirina pirsgirêka Kurd bêyî demokratîkkirina Tirkiyeyê ne pêkan e. Yanî him hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê divê vê rastiyê bibînin, him jî Gelê kurd û him jî yên nijadperest jî divê vê rastiyê bibînin. Ji ber vê yekê Rêber Apo dibêje girêka xirboqî ye, bi rastî jî wisa ye. Bo nimûne; Îskender bi şûrê xwe girêka Gordîonê birrî, deriyên Asyayê hatin vekirin, pêvajoyeke nû pêk hat û dîrok bi awayekî din hat nivîsandin. Heke ev girêk were qutkirin û doza kurdan were çareserkirin wê Rojhilata Navîn demokratîktir bibe.
Ji ber vê yekê çareseriya pirsgirêka kurd gelekî girîng e. Ji ber vê yekê, bi perspektîfeke teng, bi tenê mirov wekî Kurd lê binihêre wê ev girêk venebe. Heke hêzên demokratîk û sosyalîst ên Tirkiyeyê vê girêkê nebînin jî çareserî ne pêkan e. Ji ber vê yekê Tifaqa Ked û Azadiyê pir girîng û watedar e. Divê him Gelê kurd him jî hêzên demokratîk û sosyalîst ên Tirkiyeyê di vê tifaqê de cih bigirin.
Siberoja Tirkiyeyê li vir e, azadiya Gelê kurd di vê tifaqê de ye. Divê ev tifaq bi hesabên biçûk û perspektîfên teng nekeve xetereyê. Divê her kes mezintir û bi perspektîf bifikire, hewl bide, ked3e bide û di pêşxistina tifaqê de xwedî parekê be. Bi her awayî ev tifaq ne ji bo hilbijartinan hatiye avakirin, tifaqeke li ser zemîna demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye avakirin. Divê xwe tenê bi partiyan re sînordar neke. Rêxistinên sivîl ên demokratîk, kedkar û karkerên Tirkiye û Kurdistanê, her kesên alîgirê azadî û demokrasiyê û ji aliyê desthilatdariya faşîst ve xisar dîtine divê di nava divê di nava tifaqê de cih bigirin. Têkoşîn didome. Mînak piştî 8 mehan hilbijartinên herêmî hene. Hikûmeta AKP’ê ya faşîst bi fatûreya krîzeke mezin a aborî re rû bi rû ye, di nav siyaseteke teng de asê mane. Tişta ku wan dixwest pêk nehat. Heke em bi moral bin, xwedî îrade û îddîayeke xurt bin, rêxistinbûneke xurt pêk bînin, derfet heye ku temenê vê desthilatdariyê kêmtir bibe.
Dewleta Iraqê hewl dide Mexmûrê dorpêç bike. Dîsa li Şengalê di bin êrîşên dewleta tirk de ye. Dîsa Şengal jî di bin êrîşên dewleta tirk de ye. Ev dorpêç û êrîş di çarçoveya konsepta kîjan êrîşan de tê kirin?
Xelkê me yê Mexmûr û Şengalê bi salan berdêlên mezin dayîne. Xelkê me yê Mexmûrê beriya bi salan ji ber êrîşên Dewleta tirk xaka xwe terk kir û neçar ma ku were Başûr. Heta hatî Mexmûrê gelek cih guhertin. Xelkê Mexmûrê xelkekî berxwedêr e ku xwedî li nasname, çand û zimanê xwe derdikeve. Hetanî roja îro jî serî netewandine. Ez xelkê me yê Mexmûrê yê berxwedêr silav dikim, rêzdariyên xwe radigihînim. Serkeftinê dixwazim. Mîna min gotî dewleta tirk dewletek tolhildêr e. Dixwaze tola DAIŞ’ê ji Mexmûr û Şengalê bistîne. DAIŞ li Mexmûr û Şengalê têk çû. Dewleta tirk û AKP jî di her alî de DAIŞ fînanse dikir, piştgirî didayê. Dîmenên vê yekê hene. Mexmûr jî li dijî êrîşên DAIŞ’ê rawestiya. Eger berxwedana Mexmûrê nebûya, DAIŞ wê biketiba Hewlêrê. Barzanî çû Mexmûrê gerîla silav û pîroz kir. Mexmûrê rolek wiha lîst. Di êrîşa DAIŞ’ê de ne artêşa Iraqê hebû ku îro zextê li ser Mexmûrê dike, ne jî pêşmerge hebûn. Xelkê Mexmûrê bi rengekî bi wêrek û îrade li ber xwe da û ji DAIŞ’ê re bû asteng.
Dewleta tirk zextê li ser hikûmeta Iraqê dike; eger tu Mexmûrê vala nekî, zextê çênekî, ez ê ava te qut bikim, bazirganiyê qut bikim, bi vî rengî gefan lê dixwe. Dewleta Iraqê jî li şûna berxwedanê serî ditewîne. Wargeha Mexmûrê qadeke rast e ku bi deh hezaran sivîl, kal û zarok lê dijîn. Lê li aliyê din Dewleta tirk xaka Iraqê dagir kiriye, bi dehan noqte îlhaq kiriye. Dewleta Iraqê li dijî vê bêdeng e, lê li dijî Mexmûrê radibe ser piyan. Ev ne rast e. Divê neyê qebûlkirin. Em dizanin ku di esasê xwe dewleta Iraqê bi dilxwazî vê tiştê nake. Zextên dewleta tirk ên li ser Iraqê ne, lê divê krîterên dewleta Iraqê hebin. Ji wargeha Mexmûrê çi zirar gihaye wan. Berovajî di şerê DAIŞ’ê de ji bo mirovahî, ji bo dewleta Iraqê, ji bo Başûr şer kiriye û berdêl daye. Stratejiya dewleta tirk belavkirina wargehê ye. Li gorî wan divê wargeh nebe. Wê bikarin bikin em nizanin, lê xelkê me yê Mexmûrê divê berxwedana xwe bidomîne. Gelê me jî li her qada ku lê ye divê piştgiriyê bide vê berxwedanê. Weke hiqûqî, siyasî û mirovî bi her rengê divê xwedî li xelkê Mexmûrê derbikeve. Dewleta Iraqê jî divê dest ji vê hewldana dorpêçê berde. Pirsgirêk çi be meclîsa Mexmûrê heye, rêveberên wê hene bila rûnin û baxivin û pirsgirêkê bi diyaloqê çareser bikin. Hewldanên ji derveyî vê ne rast in.
Heman tişt ji bo Şengalê jî derbasdar e. Di rojên borî de bi balafirên bê mirov navenda bajêr a Şengalê bombebaran kirin. Li Şengalê eger berxwedana gerîla û xelkê êzidî nebûya, îro wê çawa bûya her kes texmîn dike. Dewleta tirk dîsa piştgirî da DAIŞ’ê, fînans pêk anî û berda ser Şengalê û bû sedema komkujiya xelkê Êzidî. Iraqê jî wê demê tiştek nekir. Jixwe her kes PDK’ê dizane di roja destpêkê de reviya û çû. Îro jî dibêje Şengal ji min tê pirsîn, ez xwediyê Şengalê me. Çawa dibe? Edalet, maf, hiqûq tune ye? Berê çawa bû, niha çawa tevdigere. Ew jî mejiyê Dewleta tirk e. Zextê li NY’ê dike, ji xwe bi PDK’ê re konseptê amade dikin. PKK’ê ji xwe re dikin hincet. Em jî dibêjin PKK ne li wir e. Erê PKK’ê li Şengalê şer kir, ji bo mirovahiyê, ji bo dewleta Iraqê jî şer kir. Xelkê me yê êzidî parast lê ya rast wezîfeya xwe anî cih û ji raya giştî re ragihand ku hêzên xwe ji wir kişandiye. Xelkê Êzidî di 72 fermanan de derbas bû, lewma bi guman nêzî her tiştê dibin ku bi maf e. Dixwaze ew bi xwe ewlehiya xwe pêk bîne. Helbet bi esasgirtina qanûnên Iraqê.
Ev mesele jî meseleyek e ku bi hevdîtin û muzakereyan dikare bê çareserkirin. Ne bi zext û zora dewleta tirk. Xelkê me yê êzidî ji komkujiyek gelekî mezin rizgar bû, helbet wê mafên xwe biparêze. Bê guman wê di çarçoveya qanûnên Iraqê de xwe biparêze û wê çareseriyekî ji vê pirsgirêkê re bibîne. Iraq divê zextên dewleta tirk qebûl neke. Civaka Iraqê, siyaset û partiyên wê jî divê destpêkê nerazîbûn nîşanî dagirkeriya dewleta tirk bidin. Wê çi zirara civaka êzidî ji tu kesê re hebe, tenê dixwazin xwe biparêzin û hebûna xwe bidomînin. Divê ev rastî were dîtin.