Kayayê gundê Heydera Jorîn a bi ser navçeya Gêlê ya Amedê ve û sercerdevan Selahattîn Umay hewl da jina ku pê re zewicî bû E.U. bikuje Bûyer doh êvarê qewimî. Hat diyarkirin ku sercerdevan bi awayek sîstematîk tundiyê li E.U. dikir û doh bi amûrek birînê êrîş kiriye.
Zarokê/a 13 salî ji bo dayika xwe biparêzer bi çekê gule berda bavê xwe û ew birîndar kir. Sercerdevanê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê û E.U., jî ji bo tedawiyê birin nexweşxaneyê.
Leşker dgirker çûn gund û M.U. ku 13 salî ye destgîrkirin. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin. Ji doh êvarê gund ji aliyê leşkerên dakirker ve hatiye dorpêçkirin.