Piştî hilbijartinê, serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan hevdîtina xwe ya ewil bi Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg re kir ku vexwendibû torena serokkomariyê. Rojeva sereke ya hevdîtinê jî endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya NATO’yê bû. Piştî hevdîtinê nirxandin hatin kirin û hat gotin ku dibe Erdogan paşdegavê biavêje. Rojnameger û nivîskar Veysî Sarisozen têkildarî endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATO’yê û helwesta dualî ya Tirkiyeyê nirxand û got ku li ser krîza aborî û polîtîkayên şer bazarî hatine kirin.
Sarisozen li ser nîşaneyên serdema nû sekinî û got ku AKP’ê bi tevlikirina Partiya Doza Azad (HUDA PAR) a di nava Tifaqa Cumhur re îşaret daye ku dê li Kurdistanê dest bi êrîşeke îdeolojîk bike û wiha pê de çû: “Dixwazin tevgera azadiyê ya kurd li Kurdistanê tesfiye bike û zîhniyeta Barzaniyan li Kurdistanê xurt bikin. Li rexekî şer bi awayekî fîîlî didome û li rexa din jî dixwazin êrîşên îdeolojîk pêk bînin. Dixwazin pirsgirêka kurd di çarçoveya vê planê de çareser bikin.”
Nîşaneyên serdema nû
Bi domdarî Sarisozen diyar kir ku vexwendina Stoltenberg a ji hêla Erdogan ve ji bo têkiliyên nû gelek nîşane derxistine holê ev nirxandin kir: “Mehmet Şîmşek di nava olîgarşiya fînansê ya navneteweyî de navekî girîng e û weke Wezîrê Xezîne û Maliyeyê hate tayînkirin. Vê yekê eleqeya xwe bi vê rewşê re heye. Tirkiye tev li Şerê 3’yemîn ê Cihanê bû û têk çû. Bi berxwedana Kobanê re, piştî sala 2015’an gav bi gav têk çû. Mîna her dewleta têk diçe, Tirkiye jî dê di dawiya dawî de xwe radestî hezêkî kûrewî bikira. Îxtîmale ku xwe radestî dewletê kûrewî yên rojavayî bike. Gelek nîşaneyên xurt hene ku xwe radestî wan kiriye. Em dikarin bibêjin armanca hatina Stoltenberg ew bû ku ji bo endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATO’yê Erdogan qaneh bike. Gav bi gav dê Tirkiye bedela şerê tê de têkçûyî bide.”
‘Xelasiya Tirkiyeyê ya ji krîzê dê ewqas hêsan nebe’
Di berdewamê de Sarisozen destnîşan kir ku Tirkiye ev demekî dirêje di navbera NATO û Rûsyayê de polîtîkaya “hevsengiyê” dimeşîne lê bi tevlibûna Stoltenberg a torena sondxwarinê re Tirkiyeyê nîşan da ku meyla ji bo dewletên rojavayî xurt bûye. Sarisozan, wiha dom kir: “Ji bo ku Tirkiye ji krîza aboriyê xelas bibe dibe ku NATO hinek gavan biavêje. Tevî van gavan jî xelasiya Tirkiyeyê ya ji vê krîzê dê ewqas hêsan nebe.”
‘Hêzên kûrewî li ser Kurdistanê di nava planên bêhtir tevlihev û tarî de ne’
Rojnameger Sarisozen anî ziman ku sedema bingehîn a krîza aborî ya li Tirkiyeyê, şerê li Kurdistanê tê domandin e û ev nirxandin kir: “Bûdçeya vî şerî jî ji berîka gel tê derxistin. Tirkiye di dema bazariya bi NATO’yê re de destkeftiyên kurdan hedef digire. Îxtîmaleke mezine ku Tirkiye di hevdîtinên bi dewletên rojavayî re de destkeftiyên kurdan û daxwaza xweseriyê bazariyan dike. Erdogan niha jê re gotiye; ‘ez ê aboriya xwe teslîmî we bikim lê hûn jî destûrê bidin ku ez şerê li Kurdistanê bidomînim.’ Di dema xwe de ev lihevkirina qirêjî di dema Peymana Lozanê de ketibû meriyetê. Dewletên rojavayî derfeta rewabûna dewletê dabûn Tirkiyeyê. Di heman demê de weke bertîla êrîşên pişaftin û qirkirinê yên li dijî bakurê Kurdistanê dabûn Tirkiyeyê. Li gorî min dibe ku heman rewş dîsa dubare bibe. Ji bo sala sedemîn a Lozanê demekî kin ma ye. Dema em li geşedanên dawî dinêrin, dibînin ku dîsa li ser destkeftî û statûya kurdan bazarî tên kirin. Hêzên kûrewî li ser Kurdistanê di nava planên bêhtir tevlihev û tarî de ne.”
‘Li dijî planên qirêj divê kurd xwe ji nûve saz bikin’
Sarisozen bi bîr xist ku di serdema nû de Tifaqa Cumhur peywirên nû dane Partiya Doza Azad ku partiyeke dij kurd e û wiha pê de çû: “Dema em li kabîneya Erdogan dinêrin, vê fêm dikin; dewleta tirk nikare serdestiya xwe ya li Kurdistanê pêk bîne lewma serî li rêbazên nû dide. Dixwaze Partiya Doza Azad jî di vê çarçoveyê de bi kar bîne. Ev partî eslê xwe kurd e lê li gorî senteza tirk-îslamê tevdigere. Lewma ji bo bikaranînê tam li gorî daxwaza îktîdarê ye. Desthilat bi vê yekê re nîşan dide ku dê bi destê Partiya Doza Azad li dijî Kurdistanê dest bi êrîşeke îdeolojîk bike. Bi taybet jî dixwazin li Kurdistanê tevgera azadiyê ya kurd tesfiye bikin û zîhniyeta Barzaniyan lê xurt bikin. Li rexekî şerê fîîlî didomînin û li rexa din jî dixwazin êrîşên îdeolojîk bikin. Dixwazin pirsgirêka kurd bi rêya van planên gemarî çareser bikin. Lewma divê hemû kes bi hemû hêza xwe piştgiripyê bide tevgera azadiyê ya kurd. Divê HDP û Partiya Çepên Kesk jî tavilê nîqaşên hilbijartinê xelas bike, xwe jinûve saz bike û xurtir bike. Hewceye tifaqa xwe berfireh bike, hemû noqteyên şilo yên îdeolojîk zelal bike û li ser bingeha paradîgmaya Abdullah Ocalan, bi awayekî xurt xwe jinûve saz bike. Heke bikarin vê bikin, dê pêşî li ber hewldana îktîdarê were girtin û plana tesfiyekirina tevgera azadiyê ya kurd vala derkeve.”
Stratejiya Rêya Sêyemîn
Têkildarî hilbijartinan jî Sarisozen ev tişt anî ziman: “Gelê kurd di hilbijartinan de bersiveke tund dan. Îktîdarê di vê serdemê de jî nekarî encama dixwest bi dest bixe. Partiya Doza Azad dê li pêşiya projeya Tirkiyeyîbûnê bibe astengiyeke mezin. Dema em ji hêla mezinbûn û biwesfbûna Partiya Doza Azad dinêrin, dibînin ku pir zêde talûke ye. Îslamîstên tundrew in, hewldaneke neteweperest e û li pêşiya Tirkiyeyîbûnê astengiyeke mezin e. Divê tevgera azadiya kurd, girseyan bîne ser xeta îslamê ya ku Ocalan di demên pir berê de gotibû. Ev xet tê wateya dîtina rasteiya îslamê, lê guhdarîkirina wê, qebûlkirina kevneşopiyan û xurtkirina xeta kurdayetî ya Tirkiyeyîbûnê ye. Ji ber ku Tirkiyeyîbûn nayê wateya dûrketina ji kurdîbûnê. Tirkiyeyîbûn tê wê wateyê ku kurdîbûn û tirkîbûn bikarin li ser bingeheke demokratîk bi hev re têkiliyan deynin.”
‘Tirkiyeyîbûna bêyî Apo dê ber bi pişaftinê ve bibe’
Sarisozan, axaftina xwe wiha qedand: “Divê di serdema nû de paradîgmaya Ocalan esas were girtin. Tevgerîna weke ku li holê pirsgirêkeke kurd nebe û anîna Tirkiyeyê ya li ser xeta bêyî Apo, dê bi xwe re encamên xeternak bîne. Tirkiyeyîbûna bêyî Apo dê ber bi pişaftinê ve bibe. Kurdîbûna bêyî Apo dê tevgera azadiyê ji xeta xwe derxîne û li ser xeta Barzaniyan a li ser bingeha neteweperestiya sexte tune bike. Anku di navendê de paradîgmaya Abdullah Ocalan heye. Heke yên kurdî û tirkî bikarin li ser bingeha vê paradîgmayê derfetên karbeşiyê ava bikin, wê demê serkeftin dê pêk were. Divê HDP û Partiya Çepên Kesk encamên hilbijartinê û rexneyên li dijî xwe bidin aliyekî û dest bi pêvajoya jinûvesazkirinê bikin. Divê ji bo hilbijartinên herêmî tavilê amadekarî bên destpêkirin.”