Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Di şexsê Ocalan de şantajê li dijî gelan didin meşandin’

Ûysal têkîldarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û got: “Qedexeya li ser hevdîtinê bi Birêz Ocalan re mîna amûreke şantajê ya polîtîk tê bikaranîn.”

Parlamentera Şirnexê ya ji Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêwendiya xwe yekser hem bi siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê, hem bi hiqûqa navxweyî hem jî bi rola ku hêzên navneteweyî dane Tirkiyeyê heye. Ûysal got, “Salên dawî piştî destpêkirina pêvajoya raperîna şoreşgerî ya li Rojhilata Navîn der bû û serhildanên gel, li hemberî derfetên bicihhatina paradîgmaya Birêz Abdullah Ocalan guhertineke polîtîk û nêzîkatiyê hate kirin. Tecrîda 24 saetan ku îro li ser Abdullah Ocalan tê ferzkirin, tecrîda mutleq a ku piştî pêvajoya 2013-2015’an hate girankirin, agahîwernegirtina bi 27 mehan, her wiha ji vê jî wêdetir ji aliyê polîtîk ve pêvajoyeke gelekî giran li holê heye.”

‘Tecrîd ji rewşeke hiqûqî wêdetir polîtîk e’

Newroz Ûysal destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di siyaseta Tirkiyeyê û polîtîkayên çareseriyê de xwedî cihekî diyarker e û wiha dewam kir, “Em li ser polîtîkayê, hem jî li ser guhertinên hiqûqî, siyasî û leşkerî ve diyarker e. Li ser dadgerî, qanûndanîn û rêveberiyê xwedî bandoreke diyarker e. Nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li pirsgirêka kurd, di mijara çareseriyê de wê polîtîkaya şer an jî demokratîkbûn bê hilbijartin, ev yek di nêzîkatiya li Ocalan de, di tecrîdê de xwe nîşan dide.”

Newroz Ûysal bi bîr xist ku zêdeyî 27 meh in bi tu awayî agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin, 6 mehan carekê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re tê dayin, sê mehan carekê bi cezayê dîsîplînê hevdîtina bi malbatê re tê qedexekirin û got, “Ev hemû bi rêk û pêk tê meşandin. Ji rewşeke hiqûqî wêdetir polîtîk e, siyasî ye, hewldana ji bo bikaranîna mîna amûrekê ye. Hewl didin weke şantajê bi kar bînin. Hem li ser îradeya şexsî ya Birêz Abdullah Ocalan weke dîlgirtiyekî polîtîkaya şantajê tê meşandin, hem jî di mijara siyaseta giştî ya Tirkiyeyê, rêvebirina siyaseta kurd an jî çewtkirina vê siyasetê de, bi rêya tecrîdê manîpulasyon, atmosfereke siyasî û şerê taybet tê meşandin. Ji tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan jî girantir, li dijî şexsê wî polîtîkayên şerê taybet û manîpulasyon têne kirin, di heman demê de tecrîd di polîtîkayên têkildarî girtîgehan, civakê, siyasetê, hiqûqê, jin û ciwanan de diyarker e. Ji ber vê yekê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan polîtîkaya li ser çareseriya pirsgirêka kurd û siyaseta Tirkiyeyê diyar dike. Berpirsyariya sereke ew e ku ev yek bi vî rengî bê pênasekirin, bersiv jê re bê dayin û li dijî vê yekê têkoşîn bê meşandin.”

‘Heta kiryarên li Îmraliyê nê dîtin çareseriya tu tiştî ne pêkan e’

Newroz Ûysal destnîşan kir, ku yên ji bo guhertina destûra bingehîn bang dikin, yên ketine nava lêgerîneke hiqûqa wekhev û adîl cihê sereke ku divê binirxînin Girava Îmraliyê ye û got, “Baro, hiqûqnas, aktîvîstên ku li ser mafên mirovan dixebitin, her kesên li ser qada hiqûqê îdiaya xwe hene yan jî her kesên li ser dadgeriya serbixwe xwedî gotinin, beriya her tiştî divê bala xwe bidin ser ceza û kiryarên li Îmraliyê. Eger li wir hiqûq bi cih bê anîn, guhertin bê kirin hingî li Tirkiyeyê wê guhertinek pêk were.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar