Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Gerîlayên azadiyê li Metîna û Xakurkê çalakî kirin

Çalakiyê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî leşkerên tirk ên dagirker li qadên Metîna û Xakurkê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate gotin, “Tîmên me yên bi tevger li Metîna û Xakurkê li dagirkeran xistin. Artêşa tirk a dagirker êrîşên hewayî û bejahî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bênavber dewam dike.”

HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa tirk a dagirker agahiyên berfireh parve kir. Daxûyanî bi vî rengî ye:

“Li herêma Metînayê;

Dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî di şeva 17’ê hezîranê de bûn hedefa çalakiya hêzên me ya bi sabotajê. Hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn zelal nebû. Piştî çalakiyê helîkopter li ser qadê geriyan.

Li herêma Xakurkê;

18’ê hezîranê saet di 12:30’î de bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Şahan hate xistin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker;

16 û 17’ê hezîranê qada Serê Metîna ya herêma Metînayê 2 caran, qadên Girê Cûdî û Girê Baharê yên herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 3 caran, qadên Sinînê û Ava Lolanê yên Xakurkê 3 caran bi giştî 8 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

17’ê hezîranê Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ya Metînayê 11 caran bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

17 û 18’ê hezîranê Qada Bexwedanê ya Sîdayê ya li Zapê, Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Amediyê û Girê Baharê yên herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî û Golka yên Metînayê 196 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Artêşa tirk a dagirker di 16 û 17’ê hezîranê de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê ya li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl hewl da bi kepçeyan çeperên me yên berxwedanê hilweşîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar