Di 20 û 21’ê hezîranê de civîna Astana ya 20’emîn hate lidarxistin. Beşdarên vê civînê ên sereke dîsa Îran, Sûriye, Rûsya û Tirkiyeyê ne. Rûsya jî berê wekî navbênkar û garantorê van civînan bû lê bi demê re û bi bazarê nû yên bi dewleta tirk re ew jî êdî bûye aliyekî vî şerî.
Rûsya, Îran û Tirkiyeyê tevî ku nakokiyên mezin di navbera wan de li ser parvekirina Sûriyeyê hene lê di mijarekê de her sê welat wek hev difikirin ew jî mijara dijminatiya kurdan û pêşîgirtina li bidestxistina statuyekê ji bo kurdên rojavayê Kurdistanê ye.
Her wiha ew her sê welat hebûna hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê wekî kelem li pêşiya zêdegavî û zordestî û berjewendiyên xwe yên li Sûriyeyê dibînin.
Lewre di van herdu mijaran de ev her sê welat ne wekî hev be jî gelekî nêzî hev difikirin û li wê gorê tevdigerin. Wekî din jî rejîma Şamê jî li vê bazarê zêde dibe û ew jî di van mijaran de wekî van dewletan difikire.
Bazara herî germ di vê mijartê de di navbera dewleta tirk û Rûsyayê de ye. Rûsya bazarên xwe yên bi dewleta tirk re hem li ser Idlibê û hem li ser mijara Ukraynayê pêk tîne. Rûsya hem dixwaze dewleta tirk dûrî NATO û Amerîkayê bike û hem dixwaze di şerê xwe yê li dijî Ukraynayê de bikar bîne.
Dewleta tirk jî hemû bazarên xwe hem bi Rûsya û Îranê re û hem bi Amerîkayê re li ser pêşîgirtina li mafê kurdan dike.
Êdî dema mirov bala xwe dide aktorên civîna Astanayê, tu hêviya çareseriyekê ji gelê Sûriyeyê re bi giştî tune ye. Welatên beşdar her yek ji wan li gorî berjewendiyên welatê xwe tevdigerin û haya kesekî ji wan ji berjewendiyên gelên Sûriyeyê tune ye.
Ev rewş ne ji doh û îro de lê ji destpêka aloziya Sûriyeyê de wiha ye. Li şûna ku gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe tevli civînên ji bo çareseriyê werin kirin, ew welatên ku dixwazin çareseriyên li gorî berjewendiyên welatê xwe bikin tev li van civînan dibin. Çi li Astanayê be û çi li Cinevrê bibe, çi civînên doh û îro bin û çi civînên beriya 10 salan dest pê kirin, ev yek ji bo tevan derbasdar e.
Ev civîna dawî a li Astanayê jî armanca wê ya aşkerekirî nêzîkatiya di navbera rejîma Enqere û ya Şamê de ye. Lê wekî gelek civînên din ji ber nûnerên rastî ên pêkhatiyên Sûriyeyê beşdarî vê civînê nekirine dê ew hersê welat bi amadebûna rejîma Sûriyeyê vî welatî li hev parvebikin û li ser xwîna gelê Sûriyeyê bazarên xwe yên qirêj bikin. Di vê bazara qirêj de ne tenê mafê kurdan mafê hemû gelên Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ve dê bibin qurbana berjewendiyên desthilatên van dewletan.