PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Divê êdî azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêk bê’

Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran, anî ziman ku hebûna krîza civakî û pergalî tecrîda li ser birêz Ocalan e û got: “Divê herkes têkildarî tecrîda li ser birêz Ocalan zextê li desthilatê bike, di raya giştî ya cihanê de dengekê derxîne û di encama vê yekê de divê azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêk bê.”

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şertên tecrîda giran de tê ragirtin û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di heman girtîgehê de tên ragirtin re 2 salan zêdetir e tu agahî nayên girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din tên kirin jî bi hinceta cezayên “dîsîplînê” nayên qebûlkirin. Dadgeha Înfazê ya Ceza ya Bûrsayê ku bersiva serlêdana parêzeran da, bi hinceta qedexeyeke din a malbatê û parêzeran serlêdan qebûl nekir. Hevserokê Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên bi Malbatên Hikumxwar û Girtiyan re ya Medê (MED TUHAD-FED) Zekî Baran ê tecrîda li Îmraliyê kûr dibe û rewşa agahî negirtinê nirxand, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê gelek krîz hene, çareserî jî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Baran, diyar kir ku ji bo tecrîd bi dawî be divê civak bikeve nava liv û tevgerê û wiha got: “Êdî divê ne tenê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin divê azadiya wî ya fîzîkî jî pêk bê.”

‘Desthilat hebûna xwe li ser tepisandin û zextên li ser civakê ava dike’

Baran, bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal in di bin tecrîdeke giran de ye û anî ziman ku 27 meh in bi tu awayî agahî jê nayên girtin. Baran, bi lêv kir ku desthilat bi polîtîkaya tecrîdê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hem bi awayekî fîzîkî hem jî psîkolojîk zextê dike û diyar kir ku desthilat hebûna xwe li ser tepisandin û zextan li ser civakê ava dikin.

‘Fikir di bin tecrîdê de ye’

Baran, anî ziman ku li dijî Rêberê Gelê Kurd tenê tecrîdeke fîzîkî nayê pêkanîn û wiha got: “Fikrên birêz Abdullah Ocalan, perspektîfa wî ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û di encama vê perspektîfê de rastiya di bingeha demokratîkbûna Tirkiyeyê de derkeve holê wê dawiya desthilata heyî bîne. Ne tenê desthilata heyî dê dawiya pergala ji destpêka komarê ve xwe li ser tunehesibandinê ava dike jî bîne.”

‘Tecrîd herêmê ber bi şer ve dibe’ 

Baran got: “Birêz Ocalan ne tenê ji bo kurdan di statuya rêberê gel de ye, êdî di statuya rêberê gelan de ye” axaftina xwe wiha domand: “Tecrîd li dijî daxwaza kurdan a xwerêvebirinê ye ku bi taybetî li Sûriyeyê derketiye holê û hewldanên pêşîgirtina li hewldana kurdan a ji bo azadiya xwe ya li çar parçeyên Kurdistanê ye. Bi geşedanên siyasal ên dawî re agahî negirtina ji birêz Ocalan, civakê, kurdan û gelên Rojhilata Navîn ber bi krîz û şeran ve dibe.”

‘Nêrînê Ocalan pêşî li krîzan digre’ 

Baran, anî ziman ku rêxistinên sivîl ên civakî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û partiyên siyasî li dijî tecrîdê ne hestiyar in ev yek jî rê li ber krîzên pir alî vedike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema bi birêz Ocalan re têkilî hate danîn, weke muxatabê pirsgirêkên civakî nêrîna wî hate wergirtin, me bi dehan caran dît ku civakê çawa bêhn stand. Me bi awayekî şênber encamên vê dîtin. Bi taybetî civaka kurd, saziyên demokratîk ên kurd, partiyên siyasî ji 7 salî heta 70 salî ne tenê ji bo rakirina tecrîdê divê ji bo azadiya fîzîkî pêk bê pêşengtiyê bikin.”

‘Dengê xwe bilind bikin’

Baran qala bandora tecrîdê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke gel, desthilat an jî rêveberiyeke welatekê diyar bikin, xwediyê vê hêzê bin dê hêza wan têra rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan jî bike. Divê herkes têkildarî tecrîda li ser birêz Ocalan zextê li desthilatê bike, di raya giştî ya cihanê de dengekê derxîne û di encama vê yekê de divê azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêk bê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar