PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PKK’ê Şoreşgerê mezin Diyar Xerîb bi bîr anî

Komîteya Rêveber a PKK’ê di salvegera 4’emîn a şehadeta wî de Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) bi bîr anî û got: “Di xeta hevrê Zîlan û Helmet de bi xurtî fedaîbûn esas bigirin û ji pergala faşîst-qirker û îxaneta hevpar hê xurtir hesab bipirsin!”

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi bîr xist ku Diyar Xerîb ku welatparêz û şoreşgerekî gelekî mezin ê ji başûrê Kurdistanê ye, ji ber têkoşîna wî ya ji bo azadî û demokrasiya başûrê Kurdistanê û ji ber têkoşîna wî ya ji bo yekîtiya neteweyî ya kurdan bûne hedefa mêtinger û nokeran û got “Em axa başûrê Kurdistanê ji îxanet û qirkeriya faşîst bikin goristan.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera şehadeta Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) ku di 26’ê Hezîrana 2019’an de di encama êrîşa hewayî ya dewleta tirk a li ser Qendîlê de şehîd bibû, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Ev 4 sal in em weke Tevger û gel hewl didin şopa hevrê Helmet bişopînin û bigihêjin armanca wî. Me derbên giran li faşîzma AKP û MHP’ê da û me tola heval Helmet stend. Li ser vê bingehê û di 4’emîn salvegera şehadeta wî de em lawê leheng ê gelê me yê başûrê Kurdistanê û milîtanê hêja yê partiya me hevrê Helmet bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin.  Em soza xwe ya ku em ê bigihêjin armanca wî û bîranîna wî zindî bihêlin jî dubare dikin. Em diyar dikin ku em ê di sala 5’an de bi têkoşîna mezin ku em ê pêş bixin, tola hevrê Helmet hilînin.”

‘Nûnerê yekîtiya netewî ya kurd’

Wekî ku tê zanîn, hevrê Helmet welatparêz û şoreşgerekî mezin bû ku ji nav gelê me yê başûrê Kurdistanê rabûye. Di salên xwe yên ciwantiyê de li hemberî îxaneta ku wekî dûvika pergala qirker û mêtinger e helwesta xwe nîşan dabû û tevlî nav PKK’ê bûbû. Ew çûbû ba Rêber Apo û ji Rêber Apo perwerdehî stendibû. Li başûrê Kurdistanê bû nûnerê yekîtiya netewî ya kurd û niştimanperweriya kurd. Li dijî hemû êrîşên rejîma Seddam û faşîzma tirk, wî azadî û demokrasiya başûrê Kurdistanê û ji bo yekîtiya netewî ya kurd têkoşiya. Ji ber vê yekê ew bû hedefa mêtingerî û xiyaneta hevkar.

‘Girîngiyek mezin da perwerdekirina ciwanên kurd’

Hevrê Helmet li çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî li başûrê Kurdistanê xebatên şoreşgerî û welatparêziyê meşand. Di her cure xebatan de, bi taybetî di nav xebatên gerîlatiyê de cih girt, di hemû astan de erk û berpirsyarî stend. Dema şehîd ket endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê  û endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê bû. Ji bo her peywirê bi serkeftî bimeşîne wî kedeke mezin da. Her tim li ser xeta Rêbertî û şehîdan meşiya. Kesayetiyekî gelparêz bû, ji bo perwerdehiya gelê kurd bênavber xebitî. Bi taybetî jî ji bo lêkolîn û aşkerekirina dîroka kurdan kedeke mezin da û girîngiyek mezin da perwerdekirina ciwanên kurd. Şop û afirandinên keda wî hê jî li ser têkoşîna me dijî.

‘Îxanetê hevrê Helmet qetil kir’

Qirkerên faşîst ên AKP û MHP’ê û xayînênkurd bi hev re, hevrê Helmet qetil kirin. Bi vî awayî Tayyîp Erdogan û rêveberiya Devlet Bahçelî hewl dan tola têkçûna hilbijartinên herêmî hilînin. Ji bo li dijî êrîşên dagirker gel û ciwanên başûrê Kurdistanê ranebin ser xwe, xwestin pêşengtiya berxwedanê tune bikin. Îxanetê hevrê Helmet qetil kir û nehişt ku li başûrê Kurdistanê alternatîfa demokrasiya azadîxwaz geş bibe.

‘Gerîla bû parêzvanê xaka Başûr’

Ev hemû hewldan û xwestek li ser esasê berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin pûçkirin. Şehadeta hevrê Helmet, hişt ku ev rastî hîn bêhtir û kûrtir ji aliyê Tevgera me û gelê me û bi taybet gelê me yê başûrê Kurdistanê baştir bê fêmkirin. Berxwedana gerîla ya leheng ku ji Heftanînê heta Xakurkê li her qadê pêş ket, nehişt ku dagirkeriya faşîst-qirker derbas bibe. Li başûrê Kurdistanê bazirganiya xiyaneta hevkar derket holê û hat teşhîrkirin. Xeta hevrê Helmet a yekbûyî- neteweyî û welatparêziya rast gav bi gav ji aliyê hemû gelê Başûr ve hate fêmkirin û pejirandin.

‘Em ê xaka başûrê Kurdistanê li ber xiyaneta hevkar faşîst û qirker bikin goristan’

Em niha dikevin sala 5’an a vê qetlîama nemerdane. Pir aşkere ye ku; Weke tevger û gel em ê xeta hevrê Helmet pir baş fêm bikin û di vê xetê de em ê bi hêztir erk û berpirsyariyên xwe pêk bînin. Bê şik hêzên faşîst-qirker û xiyaneta hevkar wê hê zêdetir êrîş bikin û zêdetir hewl bidin ku başûre Kurdistanê dagir bikin. Jixwe hewl dide êrîşên xwe roj bi roj zêde bike. Em jî di xeta hevrê Helmet û di pêşengtiya gerîla de li dijî van hemû êrîşên hovane li ber xwe didin û di sala 5’an de em ê bi hêztir û bi bandortir li ber xwe bidin. Ji bo bîranîna hevrê Helmet em ê xaka başûrê Kurdistanê li ber xiyaneta hevkar faşîst û qirker bikin goristan.

‘Di xeta hevrê Zîlan û Helmet de bi xurtî fedaîbûn esas bigirin’

Li ser vê bingehê em gerîlayên azadiya Kurdistanê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi qehremanî li ber xwe didin, silav dikin. Ji ber çalakiyên wan ên serkeftî yên li Botan, Metîna û Xakurkê em gerîla, hemû fermandar û şervanên HPG û YJA Starê pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin. Em di şexsê fedaiyên nemir ên Xakurkê de hevrê Asya, Azad û Koçer hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Em komkujiya dewleta tirk a li dijî rêveberiya demokratîk a Qamişlo şermezar dikin, şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin, berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî faşîzmê silav dikin.

Hevrê Helmet yek ji şehîdên fedaî yên meha me ya fedaî ya Hezîranê ye. Ji bo Roja me ya Fedaîbûnê ya 30 Hezîranê hindik maye. Bi vê minasebetê em hemû şehîdên xwe yên meha Hezîranê di şexsê fedaiyê fedaiyan hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) de bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û soza pêkanîna armancên wan dubare dikin. Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û dostên demokrat di serî de jin û ciwanan dikin ku di xeta hevrê Zîlan û Helmet de bi xurtî fedaîbûn esas bigirin û ji pergala faşîst-qirker û îxaneta hevpar hê xurtir hesab bipirsin!”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar