Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin

Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanî da û wiha got: “Divê li gorî biryarên tevdîrê yên NY’yê tevbigerin, dawî li vê rewşa agahînegirtinê û sepanên îşkenceyê bînin.”

Gerînendeyê Giştî yê Tele1’ê Merdan Yanardag tev li bernameyeke televîzyonê bûbû û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rexne kiribû. Nîqaşên ser gotinên Yanardag didomin.  Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî mijarê daxuyanî da.

Bûroyê bi bîr xist ku têkildarî gotinên Yanardag ên “Tecrîda li ser Ocalan tê ferzkirin di hiqûqê de nîne. Divê were rakirin. Malbat û parêzerên wî jî nikarin pê re hevdîtinê bikin. Gelo ma pergaleke înfazê ya wiha dibe?” lêpirsîn hatiye destpêkirin û wiha hat gotin: “Lê di esasê xwe de hewceye têkildarî rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê û kesên vê rejîmê birêve dibin de lêpirsîn were destpêkirin. Hevdîtina bi malbat û parêzeran re, mafê herî xwezayî yê birêz Abdullah Ocalan e. Lê bi sedemên derqanûnî tên astengkirin. Tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konak, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayên girtin.”

Ocalan nûnertiya azadiyê dike

Bi domdarî di daxuyanî de wiha hat gotin: “Mîna statûya taybet a Îmraliyê, her wiha astengkirina azadiyan jî cureyên îşkenceya li Îmraliyê ye. Ev 27 meh in tu agahî ji birêz Ocalan û miwekîlên me yên din nayên girtin. Têkiliya wan a bi cîhanê re hatiye qutkirin û têkildarî rewşa wan a tenduristiyê de tu agahî li ber destê me nînin. Ev yek, merheleya herî bilind a îşkenceya li Îmraliyê ye. Pir aşkere ye ku tişta nerewa ev sepanin.  Divê neyê jibîrkirin ku êrîşên li dijî mafên şexsî yên miwekîlên me jî eleqeya xwe bi van polîtîkayan heye. Berevajî atmosfera ku dixwazin ava bikin, birêz Ocalan nûnertiya azadî û demokrasiyê dike û ev yek ji hêla bi milyonan mirovan ve hatiye eşkerekirin. Di salên 2006-2007’ê de li Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya birêz Ocalan zêdetirî 3 milyon kesan îmze pêşkeşî TBMM’ê û di sala 2013’an de jî zêdetirî 10 milyonan kesan îmze pêşkeşî Konseya Ewropayê kirin.

Divê îşkence bi dawî bibe

Li dijî rewşa li Îmraliyê, me di sala 2022’yan de serî li Komîteya Mafên Mirovan (KMM) a Neteweyên Yekbû (NY) da. Di encama vê serlêdanê de KMM NY’yê di 6’ê îlona 2022’yan de bersiv da û biryara tevdîrê ji hikûmetê re ragihand. KMM NY’yê biryara tevdîrê ya ‘Divê bêyî ku astengiyeke were derxistin, tavilê bi parêzerên xwe re bikare hevdîtinê bike’ di 19’ê çileyê de dîsa bi bîra hikûmetê xist. Li gel ku hikûmet berpirsyar e ku li gorî vê biryara navneteweyî tevbigere jî, em dibînin ku hêj bi vê biryarê nekiriye. Bi vê biryarê nehatiye kirin û bi domandina tecrîdê re sûcê biqesdî xerab bi kar anîna peywirê hatiye kirin û bi vî sûcî re sûcê îşkenceyê hatiye kirin. Banga me ya ji bo hikûmet û Wezareta Dadê ev e; tavilê li gorî biryara tevdîrê ya KMM NY’yê tevbigerin û dawî li rewşa agahînegirtinê û sepanên îşkenceyê bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar