Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Tombak: Tecrîd kêfî ye û bêhiqûqî ye

Salîh Zekî Tombak diyar kir ku bi dengê Abdullah Ocalan re dê rûyê siyasetê biguhere û got: "Hemû kesên doza wekhevî, aştî, demokrasî û azadiyê dikin û hemû kesên doza hiqûqê dikin divê nerazîbûna xwe ya ji bo tecrîdê nîşan bidin." 

Ji 25’ê adara 2021’ê ve tu xeber ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Omer Hyarî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de nayê girtin. Her wiha hemû serlêdanên malbatan û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta “cezayên dîsîplînê” tên redkirin an jî nayên bersivandin.

Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Endamê Lijneya Koordînasyonê û Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) Salîh Zekî Tombak, têkildarî tecrîda li Îmraliyê de axivî.

 Salîh Zekî Tombak

Tombak bilêv kir ku zêdetirî 28 meh in xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin û got ku divê dawî li polîtîkaya tecrîdê bê. Tombak diyar kir ku demildest divê mafên Abdullah Ocalan esas bên girtin. Tombak anî ziman ku ji pirsgirêkên herî girîng ên Tirkiyeyê yek jê mesleya kurd e û polîtîkayên şer ên ji ber vê meseleyê rasterast bandorê li hiqûq, aborî, siyaset û mafên mirovan ên welêt dikin. Tombak wiha domand: “Ev bandor bi xwe re gelek krîz anîne. Desthilat her ku nikare serî bi van krîzan re derxe, heyfa xwe ji girtîgehan distîne. Wekî hûn dizanin li girtîgehan gelek bêhiqûqîtî tên kirin. Înfaza girtiyên siyasî tê şewitandin û tahde li wan tê kirin.”

Tombak destnîşan kir ku Qanûna Înfazê ji bo Abdullah Ocalan nayê pêkanîn û got: “Hukmên di Qanûna Înfazê de çi bibin, divê ji bo Ocalan jî bên pêkanîn. Tecrîd, kêfî ye û bêhiqûqî ye. Nehevdîtina bi malbata xwe û parêzeran re xwe re çi ye? Hûn nahêlin hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike, hûn nahêlin nameyên tên bigihîjin wî. Ev dê heta dawiyê wiha nedome.”

‘Dewleta di mijara Ocalan de pir Polîtîk tevdigere’

Tombak bal kişand ser binçavkirina rojnamevan Merdan Yanardag jî ku piştî rexneya xwe ya li dijî tecrîdê hatibû binçavkirin û got: “Divê ne ji kesên ku dibêjin ‘çima hûn bêhiqûqîtiyê dikin’, divê kesên berprisên vê bêhiqûqîtiyê hesab bidin. Ji dêvla ku vê bikin, radibin rojnamevanên ku nûçeya rastiyê çêdikin hedef digirin. Me ev jî dît. Kî der barê tecrîdê de biaxive, kî der barê mafên Abdullah Ocalan de biaxive, em ê rastî nîşaneyên nerihetiyê bên.”

“Siyasetê rast dixwîne, baş dinirxîne û rê ve dike”

Tombak bibîr xist ku berê AKP’iyan ji bo Abdullah Ocalan gotiye “Siyasetê rast dixwîne, baş dinirxîne û rê ve dike” û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gotinên wan rast in. Em behsa mirovekî wiha dikin ku di warê xwendina siyasetê de dikare tîma qurmayên AKP’ê bike şagirt. Di hucreyeke yekkesî de, di dema pêvajoya çareseriyê de hemû kesan li dor maseyekê kom kir. Yanî miroveke ku siyasetê di asta navnetewyeî de dixwîne. Ger fikirên xwe bîne ziman, ez yeqîn dikim ku dê bandoreke mezin li siyaseta Tirkiye û Rojhilata Navîn bike. Dê rûyê siyaset Tirkiyeyê biguhere. Lewma hemû kesên doza wekhevî, aştî, demokrasî û azadiyê dikin û hemû kesên doza hiqûqê dikin divê nerazîbûna xwe ya ji bo tecrîdê bidin der.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar