Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Akademîsyena Misrî Attîa: Netewdewlet naxazin fikrên Ocalan belav bibin

Zanyara Siyasetê ya Misrî Dr. Fernaz Attîa bal kişand ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire.

Tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku kete meha 27’emîn bi rewşa agahî negirtinê didome. Abdullah Ocalan ê 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, ne bi malbat ne jî bi parêzerên xwe re nikare hevdîtinê bike. Hevdîtina Rêberê PKK’ê û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên bi malbat û parêzerên wan re tê astengkirin. Hemû serlêdanên ku malbat û parêzer dikin bi awayekî sîstematîk bi hinceta “cezayên dîsîplînê” nayên qebûlkirin. Herî dawî birayê wî Mehmet Ocalan di 25’ê adara 2021’an de pê re axivî û 27 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin.

Zanyara Siyasetê ya ji Misrê Dr. Fernaz Attîa ku ji paradîgmaya Abdullah Ocalan bandor bûye, tecrîda li Îmraliyê nirxand. Attia, anî ziman ku Rêberê PKK’ê 24 sal in di bin tecrîdeke giran de tê girtin, ji civakê tê îzolekirin û bi lêv kir ku ev rewş ji bo tenduristî û ewlehiya Abdullah Ocalan dibe sedemên fikarên cidî.

Naxwazin fikrên wî belav bibin

Attîa destnîşan kir ku her diçe fikrên Abdullah Ocalan baştir tên fêmkirin û wiha got: “Projeya Konfederalîmza Demokratîk ne tenê ji bo Rojhilata Navîn di heman demê de ji bo hemû netewdewletan derbasdar e. Her ku hemû dewletên emperyal bi fikra Ocalan a Konfederalîzma Demokratîk hesiyan, bi awayekî hevpar hewl dan fikrên wî hefs bikin û di bin tecrîdê de girtin. Bi tecrîdkirina Ocalan, hewl didin fikrên wî îdeala ku gelek etnîsîte yên bi hev re dijîn bigihe hemû gelan asteng bikin. Lê bila dewletên emperyal vê ji bîr nekin, hemû parazvanên mafên mirovan û rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî, li rex Ocalan û girtiyên siyasî ne.”

‘Ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan mifte da me’

Attîa, anî ziman ku Abdullah Ocalan bi taybetî ji bo jinan piştgiriya projeya Konfederalîzma Demokratîk kir û wiha pê de çû: “Fikra wî azadiya jinan a li her qadê diparêze. Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan mifte da me.”

Attîa, destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk bê û fîkriyata wî belav bibe divê herkes berpirsyartiyê li xwe bigire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê fikrên Ocalan tenê weke felsefe nemînin. Ji bo belavî hemû cîhanê bibin divê bikevin nava hewldanan. Ji ber fikrên Ocalan bi taybetî li Rojhilata Navîn û welatên ereban ji hemû pirsgirêkan re dibin çareserî, divê her kes di vê mijarê de bikeve nava hewldanan û ji bo fikrên Ocalan têxin meriyetê berpirsyariyê wergire.”

‘Peywîra me ew e ku em projeya wî vebêjin’

Attîa, diyar kir ku li Misra lê dijî beşên dixwînin, lêkolîn dikin û li ser mijarên polîtîk ên cuda disekinin Abdullah Ocalan û projeyên wî ji nêz ve dişopînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her wiha beşên bi pergala cîhanê û rojevên polîtîk ve eleqedar nebin jî hene. Ev beş hem li welatê me hem jî li welatên din hene. Peywîra me jî ew e ku vê fîkriyata Ocalan û projeya wan vebêjin û pêk bînin. Di heman demê de azadiya Ocalan biparêzin û di vî alî de bikevin nava hewldanan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar