Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bozan: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin 

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Alî Bozan bal kişand ku bi tecrîda mutleq dixwazin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bidin ji bîr kirin

Ji 25’ê adara 2021’an û vir ve ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, tu agahî nayê girtin. Serlêdanên hevdîtinê ku malbat û parêzer li dijî tecrîda mutleq a li ser Ocalan dikin jî bi hincetên cuda tên astengkirin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan ê têkildarî tecrîdê nirxandin kirin, diyar kir ku bi tecrîdê tê xwestin ku Ocalan bidin ji bîr kirin.

Bozan, bi bîr xist ku Gerînendeyê Giştî yê Weşana TELE 1’ê Merdan Yanardag ji ber tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Ocalan rexne kir hat girtin û wiha got: “Tecrîda ku Yanardag anî ziman, mijareke ku kesên edaletê diparêzin hemû bînin ziman e.” Bozan, bi lêv kir ku bi girtina Yanardag peyama “têkildarî tecrîdê neaxivin” dane civakê û wiha berdewam kir: “Desthilat dixwaze birêz Abdullah Ocalan bide ji bîr kirin. Naxwaze ramanên birêz Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd di nava civakê û raya giştî de bên nîqaşkirin û zanîn. Sedema biryara binçavkirin û girtinê ya ji bo Merdane Yanardag hatiye dayîn ev e. Em dizanin ku Merdan Yanardag wê di rojên pêş de derkeve pêşberî dadgehê. Ew ê bê darizandin. Di dawiya darizandinê de wê beraet bike. Ji ber ku axaftina wî tenê axaftineke di çarçoveya azadiya ramanê de ye.”

 ‘Tecrîd pirsgirêka kûr dike’

Bozan, destnîşan kir ku di kesayeta Ocalan de hemû civak tê tecrîdkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîda ku li ser birêz Ocalan tê ferzkirin, di esasê xwe de tecrîdkirina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e. Dixwazin bikin ku Ocalan di nav gelê kurd û raya giştî de bê ji bîr kirin. Tevî biryarên îxlalkirinê yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî tecrîd kûr bûye. Qanûnan bi cih bînin, tecrîda teqez rakin.”

Bozan, destnîşan kir ku qasî tecrîd kûr dibe neçareserkirina pirsgirêka kurd jî kûrtir dibe û got: “Çavkaniya bingehîn a pirsgirêkên li welat tecrîda mûtleq a li welat tê domandine. Heke tecrîd bê rakirin wê pêşî li çareseriya pirsgirêkên li welat vebe.” Bozan, da zanîn ku Ocalan “temînata aştî, aramî û pêşeroja vî welatî” ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tecrîda li ser birêz Ocalan tê pêkanîn li ser gelê kurd, li aştî, aramî û pêşeroja welat tê pêkanîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar