Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran tê ragirtin û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di heman girtîgehê de 27 meh in agahî nayên girtin. Li dijî vê rewşê di serî de parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Abdullah Ocalan dikin û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) bi sedan parêzerên li Rojhilata Navîn û Ewropayê ji bo tecrîd bê rakirin û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dan û serlêdanên wan bêbersiv tên hiştin.
Yek ji parêzerên ku ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din re serî li Wezaretê da, endamê OHD’ê Ahmet Baran Çelîk têkildarî polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê nirxandin kir.
Çelîk ê destnîşan kir ku Abdullah Ocalan di serî de gelê kurd ji bo gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn girîng e, diyar kir ku Rêberê PKK’ê ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî û pêkhatina aştiyê aktorekî girîng e û wiha got: “Bi dawîkirina tecrîda li ser Ocalan ji bo gelan gelek girîng e. Armanca bingehîn a çalakî û aktîveteyên îro li dijî tecrîdê pêk tên jî ji ber pêdiviya bi aştiyê ye.”
Çelîk, destnîşan kir ku tecrîd binpêkirina mafê mirovan e û da zanîn ku astengkirina hevdîtinan a Abdullah Ocalan û girtiyên din a bi malbat û parêzeran re pêkanîneke bêhiqûqî ye. Çelîk, diyar kir ku pêkanînên tecrîda giran a 24 salan û her wiha ji ber ku ev 27 meh in tu agahî jê nayên girtin, di qonaxa heyî de bi qanûnan nikare bê vegotin.
Divê bertekên li dijî tecrîdê hebûna
Çelîk, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ji xwe şertên Girtîgeha Îmraliyê pergala tecrîdê ye. Ji ber Îmrali girtîgeha giravê ye ji xwe bi cîhana derve re têkiliya wê hatiye qûtkirin. Li ser vê yekê demekî dirêje girtî ne dikarin bi malbat ne jî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin ev yek jî binpêkirina maf e. Bifikirin ji sala 2011’an û vir ve Ocalan gelek kêm caran bi parêzerên xwe re hevdîtinê dike. Binêrin di serdema jê re digotin ‘pêvajoya çareseriyê’ jî Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtin nekir. Lê hiqûq û qanûn vekirîne. Îro diviyabû ne ev yek bibûya rojev, berovajiyê wê deng dernexistina li dijî vê rewşê diviyabû bibûya rojev. Kî ne yên dengê xwe dernaxînin, baro, saziyên hiqûqî, partiyên siyasî ne. Diviyabû weke civak deng hatibûya derxistin.”
Encam nayên girtin
Çelîk, bi bîr xist ku weke OHD ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dane û anî ziman ku tevî dema derbasbûyî jî tu bersiv negirtine. Çelîk, da zanîn ku li ser bêdengiya wezaretê ji gelek baroyên bajaran daxwaza alîkariya hiqûqîkirine û bi lêv kir ku bi taybetî ji serlêdana Baroya Stenbolê ku di cîhanê de herî zêde endamên wê hene tu encam bi dest nexistine.
Çelîk, destnîşan kir ku ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rola xwe ya dîrokî nelîze tecrîda girankirî tê pêkanîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gel me parêzerên Ocalan jî serî li Baroya Stenbolê dan. Mixabin ne baro, ne wezaretê û ne jî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bersiveke erênî yan jî neyînî nedan vê daxwaza me. Me jî bi rêya telefonê daxwaza axaftinê kir, lê ji bo vê yekê randevû nehat dayîn. Saziyên hiqûqê yên navneteweyî jî bêdeng man. Bi taybetî em nafikirin ku CPT (Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê) rewşa tecrîdê hevgirtî be, nerazîbûnê nîşan nade. Gavên pêwîst ên li dijî tecrîd û îzolasyonê nayên avêtin. Êdî divê ev rewş bi siyasetê bê aşkerekirin. Vîna siyasî dixwaze birêz Ocalan ji cîhanê û gelan veqetîne.”
Qenalên têkiliyê
Çelîk, bi lêv kir ku bêdengî dibe sedem ku tecrîd belavî hemû girtîgehan û civakê belav bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ocalan têkildarî aştiya civakî û çareseriya civakî aktorekî girîng e. Ji ber ku gotinên wî tên guhdarkirin û di nava gel de bandoreke wî heye. Heke îro çareseriyek bê xwestin divê qenalên têkiliyê ji Abdullah Ocalan re bên vekirin.”