Endamê Komîteya Zindanê ya PKK’ê Pîro Dêrsim bersiv da pirsên ANF’ê û got, “Divê were zanîn ku em dikevin pêvajoyeke dijwar. Ji ber ku li hemberî me desthilatdariyeke wisa heye ku di her warî de qels dibe û xwe nû dibe. Divê em karibin van derfetan veguherînin rêxistinbûn û berxwedanê.”
Dêrsim bang li gel kir ku li dijî tecrîd û îşkenceya Îmraliyê di nava berxwedaneke aktîf de cih bigirin.
Tifaqa AKP-MHP-Hîzbul-Kontra di hilbijartinê de bi ser ket û Tirkiye kete pêvajoyeke nû. Divê em vê pêvajoya nû çawa binirxînin?
Di serî de ez dixwazim diyar bikim ku hilbijartinên 14-28’ê Gulanê yên li Tirkiyeyê ne hilbijartinên meşrû ne, ji ber vê yekê divê encamên wan jî meşrû neyên dîtin. Hêzên dijdemokratîk ên ku di bin navê Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cûmhûr de hatin cem hev, bi her cure sextekariya hilbijartinê encamek wiha derxistin holê. Bi gotineke din divê encam weke diyardeya îradeya gel neyê dîtin. Berovajî vê, ev tişt tê wateya darbe û operasyoneke li dijî vîna gel. Lê eger wisa be jî, vê hikûmetê encameke ku wê 5 salên din dirêj bike derxistiye holê û ji aliyê hemû raya giştî ya Tirkiyeyê û kesên ku xwe weke muxalif pênase dikin, daye qebûlkirin.
Berî her tiştî, ev pêvajo bi rastî wê bibe berdewamiya ya berê, ku armanc dike ku tişta ku berê nedihat kirin temam bike. Bi Plana Hilweşînê re siyaseta wan qirkirina kurdan bû. Bi berxwedana Rêbertiya me, gerîla, gelê me, hevrêyên me yên li girtîgehê û qada siyaseta demokratîk ev polîtîkayê tu encam negirt. Desthilatdariya faşîst a ku bi hilbijartinan xwe nû dike, di serî de vî tiştî ji xwe re dike armanc ku polîtîkaya Qirkirina Kurdan bigihîne encamê û têkoşîna me tasfiye bike. Di rastiyê de avabûna AKP’ê li ser vê bingehê ye. Ji bo têkoşîna me ya piştî Komploya Navneteweyî tasfiye bike û li ser vê bingehê bi projeya BOP’ê (Projeya Mezin a Rojhilata Navîn) Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bike, AKP’ê weke projeyek di bin navê îslama nerm ava kir. Îro hêzên hegemonîk ên navneteweyî Têkoşîna Azadiyê ya li Rojhilata Navîn weke xetereya sereke dibînin û dîsa erka tasfiyeyê dane AKP’ê. Ji ber vê yekê jî van hêzan di pêvajoya hilbijartinê de bertek û nîqaşeke cidî li dijî Erdogan pêş nexistin û beriya ku encamên hilbijartinê diyar bibe ketin rêzê û pîroz kirin. Ji ber vê yekê divê were zanîn ku em dikevin pêvajoyeke dijwar. Di vê pêvajoyê de li ser me wê êrîşên tasfiyeyê zêde be û lê derfetên serkeftinê jî zêde ne. Ji ber ku li hemberî me desthilatdariyeke qels û têkçûyî heye. Gelê me bi awayekî zelal helwesta xwe ya bi biryar nîşan daye. Nîvê civaka Tirkiyeyê li dijî vê hikûmetê ye. Ji ber vê yekê îmkanên têkoşînê hîn zêdetir in. Lê divê em zanibin van derfetan çawa veguherînin rêxistinbûn û berxwedanê. Ji ber vê sedemê em ketine pêvajoyeke berxwedanê ku tê de derfet û îmkanên tekoşînê jî zêdetir in.
Helbet em bibêjin ku ev pêvajo wê berdewamiya berê be jî, wê hinek nûbûn jî hebe. Faşîzma AKP-MHP’ê di polîtîkaya Qirkirina Kurdan de ya ku 8 sal in bênavber dimeşîne, nekarî encama ku tê xwestin bi dest bixe. Wê li ser esasê derxistina encaman nêzî pêvajoya nû bibe. Wê hevkarî û îxaneta kurdan hîn zêdetir bikeve nava tevgerê. Bi alîkariya Hîzbûl-Kontra wê bi hemû derfetên dewletê ji vê pêkhateyê re hewl bidin ku provokasyon û komkujiyan pêş bixin û li bakurê Kurdistanê di bin bandora PDK’ê de parçeyek civakî ava bikin. Dîsa xiyaneta PDK’ê wê aktîftir bibe. Bi têkiliyên ku bi rejîma Sûriyeyê re bi rêya Rûsya û Îranê re bên pêşxistin, wê bi armanca tasfiyekirina destkeftiyên li Rojava bê avakirin. Dîplomasî jî wê pozîsyona xwe ya jeostratejîk a ku roj bi roj girîngtir dibe, li ser esasê di qirkirina Kurdan de tawîzan werbigire, heta dawiyê bi kar bîne. Di vî warî de weke polîtîkayeke giştî, pêvajoyeke di şeklê berdewamkirin, kûrkirin û hewldana encamdayînê de ye, di heman demê de di vê pêvajoyê de wê xiyanet û dîplomasiya hevkar li ser bingeheke aktîftir were bikaranîn.
Encamên vê polîtîkayê ya li zîndanan
Polîtîkaya dewleta tirk a faşîst a li ser girtîgehan wê di vê pêvajoyê de çawa bimeşe?
Bêguman, rewşa ku me ji bo gelemperî diyar kir, ji bo zindanan jî wisa ye. Weke ku hûn jî dizanin, dewleta tirk di her serdemê de li gorî feraseta ku li hemberî me pêş xistiye, polîtîkayên xwe yên zindanê diyar dike û dimeşîne. Girîngiya zindanan di têkoşîna me de diyar e û zindan yek ji çepera berxwedanê ye. Ji ber vê jî dijmin bi polîtîkayên taybet êrîşî zindanan dike. Rêxistinbûna girtiyên di zindanan de ji xwe re dikin hedef. Dijmin dibîne tişta ku berxwedanê diafirîne rêxistinbûn e, vê rewşê baş analîz dike, dixwaze rêxistinbûnê bişkîne û hevalên me yên di zindanan de qels bike. Helbet dema vê dikin asta nûnertiya rêxistinî ya di kesayeta milîtan û kadroyên PKK’ê de ku xwedî kevneşopiya berxwedanê ya 45 salî ye jî baş hesab nakin û ji ber vê di polîtîkayên xwe de bi ser nakevin.
Berê hevalên me bi komî di qawîşan de bûn, dijmin piştre ev guherand odeyan û xwest rêxistinbûna girtiyan parçe bike lê di vir de bi ser neket. Di demeke kin de li ser esasê berxwedanê polîtîkayên dijmin pûç kirin. Di rewşeke wiha de tîpên F hatin rojevê û ji sala 2003’an û vir ve piraniya hevalên me pêşî birin girtîgehên Tîpa F û Tîpa T û xwestin rêxistinbûnê ji holê rakin. Lê belê ji ber ku vî tiştî tu encam bi dest nexist, girtîgehên Tîpa S û Girtîgehên Ewlehiya Bilind ên li ser esasê pergala hucreya yekkesî hatin avakirin. Ji aliyekî ve wekî derve her cure şîddet û zext derxistin asta herî jor û ji aliyê din ve jî her cure tevger û helwestên berxwedêr wekî sûc hate dîtin û ev tişt kirin sedema cezakirin û zêdekirina zextan. Lê di serî de îradeya rêxistinkirî ya girtiyan bi sewqkirin û sirgûnên domdar hewl hat dayîn ku ji hev belav bibe û qels bibe. Bi modelên Girtîgehên Tîpa S û Ewlekariya Bilind xwestin tecrîd û îzolasyonê derxînin asta herî bilind û bi vî awayî girtiyan tenê bihêlin û bi vî awayî encaman bistînin.
Hucreyên yekkesî yên di nav modela S û Girtîgeha Ewlekariya Bilind pêk bînin, lûtkeya zext û îşkenceya faşîzmê ya li zindanan nîşan dide. Girtiyê ku di hucreya yekkesî de tê girtin, tê xwestin ku ji derve û ji hemû hevrêyên xwe were îzolekirin, bi vî rengî îradeya wî were qelskirin. Bi her cure zext û îşkenceyên fizîkî û derûnî, tê xwestin girtî poşman bibin. Hemû serlêdanên bi vî rengî ji bo poşmankirina girtiyan tê kirin. Di bin navê ‘bernameya başkirinê’ de her cure jiyan û heq û tevgerên li zindanan li gorî pergala pûanê tê kirin û tê xwestin girtî li gorî wan tevbigere û dema ku girtî li gorî wan tevnegere jî mafên girtiyan desteser bikin. Li gorî vê yekê redkirina her cure rêgez û ferzkirinên faşîst tê wateya pûanê kêm, bi vî awayî girtî tên cezakirin, berdana wan tê taloqkirin, girtiyên ku divê werin berdan jî nayên berdan, girtiyên nexweş nayên dermankirin û li ber mirinê tên hiştin. Çawa ku Plana Çokdanînê li derve heye û tê xwestin ku bi her cure rê û rêbazên qanûnî û dijmirovahî encamekê bistînin, ‘Bernameya Başkirinê’ ya li zindanan jî tê heman wateyê û tê xwestin ku bi her cure zext, şîddet û êrîşan re pratîze bikin. Hemû polîtîkayên zindanê di çarçoveya vê bernameya ku poşmanî û teslîmiyetê armanc dike de tên kirin. Di heman demê de rêveberî û xebatkarên zindanê hemû ji çeteyên AKP û MHP’ê tên avakirin û ji ber vê jî li zindan dibin mekanên ku her cure zext û îşkence lê tên kirin.
‘Şervaniya Rûmetê’
Divê helwest û berxwedana girtiyên siyasî li hemberî polîtîkayên girtîgehê yên dewleta tirk çawa be?
Gelek hevalên me hene ku niha li girtîgehên Tîpa S û Ewlekariya Bilind di hucreyên yekkesî de ne. Ev hevalên me ev demek e li van hucreyan li hemberî her cure ferzkirin û zextên dijmin bi biryardarî li ber xwe didin. Ya rastî ev polîtîka di destpêkê de bi berxwedana bi biryar a girtiyan hat pûçkirin. Girtiyên PKK’ê xwedî kevneşopiyeke 45 salan a berxwedana zindanan e. Dîsa Rêber Apo bi berxwedana xwe ya bêhempa ya 25 salan a li Îmraliyê, îro di her warî de pêşengtiya berxwedana zindanan dike. Rêbertiyê got ‘Berxwedana Manevî’. Dîsa berxwedana Îmraliyê weke ‘Şervaniya Rûmetê’ bi nav kir. Ji ber vê yekê, çawa ku dijmin dixwaze di serdema nû de polîtîkaya xwe ya li hemberî zindanan weke pergala hucreya yekkesî ku tê wateya giştîkirina tecrîd û îşkenceya Îmraliyê pênase bike û pêk bîne, divê hevalên me yên di zindanê de jî Berxwedana Îmraliyê esas bigirin. Berxwedan, divê li ser esasê têgihiştina berxwedaniya exlaqî temsîliyeta têrker a şervaniya rûmetê bike armanc. Ji ber vê jî divê Berxwedana Îmraliyê rast û baş were fêmkirin.
Di vê heyama 25 salan de me tu carî nedît ku Rêbertî ji şert û mercên xwe û bêîmkaniyên xwe gilî kiriye. Di hucreya yekkesî ya 25 salan de, di şert û mercên tecrîdê de, Paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk weke modeleke teorîk,felsefe û civaknasî û bi kar anî. Li ser vê paradîgmaya nû Tevgera Azadiyê û civaka kurd veguherand. Di vê pêvajoya veguhertinê de li dijî hemû êrîşên tasfiyekarên hundirîn û hêzên modernîteya kapîtalîst ên ji derve de şer kir û bandora van êrîşan şikand. Lê belê em baş dizanin ku dewleta tirk û hêzên modernîteya kapîtalîst bi komploya xwe hewl dan Rêbertî bê bandor bikin, têkoşînê bê pêşeng bikin û tasfiyeyê bikin. Ev berxwedana manevî ye. Vê lîstika mezin dibîne û miratê van kesên ku ev lîstik kirine di qirika wan de hiştin û li Îmraliyê Rêbertiya Şoreşê didomîne.
Di vî warî de tişta girîng ne şert û mercên zindanê û meyla dijmin e. Ger mirov bi armancên mezin ve girêdayî be, ji bo vê armancê dikare hêz û îradeya xwe ji her cure zehmetî û bêîmkaniyan biafirîne. Rêbertî dema jiyana zindanê dinirxîne, cewhera feraseta berxwedanê wiha tîne ziman: ‘Di rastiyê de şertên derve, dewlet, rêveberiya girtîgehê û girtîgeh bi xwe xwedî taybetiyên wekî qesran bin jî, têr nake ku ez çawa li ber tecrîdê li ber xwe didim. Divê bandorên bingehîn di şertan de û nêzikatiya dewletê de were lêgerîn. Tişta diyarker ev e ku ez xwe ji bo şertên tecrîdê qanih bikim. Divê hincetên min ên wisa hebin ku ez li hemberî tecrîdê li ber xwe bidim, di tecrîdê de jî ez nîşan bidim ku jiyaneke mezin dikare were nîşandan.’ Ji ber vê yekê bingeha berxwedana li dijî pergala hucreya yekkesî ya ku dijmin di serdema nû de bi pêş dixe, armancên mezin ên mirovahiyê û sedemên berxwedanê ne. Ji ber vê yekê ev mijarên bingehîn bingeha berxwedanê ya li dijî polîtîkayên zindanê yên serdema nû ya dijmin pêk tîne. Em bi xurtî bawer dikin ku hevrêyên me yên di zindanan de, di pêşengtiya Berxwedana Îmraliyê ya Rêberê me de, bi rêxistinbûn û asta partîbûnê ya di nava xwe de, li ser bingeha berxwedana exlaqî, wê her cure êrîşên dijmin pûç bikin.
‘Em li dijî tecrîd û faşîzmê têkoşînê geş bikin’
Ji bo xwedîlêderketina berxwedana zindanê divê li derve çi were kirin?
Berxwedana zindanê her tim du alî bûye. Aliyê yekem berxwedana hevrêyên me yên girtî yên li hundir bû, aliyê duyemîn jî berxwedana malbatên me yên girtî û gelê me yê welatparêz ên li derve ye ku piştgiriyê didin vê berxwedanê. Bi meşandina vê berxwedana dualî ya bi hev re, gelek polîtîka û ferzkirinên dijmin pûç kirin. Îro zextên li zindanan hîn zêdetir bûne û gihiştine asta herî jor. Ji ber vê yekê berxwedana hevalên me yên di zindanan de ji her demê mezintir û berfirehtir e. Yanî li ser berxwedana hevrêyên me yên girtî yên di zindanê de ne pêkan e ku mirov tiştekî neyînî bibêje. Hevrêyên me bi têrkerî rûmeta têkoşîna me û gelê me temsîl dikin, li hemberî dijmin stûyê xwe xwar nakin.
Di vî warî de divê bê zanîn ku di salên dawî de di têkoşîna li derve ya ji bo piştgirîkirina berxwedana li girtîgehan de, qelsî heye.Tarzekî wisa heye ku ji hev hêvî dikin, pêşengiyê nakin, bêtir gilî û gazinan dikin. Ev ne tiştên rast in. Divê hemû gelê me yê welatparêz, sazî û pêkhateyên siyasî yên welatparêz, di serî de malbatên girtiyan û saziyên hiqûqî, têkoşîna li dijî tecrîdê weke erkeke bingehîn bibînin û di vê xalê de berxwedanê geş bikin û têkoşînê mezin bikin. Ji ber ku têkoşîna me ya li dijî tecrîd û îşkenceya Îmraliyê negihîştiye asta ku tê xwestin. Hê jî tecrîda li ser Rêbertî didome û dijmin dixwaze vê pergala tecrîdê weke pergala hucreya yekkesî li hemû girtîgehan berfireh bike. Ji bo vê jî divê bingeha berxwedana me li dijî tecrîd û îşkenceya sîstema Îmraliyê be. Di vî warî de li şûna ku li benda hev bin, divê her kes, her sazî û pêkhate pêşengiyê bike û ji xwe dest pê bike weke erk û berpirsyariyekê bibîne. Her wiha divê rewşenbîr, nivîskar, hunermend, yanî hemû beş û derdorên ku weke wijdanê civakê tên zanîn jî beşdar bibin, hêzê bidinê û pêşengiya vê berxwedanê bikin. Asta me û şêwaza me ya di berxwedana li dijî faşîzmê de jî nîşaneya asta welatparêz, rewşenbîr, nivîskar û demokratbûna me ye. Ji ber vê yekê em bang li malbatên girtiyan, sazî û dezgehên hiqûqî, sazî û pêkhateyên welatparêz û hemû gelê xwe dikin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê li dijî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê bi awayekî aktîf xwedî li berxwedanê derkevin û têkoşîna li dijî faşîzmê geş bikin. Bi baweriya ku em ê tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin ez hurmeta xwe pêşkeş dikim.”