Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Fermanê kî dide?

Dayika Ridvan Kaya yê ku bi 5 hevalên xwe re di greva birçîbûnê de ye, Muhsîne Kaya da zanîn ku midûrê girtîgehê ji wan re gotiye; “ferman ji jor tê, rewşek têkildarî me nîne.” 

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a 6 girtiyan di 12’ê hezîranê de li dijî binpêkirinên mafan û zextên psîkolojîk ên li Girtîgeha Kirikkaleyê ya Tîpa F’yê dabûn destpêkirin di roja 20’emîn de berdewam dike. Li gel pergala tecrîdê ya heyî ya girtîgehê, girtiyên ku qawîşên wan bi serdegirtinan re hatine guhertin, li qadên veqetandî di blokên cuda de tên ragirtin, nahêlin ku bi hev re têkilî daynin û hefteyê carekê bi hev re di saetên sporê de derkevin. Girtiyên bi navê Ridvan Kaya, Fîkret Erden, Serhat Erdemcî, Îhsan Oral, Baran Gul û Orhan Doruk li dijî binpêkirinên mafan ku diqewimin di greva birçîbûnê de ne.

Kaya gelek zîndan guherand 

Ji girtiyên di greva birçîbûnê de Ridvan Kaya 7 sal in di girtîgehê de ye. Kaya ku li Enqere, Tekîrdag, Tarsûs, Mereş û herî dawî jî li Girtîgeha Kirikkaleyê ya Tîpa F’yê dihat girtin, ji dozên cuda bi giştî 18 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

‘Ferman ji jorê tê’ 

Dayika Kaya, Muhsîne Kaya diyar kir ku Midûrê Girtîgeha Kirikkaleyê ya ku kurê wê piştî erdheja Mereşê sewqî wê hat kirin ji wan re gotiye; “Ferman ji jor tê. Tiştekî me tune ye.” Kaya diyar kir ku destûr nayê dayîn girtî bi hev re bên cem hev û bi hev re biçin hewadariyê û xwest demildest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.

‘Pêkanînên rêveberiya girtîgehê bi temamî li dijî hiqûqê ye’  

Parlamenterê yê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan ku bi malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne jî xwest daxwazên girtiyan pêk bên. Bozan got: “Bi tu awayî hewadariyên girtîgehê divê neyên girtin. Li gorî rêziknameya qanûnî mafê wan heye ku di heman korîdorê de bi 9 hevalên xwe re sohbet bikin. Mafê wan heye ku sporê bikin. Em ê di demeke nêz de bi girtiyên di greva birçîbûnê de û bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê pêk bînin. Pratîka rêveberiya girtîgehê bi temamî li dijî hiqûqê ye. Girtiyên li girtîgehên Ewlekariya Bilind û Tîpa F ji ber pandemiyê ji mafên xwe bêpar man. Di heyama pandemiyê de jî têkiliya girtiyan bi derve re nebû. Ev mafên ku di heyama pandemiyê de ji wan hatine girtin, hîn ji wan re nehatiye dayîn. Em ê li ser başkirina şert û mercên girtîgehê rawestin û bişopînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar