Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

‘Komkujî veguheriye kevneşopiyeke dewletê’

Erçe diyar kir ku heta ku em hesabê nepirsin wê mîna Sêwasê komkujiyên nû bînin serê me û wiha domand: “Tenê bi gotina 'me ji bîr nekir', bi barandina rondikan têrê nake. Em ê di heman demê de hesab bipirsin." 

Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Cûma Erçe destnîşan kir ku bûyerên li Madimakê qewimîn ne tenê pirsgirêka elewiyan e û got, ji ber ku civaka Tirkiyeyê bi rabirdûya xwe re rû bi rû nabe, komkujî veguheriye kevneşopiyeke dewletê.

Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Cûma Erçe ku amadekariyê ji bo çalakiyên bîranîna 30’emîn a komkujiyê re dikin, ji ANF’ê re axivî. Erçe got: “Têrê nake ku her sal bê gotin, ‘me ji bîr nekiriye’ û hêsir bêne rijandin. Heta ku em hesabê jê nepirsin wê mîna Sêwasê komkujiyên nû bînin serê me. Em ê bikin ku ev welat jî ev civak jî bi dîroka xwe ya komkujiyan re rû bi rû bibe. Em ê teqez hesab bipirsin, ji ber ku rêya me vê yekê li me ferz dike.”

Em li pey edaletê ne’

Cûma Erçe anî ziman ku ji malbatên li Otela Madimakê xizmên xwe wind akirin, ji şahidên wê rojê û mirovên rizgar bûn, ji hunermend û hiqûqnasan wan komîsyonek ava kirine û diyar kir ku ev komîsyon demeke dirêj e dixebite. Erçe got: “Ji bo Komkujiya Madimakê bixin hişê civakê û ji nifşên nû re ragihînin, ji bo pêşî li rîska wê yekê bigirin ku dem di ser dozê re derbas nebe, ji bo balê bikişînin ser mijarê me ev kar kir. Me li Enqereyê bi rêxistinên girseyî yên demokratîk û partiyên siyasî re civîn lidar xist. Bi rêya Federasyona Yekîtiyên Elewiyan ên Ewropayê pirtûkxaneyeke dîjîtal a gelekî girîng hate avakirin. Agahiyên taybet ên li ser canên me yên hatin qetilkirin di vê pirtûkxaneyê de hene. Muzeyeke dîjîtal tê avakirin. Ji bo sala 30’emîn dokûmanterek hate amadekirin. Li Banazê çalakiyên bîranînê yên Pîr Sûltan hatin lidarxistin. Roja destpêkê ya mehê Cogî Baba heye. Li Kavakê ku gundê Belkis Çakir e, wê bîranînek bê lidarxistin. Em çûn Zara û Îmranliyê, me serdana malbat û gora Hasret Gultekîn kirin. Em çûn gundên Ûlaş û Sarkişlayê. Me bi hêzên ked û demokrasiyê yên Sêwasê re civîn lidar xist. Em li pey edaletê ne ku 30 sal in bi cih nehatiye anîn.”

Divê hesab ji vê sîstema komkujer mêtinger cihêkar bê pirsîn’

Cûma Erçe destnîşan kir ku bûyerên li Madimakê qewimîn ne tenê pirsgirêka elewiyan e û got, ji ber pirsgirêka ku civaka Tirkiyeyê bi rabirdûya xwe re rû bi rû nabe, komkujî veguheriye kevneşopiyeke dewletê. Erçe anî ziman ku ji bilî têkoşîna bênavber a hêzên demokrasiyê ya civakê çareyeke din nîne û got: “Eger vê dewletê, vê civakê hesabê Komkujiya Mereşê bida û pê re rû bi rû bibûya, 12’ê Îlonê wê rû nedabûya. Eger bi Madimakê re rû bi rû bibûya wê Gazî neqewîmî bûya. Eger bi Gazî re rû bi rû bibûya wê komkujiyên li Roboskî, Pirsûs û Gar a Enqereyê nebûya. Hemû bi hev ve girêdayî ne, ji ber nebûna edalet û pîvanên hiqûqa gerdûnî yên li vî welatî ye. Karesata madenê ya li Somayê, mirovên ku me di erdhejê de ji dest dan… Hewldana êrîşê ya li mîtînga li Erzîromê ya li ser Îmamoglû, Sêwas anî bîra me. Ji bo mîna Sêwasê komkujiyên nû bêne kirin bingeh tê amadekirin. Lewma ev hesabpirsîn ne tenê meseleyeke elewiyan e. Divê hesab ji vê sîstema komkujer, mêtinger, cihêkar bê pirsîn. Xizanî, birçîbûn, kuştina jinan, destdirêjiya li zarokan, çavkaniya van hemûyan yek e. Hemû jî ji ber nebûna demokrasiyê ya li vî welatî ye.”

‘Em wan bi bîr bînin û hesab bipirsin’

Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Cûma Erçe ji bo çalakiyên bîranînê yên sala 30’emîn ên li Sêwasê banga tevlîbûnê kir û got, “Ji bo 2’ê tîrmehê em amade ne, me serlêdanên xwe yên fermî kirin. Me hevdîtin bi rayedarên emniyetê û walî re kir. Me jî tedbîrên xwe yên ewlekariyê wergirtin. Heta ku sedemên ku me li vir kom dike ji holê neyên rakirin em ê her sal li vê derê bin. Daxwaza me ew e ku canên me ji her devera Tirkiyeyê û cihanê bêne vê derê. Em dixwazin bên, dema ku hatin jî tembûrên li mala xwe bi xwe re bînin. Eger di wesayita wan de cih hebe du kesên din jî bi xwe re bînin. Em li vê derê dest bidin hev û hem canên xwe bi bîr bînin hem jî hesab bipirsin. Tenê bi gotina ‘me ji bîr nekir’, bi barandina rondikan têrê nake. Em ê di heman demê de hesab bipirsin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar