PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Di êrîşên Îsraîlê de 3 kes hatin kuştin, 13 birîndar bûn

Artêşa Îsraîlê li Cinînê gelek nuqete kirine hedef. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî da zanîn ku di saetên destpêkê yên vê sibehê de 3 filistînî hatin kuştin û 13 jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê vê sibehê êrişeke berfireh li dijî baregehên çekdaran ên li Difa Xerbiye pêk anîn û di encamê de  bi kêmanî 3 filistînî hatin kuştin.

Li gorî rojnameya Telegraph a brîtanî, hêzên Îsraîlê girt ser “navenda fermandariya yekûbyî”ya çekdaran a wargeha penaberan a Cinînê.

Medyaya Îsraîlê jî ragihand ku artêşê êrişên hewayî li taxan pêk anîn ku di 10 salên borî de bi taybet piştî lawazbûna serhildana Filistînê ya li dijî Îsraîlê heta astekê rawestandibû.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di saetên vê sibehê de 3 filistînî hatin kuştin û 13 jî birîndar bûn û rewşa 3 birîndaran giran e.

Wezaretê diyar kir ku welatiyekî 21 salî ji ber gulebarana hêzên Îsraîlê li nêzî bajarê Ramallah ê Difa Xerbiye hat kuştin.

Rêveberê Heyva Sor a Filistînê li Cinînê Mehmûd El Sedî ji AFP’ê re got, êrişên hewayî û bejahî hene û diyar kir ku Îsraîlê mal û baregeh kirin hedef.

Tevgera Cîhad Îslamî jî bi daxuyaniyekê got: “Ji bo bersivdayîna êrişên Îsraîlê yên li dijî Cinînê, tevahî vebijêrk vekirî ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar