Talankirina daran a li herêmên Besta, Cûdî, Gabar û Cilênimêja yên Şirnexê di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan hatiye destpêkirin, bi meha ye didome. Yek ji deverên ku talankirina daran lê hatiye destpêkirin jî gundê Bîlîga yê Silopiyayê ye. Cendirmeyan li vî gundê behsa xeberê di bin navê “ewlehiyê” de bi hezaran dar birîn û xelkê herêmê jî bertek nîşanî leşkeran dan. Dema hinek welatiyan hewl dayîn rê li ber birîna daran bigirin jî, leşkeran gefa “Heke hûn ji bo me zehmetiyan derxînin, em ê ketina we ya gund qedexe bikin” li wan xwarin.
Li hêla din, birîna daran a li gundê Asuran Hesana yê li quntarê Çiyayê Cûdî yê Silopiyayê jî didome. Darên tên birîn li kamyonan tên barkirin û derdixînin derveyî bajar.