Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

HPG: Bi saya hevrêyên xwe em ber bi serfiraziyê ve dimeşin

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got “Bi saya fermandara fedaî hevrê Nûdem û şoreşgerê mînak ên Apoyî hevrê Dilda û Vînar em ber bi serfiraziyê ve dimeşin.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Şervanên pêşeng ên partiya me yên PAJK û PKK’ê, şervanên qehreman ên YJA Starê û şoreşgerên mînak ên ku ji bo erk û berpirsyariyên wê demê û serdemê li ber xwe dan, hevrêyên me Nûdem, Dilda û Vînar di Adar û Gulana 2023’yan de, li Herêmên Parastinê yên Medyayê dema li ser erka xwe bûn, şehîd bûn.

Têkoşîna me ya bi pêşengiya jinên azadîxwaz û qehreman ên Kurdistanê berdêlê dide û bi saya hevrêyên me Nûdem, Dilda û Vînar ên di milîtaniya fedaî ya Apoyî de şoreşgerên mînak in, ber bi serkeftinê ve bi pêş ve diçin.. Em serbilind in ku bi mirovên bi vî rengî yên dildarê azadiya xwe, evîndarî welatê xwe bûne, bi fedakarî ji bo azadiya gelê xwe bi fedakarî têdikoşe û di bin her şertan de girêdayî îdeolojiya Apoyî û tarzê jiyana Apoyî ye.Armanca me ya herî mezin ew e ku em layiqî hevrêyên xwe bin, bîranînên wan zindî bihêlin, xeyalên wan pêk bînin û tola wan hilînin.

Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên nasnameya hevrêyê me yê ku gihiştiye şehadetê wisa ye:

  Nasnav: Nûdem Sîdar

Nav û paşnav: Fîlîz Tekîndag

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Navê dê û bav: Fazîme – Salih

Dîrok û cihê şehadetê: Adara 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

  Nasnav: Dilda Dilbirîn Cûdî

Nav û paşnav: Mizgîn Kulter

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dê û bav: Delal – Nûrettin

Dîrok û cihê şehadetê: Adara 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

  Nasnav: Vînar Hêvî

Nav û paşnav: Dîlan Saglam

Cihê jidayikbûnê: Edene

Navê dê û bav: Halîde – Adil

Dîrok û cihê şehadetê: Gulana 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar