Di sedsaliya Peymana Lozanê de ku tenê çend roj jê re mane, saziyên Kurdistanî di nava liv û tevgereke berfireh de ne. Hevberdevka Komîteya Têkiliyên Derve ya KNK’ê Nîlufer Koç encamên Peymana Lozanê û bandora wê ya li ser jinan nirxand.
Nîlufer Koç diyar kir ku dema Lozan tê gotin, stratejiyeke 100 salî ya ku gelekî tune dihesibîne tê bîra mirovan û got, “Ji bo vê jî qirkirineke fîzîkî û çandî bi rengekî bê navber hate meşandin. Di nava vê de jî ji bo tunekirina çanda Kurdan a ji binî ve bi taybetî li dijî jinan polîtîkayên taybet hatin meşandin. Yanî li Kurdistanê jin hatin qirkirin. Li gel dewlemendiyên ser û binê erdê yên Kurdistanê, ji ber rewşa xwe ya jeopolîtîk xweza hate talankirin, di heman demê de demografî hate guhertin. Yanî bi Peymana Lozanê re hebûna gelekî kirin pirsgirêkek. Lozan hem tê wateya dereweke mezin hem jî nankoriyeke mezin. Peymana Lozanê navê xwestina tunekirina gelekî ji ser nexşeyê nîşan dide, ku vî gelî şaristanî ava kiriye û tevkariyeke mezin li mirovahiyê kiriye.
Kurd li ber xwe didin
Bêguman dema qala Lozanê hate kirin divê mirov vê yekê jî bînin bîra xwe. Mîna ku Seyîd Riza, Şêx Seîd, Simko Şikakî, Rindê Xan û Besê gotin, ‘Neviyên me wê tola me hilînin’. Mîna wan bi hezaran ewladên leheng ên gelê Kurd, bi têkoşînê nîşan dan ku ew ê ji azadiyê tawîzê nedin. Vî gelî di vê oxirê de bi hezaran şehîd da. Dema ku Lozan tê gotin, di heman demê de raperînên Kurdan, serhildanên Kurdan jî tê bîra mirovan. Yanî Lozan di heman demê de tê wateya serînetewandina li ber dijmin, tê wateya destbernedana ji azadiyê. Eger heta vê demê nekarîn me biqedînin, sedema vê yekê têkoşîna Kurdan a bênavber û bi rêk û pêk a li dijî Lozanê ye. Mîna ku rêberên me yên mezin gotin, ‘neviyên me wê tola me hilînin’, weke neviyê herî mezin Rêber Apo, bi milyonan jin û mêr ên Kurd ên fedaî yên ku ji aliyê wî ve hatin afirandin, têkoşîna vê yekê dimeşînin.
BI QIRKIRINA JINÊN KURD XWESTIN ÇANDA KURD TUNE BIKIN
Aliyê herî hovane yê Lozanê bêguman ew e ku li gel qirkirina fîzîkî operasyona paqijiya etnîkî ye. Yanî şerê li dijî Kurdan ê ji aliyê fîzîkî bû. Di nava vê de jî xwestin çanda Kurdan ji holê rakin ku vê çandê şaristanî afirand, xizmetên mezin li mirovahiyê kir. Parêzvanên esasî yên çanda Kurd, jinên Kurd in. Yanî mêrê Kurd ji ber ku têkiliya xwe ya bi derve gelekî zêde bû, bêhtir dihate asîmîlekirin. Lê belê jinên Kurd cografya Kurdistanê neterikandin, li gund, bajarok û qada bejahî ziman, kevneşopiya xwe parast.
Jinên Kurd bi roleke dîrokî rabûn. Mixabin vê berxwedanê zêde cihê xwe di dîroka me de ne girt. Dijmin bi polîtîkayên li dijî jinên Kurd re bi esasî xwest ku çanda Kurdan ji holê rake.”
Nîlufer Koç diyar kir ku di şexsê jinên Kurd de xwestin çand, kevneşopî û dîroka Kurdan ji holê rakin û got, “Li Dersimê di dema qirkirinê de pêşkêşkirina keçên Kurd ji efserên Tirk re, di dema Enfalê ay rejîma Saddam de firotina jinên Kurd ji dewletên Ereb re, herî dawî li Şengalê kiryarên li dijî jinên me yên Êzidî. Ev hemû ji bo tunekirina hebûna Kurdan a di şexsê jinê de bû. Mixabin ev alî timî ji nedîtî ve hat.”
Nîlufer Koç destnîşan kir ku Tevgera Jinên Kurd eger karîbû şoreşeke mezin bike, bêguman pêwendiya vê yekê bi mîrateya berxwedanê heye ku ji dayikên xwe wergirtine û got, “Di vê mijarê de weke Komîsyona Jinê ya KNK’ê em dixwazin gelek jinan tevlî konferansa xwe ya dema bê bikin. Li ser wateya Lozanê ya ji bo jinê û Kurdan em dixwazin hin gavan biavêjin.”
Em Lozana gelan diafirînin
Nîlufer Koç destnîşan kir ku li dijî polîtîkaya ‘parçe bike – bi rê ve bibe’ ya Lozanê, yekîtiya gelan girîng e û got, “Ji xwe niha hem li Bakurê Kurdistanê, hem li Rojhilat hem jî li Rojavayê Kurdistanê polîtîkayeke ku tê meşandin. Yanî hewl tê dayin ku Lozan a gelan bê afirandin.”
Nîlufer Koç got, “Eger gelên li vê cografyayê li hev kom bibin wê Lozan ji holê bê rakirin. Li cografya Kurdistanê di vê mijarê de gavên cidî û girîng hatin avêtin. Lozanê nekarî me tune bike, ji ber ku me Kurdan li dijî Lozanê alternatîfek afirandin. Navê vê jî Rêber Apo got, ‘Konfederalîzma Demokratîk a Gelan’.
Em ê çareseriyê nîqaş bikin
Di vê çarçoveyê de em ê heta Îlonê çareseriyên alternatîfa Lozanê nîqaş bikin. Yanî di tevahiya meha Tîrmehê de em ê pirsgirêkê nîqaş bikin. Qirkirinê, qirkirina jinê, qirkirina xwezayê, rewşa li Kurdistanê û rewşa gelên din em ê nîqaş bikin. Di Îlonê de jî li Lozanê li gel gelek saziyên sivîl û hêzên siyasî ji bo du rojan em ê nîqaşên berfireh li ser çareseriyê bikin. Em dixwazin nîşan bidin ku Lozan têk çûye. Yanî me serî li ber Peymana Lozanê netewand, berevajî me xwe jê rizgar kir. Çareseriya me heye.”