Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Nasnameya 2 gerîlayên şehîd hat aşkerekirin

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Avaşînê şehîd bûne eşkere kir û got “Ev hevrêyên me yên ku milîtanên Apoyî bûn, peywir û berpirsyariyên xwe bi cih anîn û tevlî nav karwanê nemiran bûn.”

“Di êrîşa dijmin de ya ku di 7’ê hezîrana 2023’an de li herêma Avaşînê pêk hat, hevrêyên me Endamê Fermandariya Eyaleta Avaşînê Devrîm Garzan û Sîdar Amed şehîd bûn. Hevrêyê me Devrîm demeke dirêj li herêma Avaşînê bû û di her kêliya têkoşînê de cih girt. Hevrê Devrîm ji Mamreşo heta Werxelê li gelek herêman li dijî dagirkeran têkoşîneke fedaî meşand û wekî fermandarên ciwan ên gerîlatiya serdema nû ketiye nav dîroka me ya têkoşînê. Hevrê Devrîm ku di demên herî dijwar ên êrîşên dagirkeriyê de ji bo sivikkirina barê hevrêyên xwe yên di çeperên berxwedanê de pêşengiya pêkanîna taktîkên gerîla yên serdema nû kir wî ala têkoşînê ya ku ji Cûmalî, Botan, Serhed û Çavrê mîrate maye, bi awayekî rast hilda jor.

Hevrêyê me Sîdar kurê mêrxas ê Amedê, bi tevlîbûna xwe ya fedaî ya di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de ku bi îrade, bi biryar û coşeke mezin tevlî bû, di demeke kin de bû gerîlayekî jêhatî. Weke milîtanekî Apoyî, ew tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû, peywir û berpirsyariyên xwe bi cih anî û tevlî nav karwanê nemiran bû.

Em soz didin ku em ê xeyalên azadiyê yên gelê me yê ku xwedî têkoşerên wisa qehreman in bi cih bînin. Malbatên hêja yên hevrêyên me Devrîm û Sîdar di serî de, em ê sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Devrîm Garzan

Nav û paşnav: Bîlal Onat

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Navê dê û bav: Latîfe – Cengîz

Dîrok û cihê şehadetê: 7’ê Hezîrana 2023’an / Avaşîn

  Nasnav: Sîdar Amed

Nav û paşnav: Mazlûm Yilmaz

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê dê û bav: Azîze – Mehmet

Dîrok û cihê şehadetê: 7’ê Hezîrana 2023’an / Avaşîn

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar