Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Encamnameya kongreya 7’emîn a TJK-E’yê hat aşkerekirin

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) kongreya xwe ya 7’emîn bi beşdariya nûnerên rêxistinên sîwanî yên li heft welatan û rêxistinên li hemû parçeyên Kurdistanê pêk anî. Encamnameya kongreyê hate eşkerekirin.

Kongre bi dirûşma ‘Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin’ hat lidarxistin. Kongre diyarî Evîn Goyî hat kirin ku di 23’ê kanûna 2022’yan de li Parîsê hate qetilkirin.

Encamnameya kongreyê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin. Di encamnameyê de hate ragihandin ku li kongreyê, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke rojeveke bingehîn hatiye nirxandin û tecrîda li ser Ocalan weke destpêka polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd hatiye destnîşankirin. Hate ragihandin ku jinên Kurd hînî vê polîtîkayê nebûne, wê hîn nebin û hate gotin, “Dilsoziya rast a bi Rêbertî re bi wê yekê dibe ku rast fêhm bike û bi cih bîne.”

Di encamnameyê de hat gotin, “Ji bo me nebe nabe, ku em di sala 25’an de sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê parçe bikin û azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin. Em TJK-E misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo xwe weke pirsgirêka hebûnê dibînin, lewma di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ karên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî dikin karê xwe yê bingehîn. Li ser vê bingehê di kongreya me ya 7’emîn de biryar hate dayin ku heta misogerkirina azadiya fîzîkî, têkoşînê hîn bêhtir radîkal bikin. Her wiha ji bo feslefeya azadiyê ya Rêber Apo bigihînin jinên Kurd, li ser bingeha zanekirina civakê û mezinkirina rêxistiniya jinê, plansaziyên şênber hatiye danîn.”

Mezinkirina têkoşînê

Di encamnameyê de hate ragihandin ku yek ji rojevên bingehîn ên kongreyê jî têkoşîna li dijî sîstema faşîst a AKP-MHP’ê bû işaret bi êrîşên par ên rejîma AKP-MHP’ê yên li dijî jin û gelê Kurd, bi taybetî jî êrîşên befireh ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çekên kîmyewî û qedexekirî hatin kirin.

Di encamnameyê de hate gotin, “Di kongreya me ya 7’emîn de li dijî êrîşên dagirkeriyê û polîtîkayên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê yên dijminatiya li jinan, tespîtên girîng hatine kirin û îdîaya ji bo mezinkirina têkoşînê hatiye destnîşankirin.”

Şoreşa jinan

Li gorî encamnameyê yek ji rojevên bingehîn ên kongreya 7’emîn jî rojeva ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî em ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin’ bû. Di encamnameyê de hate ragihandin ku di kongreyê de hatiye destnîşankirin ku çeperên azadiyê yên heyî dikarin bi şoreşa jinê tacîdar bikin û biryardariya li ser pêngavê hatiye destnîşankirin. Di encamnameyê de hate gotin, “Lewma biryar hatiye dayin ku pêngav li qada civakî, hemû qadên ku tevgera jinê lê belav bûye û têkiliya bi qada gerdûnê bê xurtkirin, ji bo vê jî derfet bêne seferberkirin û têkoşîna vê yekê bi israr, bi biryar û bi bandor bê meşandin.”

Di encamnameyê de hate ragihandin ku weke TJK-E wan ji xwe re kirine berpirsyariya herî bingehîn ku asta îdeolojîk, tecrûbeya pratîkî û asta rêxistinî ya jinên Kurd li nava jinên ji her gelî bê belavkrin, li dijî sîstema baviksalar bikin bingeha têkoşînê û hate gotin, “Lewma ji bo formula ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi rêbazên afirîner ên veguherandin û yekîtiyê bigihînin jinan hemûyan, me biryarên stratejîk wergirtin. Ji Kurdistanê heta bi Abya Yala, ji Rojhilata Navîn heta bi Asyayê ji bo danîna sîstema konfederal a jinê, ji bo xweparastin û xwerêvebirina jinê, me ji xwe re kir yek ji armancên bingehîn ku karekî hevpar bi jinên cîhanî re bimeşînin.”

Di dewama encamnameyê de işaret bi girîngiya perwerdeyê hate kirin û hate gotin, “Kongreya me ya 7’emîn pêngava ‘Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin’ li ser bingeha seferberiya perwerdeyê weke karekî esasî dinirxîne.”

Tevgera civakî

Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku TJK-E tevgereke civakî ye, herî zêde ji bo jinan nsanameyeke rêxistinî ye û hate gotin, “Li ser bingeha karên me yên avakirinê, hate destnîşankirin ku her herêm li gorî şert û mercên xwe yên şênber rêxistiniya xwe li ser bingeha biryarên hevpar ên hêzên xwecihî bi îradeyeke hevpar bixe pratîkê.”

Seferberiya rêxistinî

Di encamnameyê de hate ragihandin ku weke TJK-E li ser bingeha paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîparêziya jinê xwe dispêrin sîstemeke ku hişmendî, ked, huner û hêza jinê kiriye bingeha civakîbûna Kurd û hate destnîşankirin ku di kongreyê de pirsgirêkên pratîkî li gorî vê heqîqetê hatine nirxandin. Bi dewamî hate gotin, “Seferberiya rêxistinî ya ku me di kongreyên beriya niha de dabûn destpêkirin, ji bo dema nû weke karekî daîmî hate nirxandin. Bi dirûşma ‘Divê her jin bi rêxistin bike, xwe bi rêxistin bike’ ji bo rêxistiniya jinê ji malan heta tax û bajaran bê xurtkirin, biryarên şênber hatin wergirtin.”

Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku di kongreya 7’emîn de biryar hate dayin ku karên avakirinê bi ruh û rêbaza seferberiyê bên meşandin.

Di dawiyê de jî hate gotin, “Kongreya me ya 7’emîn a TJK-E’yê ku di demeke dîrokî de hate lidarxistin, bi biryardarî û plansaziyeke berfireh a ji bo pêkanîna şoreşa jinê, pêkanîna azadiya gelê Kurd hate lidarxistin. Ji bo serxistina vê pêvajoya têkoşîna dîrokî ya ku rêveçûna dîrokê biguherîne, biryardariya xwe nîşan da. Pêvajoya derbasbûyî careke din nîşanî me da ku bi têkoşîneke ji eşq, kelecan, hezkirin, bawerî û biryardariyê bi ser dikeve. Derfet û hêza me heye ku serketinên hîn mezintir tevlî pêvajoya nû bikin.

Li ser vê bingehê, li ser bingeha îdeolojiya azadiya jinê em bi ruh û aqilê hevpar têkoşînê mezin bikin, bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve bimeşin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar