Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Erziromê Gulîstan Kiliç Koçyîgît balkişand ser tecrîdê û got: “Birêz Ocalan xwedî li aştiyê derdikeve, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd dixwaze û ji bo azadiya Rojhilata Navîn hewl dide. Birêz Ocalan girtiyekî îradeya aştiyê ye. Ji ber vê jî di bin tecrîdê de ye.”
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 24 sale di bin tecrîda giran de ye 28 meh in tu agahî jê nayê girtin. Bêdengiya Konseya Ewropa û saziyan a li dijî tecrîdê jî didome. Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Erziromê Gulistan Kiliç Koçyîgît der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
* 28 meh in agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Hûn vê tecrîda girankirî çawa dinirxînin?
28 mehe agahî jê nayê girtin û ji roja Birêz Ocalan birine Îmraliyê tecrîd tê meşandin. Ji 99’an de ye di hucra yek kesî de tê girtin. Tecrîd dem bi dem bê şikandin jî ev demeke dirêje tecrîdek giran heye. Pêkanînek taybet li hember girtîgehê heye. Em baş dizanin ku ev ji bo şikandina îradeyê ye. 28 mehe agahî jê nayê girtin. Fikar hene. Ji ber em tu agahî jê nairin. Tenduristiya wî çawaye em nizanin. Ev binpêkirina mafe, tecrîd sûce, Îşkenceye. Divê em vê bînin ziman. Di şexsê Birêz Ocalan de dijhiqûqî li hemû gelan û Gelê Kurd tê ferzkirin. Tecrîd lis er hemû gelan tê meşandin. Qanûn û hiqûq tê binpêkirin. Nêzîkatiya li hember Ocalan nêzîkatiya siyasiye. Bêguman divê tecrîda li ser Ocalan bi awayekî cuda bê dest girtin. Ev nêzîkatiya AKP’ê yali dijî kurdan, li dijî pirsgirêka kurdan nîşan dide.
* Hêzên demokrasî û gel tecrîdê her tim tînin ziman. Merdan Yanardag der barê tecrîdê de fikra xwe anî ziman. Hûn der barê vê de çi dibêjin?
Min di hemû roportajên xwe de gotibû, tecrîda Îmraliyê pirsgirêka vî welatiye. Em li Merdan Yanardag binêrin. Rojnamegerekî nêzî CHP’ê ye. Lê tevî vê heqîqet aniye ziman. Ev ji bo me girîng e. Bi awayekî zelal û aşkera got taxek hember ‘Qiralê tazî ye’. Hinek navbera xwe parast û di esasê de heqîqet anî ziman. Di vî alî de li cihê ku got ‘Qiral taziye’ em dibînin ku qral kiriye. Qiral li dijî vê gotinê li dijî heqîqetê ji bo heqîqetê biçewisîne,bi tedbîrek mezin pêşî lê girt û ew girt. Merdan Yanardag ji ber kesek bû hat girtin. Lê bi mîlyonan kesî wisa bigota wê nehatiba girtin. Wê wisa nebûye.
* Mûxalefetê demek dirêj daxuyaniyek der barê girtinê de neda. Mijara tecrîdê neanîn ziman. Hûn di vê mijarê de çi difikirin?
Demek dirêje em dibêjin ferasetên siyasî yên ji hev dûr hene. Muxalefetê bi giştî wijdana xwe têk biriye. Ev bi aşkera û zelalî bê wijdaniye û rizandine. Merdan Yanardag ev heqîqet anî ziman, gelo ji bilî Partiya Çep a Kesk û HDP’ê kî xwedî lê derket. Kê dengê xwe li dijî vê bilind kir. Em hatine rewşek wisa kî dengê xwe bike tê girtin. Yên sedema vê ne muxalefete û muxalefet ji vê re zemînê ava dike. Dema mirovek tê girtin mirovek di bin tecrîdê de be bêdengî hebe wê berdewama wê bê. Tişa ku Birêz Merdan Yanardag gotiye heqîqete. Divê em xwedî lê derkevin.
* Di rojên borî de hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan li Wanê di mijara tecrîdê de diyar kir ku wek partî qels mane û xwerexnedayîn kir. Hûn di vê mijarê de çi difikirin?
Tecrîd îro berdewam dike. Bêguman sedema wê têkoşîneke qesl e. 28 mehe agahî jê nayê girtin. Di vê mijarê de têkoşîneke xurt tune. Hewcedarî bi nêzîkatiyeke çalakîbûnê heye. Em dengê Ocalan nabihêzin, peyamê jê nagirin, der barê tenduristî û ewlehiyê de agahiyên nagirin. Em di mijara têkoşînê de di mijara ku tecrîdê bînin rojeva xwe de kêm dimînin.
* Hem der barê tecrîd hem jî der barê pirsgirêka kurd e wek partî û parlementer hun ê pêvajoya pêş de riyek çawa bişopînin?
Dema pêş de ligel rêxistinên navçeyan bi gelê xwe re em ê xebata ku îradeya xwe derxin holê bimeşînin. Ev ji bo me hemûyan ferze. Dema nû de tecrîd wê mijara me ya sereke be. Girêdayê vê pirsgirêka kurd û riyên çareseriyê yên demokratîk. Ji bo avakirina demokratîkbûnê em ê têbikoşin û têkoşînê bilind bikin. Em ê di mijara tecrîdê de di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de berpirsyariyê bigirin û ala têkoşînê bilind bikin.
* Hûn bêdengiya Konseya Ewropa, sazî û CPT’ê çawa dinirxînin?
Pirsgirêka Kurd pirsgirêkek komplîkeye û bûye navneteweyî. Ewropa jî, Konseya Ewropayê jî û hemû saziyên navneteweyî ji bo welatên xwe û berjewendiyên Yekitiya Ewropayê bêdeng dimînin. Yek ji sedema neçareseriya pirgirêka kurd û giranbûna tecrîdê ev e ku hêzên navneteweyî rola xwe nalîzin. Saziyên navneteweyî di vî alî de saziyên pragmatîkin. Mixabin pişta xwe dane nirxên mirovahiyê yên hezaran salî. Li gorî peymana penaberan navbera Tirkiye û YE’ê Tirkiye kirine depoya penaberan û li dijî binpêkirina mafan ya penaberan a li Tirkiyeyê çavên xwe girtine.
* Li dijî kurdan şerekî dijwar tê meşandin. Herî dawî li Rojava suîkast pêk hat. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?
Birêz Ocalan xwedî li aştiyê derdikeve, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd dixwaze. Ne tenê demokratîkbûna Tirkiyeyê ji bo hemû gelan aştî û wekheviyê dixwaze, jiyanek aştiyane dixwaze, di nokteyeke ku çarseriyê ferz dike de disekine. Berovajî vê AKP-MHP jî şer dixwaze, dibêje pirsgirêka kurd tune, kurdan tune dihesibîne. Planên dagkirina Rojava hene. Sedema tecrîdê jî eve ku AKP desthilatdariya xwe bidomîne. Naxwaze dengê Ocalan bê bihistin, yekane kesê bibe hêza çareseriyê Birêz Ocalane. Ez dikarim bi awayekî zelal û aşkera bêjim ku yekane kesê çareseriyê pêk bîne bibe hêza çarseriyê Ocalan e.